Parêzer Cansu Şekercî: Pêşnûmeya nû cezakirinê digre navendê
Parêzer Cansu Şekercî ya ku pêşniyara guhertina Qanûna Parastina Zarokan nirxand, diyar kir ku rêzikname li şûna mafên zarokan, polîtîkayên cezayê dide pêş û got ku ev pêşniyar dê pergala edaletê ya zarokan hêj cezakartir bike.
ELÎF AKGUL
Stenbol – Komîteya Edaletê ya Parlementoya Tirkiyeyê, Pêşnûmeya Qanûna li ser Guhertinên Qanûna Parastina Zarokan û Hin Qanûnên Din" ku rêziknameyeke nû ya derbarê zarokên ku di pêvajoya dadweriyê de beşdar in, pejirand. Pêşnûme, di cezayên ji bo hinek sûcên ku ji aliyê zarokan ve hatine kirin de, zêdekirina cezayên pêşbinî dike û derbarê bicîhanîna cezayan û pergala dadweriya zarokan de rêziknameyên nû jî tîne. Tê payîn ku pêşnûmeya ji aliyê komîteyê ve hatiye pejirandin, di rojên pêşiya me de di rojeva Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê de be.
Dermankirina mecbûrî û razandina nexweşxaneyê
Li gorî pêşnûmeyê, ji dadweran re raye bê dayîn ku di dozên kuştina bi zanebûn û êrîşa girankirî ya ku zarokên di temena 15-18 salî de, daxistina cezayê neyê pêkanîn û sînorên jêr û jor ên cezayên girtîgehê yên ku ji ber biçûkbûna temenê sûcdaran tên sepandin, dê werin zêdekirin. Bi rêziknameyê re amadekirina planên destwerdana takekesî ya ji bo sûcdarên zarok a di dema bicîhanîna cezayan de, îhtîmala şandina "zarokên reftar baş" a ji bo saziyên perwerdehiyê, sînordarkirina gihîştina zarokan a amûrên birînê û sepandina cezayên girtîgehê ya ji bo kesên ku bi xemsarî çekan ji bo xwegihandina zarokan dihêlin jî pêşbinî dike. Her wiha di pêşnûmeyê de di hinek şert û mercên diyarker de bendên ku destûr didin dermankirina mecbûrî û razandina nexweşxaneyê ya ji bo "zarokên ku xeteriyê avadikin” jî cih digre.
Armanca pêşnûmeyê pêşîgirtina bikaranîna zarokan e
Guhertin, ji aliyê parêzerên ku di qada mafên zarokan de dixebitin û muxalefetê ve, bi hinceta "nêzîkatiya cezakirinê xurt dike" hate rexnekirin. Di rexneyan de, hate diyarkirin ku pêşnûme li şûna polîtîkayên civakî û mekanîzmayên rehabîlîtasyonê ya pêşiya kişandina zarokan a sûc bigre, li ser zêdekirina cezayan disekine û raya berfireh ên teqdirê ji dadgeran re hatin dayîn, dikarin di pratîkê de bibin sedema binpêkirinên mafên mirovan. Lê belê, hikûmet jî diyar dike ku armanca pêşnûmeyê pêşîgirtina bikaranîna zarokan a ji aliyê rêxistinên sûc ve, xurtkirina ewlehiya giştî bandorkirina pergala dadweriya zarokan e.
Parêzer û Nûnera Qada Tematîk a Zaroka Di girtîgehê de ya Komeleya Civaka Sivîl a Pergala Cezayê (CİSST) Cansu Şekercî, bi bîr xist ku pêşnûmeya ku di Qanûna Parastina Zarokan de guhertinê pêşbinî dike, paşê jî bi heman naverokê hatiye rojevê. Parêzer Cansu, di nirxandina xwe ya ji ajansa me re anî ziman de diyar kir ku di pêvajoya berê de piştî nerazîbûnên civaka sivîl, Komîsyona Lêpirsîna Meclîsê hatiye damezrandin. Cansu Şekercî, destnîşan kir ku pêşnûmeya dawî ya ji Komîteya Edaletê derbas bû, li gorî metra pêşnûmeya herî dawî nêzîkatiyek cezakartir nîşan dide.
‘Pêşnûmeyek ku bi nêzîkatiyek zêdetir cezakar hatiye amadekirin’
Cansu Şekercî, wiha got: “Ji nîvê ewil ê sala borî ve, derbarê pergala edaletê ya zarok de nîqaşa qanûnek mijara gotinê bû. Di nîvê ewil ê par de, pêşnûmeqanûnek bi Pakêta Darazê ya 10’an re pêşnûmeyek qanûnê hat pêşiya Komîteya Dadweriyê. Rêxistinên civaka sivîl û pîşeyî li dijî çareserkirina vê pirsgirêkê bi vî rengî derketin û pêşnûme ji pakêtê hat derxistin. Piştre ji bo ku 160 rêxistinên civaka sivîl ji bo balkişandina ser vê pirsgirêkê hatin cem hev û biryar hat dayîn ku Komîteya Lêkolînê ya Meclîsê bê damezrandin. Ev gavek girîng bû. Komîteyê, derbarê mirov çawa nêzîkî pergala dadweriya zarokan, pêşîgirtina li sûc û refaha zarokan dibe de daneyên girîng eşkere dikir. Dibe ku cara ewil girtîgehên zarokan û têkiliya di navbera zarok û sûc de demek ewqas dirêj hat nîqaşkirin. Lê belê, pêşnûmeya qanûnê ya niha ji Komîteya Dadweriyê derbas dibe, li gorî pêşniyara ku di nîvê yekem ê sala borî de hat pêş me, xwedî nêzîkatiyek pir paşverû û cezakar e.”
‘Bi rêziknameya temenê re zaroktî ji nîqaşa zanistî tê derxistin’
Cansu Şekercî, diyar kir ku yek ji xalên herî balkêş ên di pêşnûmeyê de rêziknameya derbarê temenê zaroktiyê de ye. Cansu got ku ev ne tenê guhertinek derbarê hinek sûcan de, di heman demê dê encamên wê hebin ku dê bandorê li ser pênaseya zaroktiyê jî bike û wiha domand: “Raya erêkirinê ya rêzikname dê bide dadwer, wê nezelaliya qanûnî biafirîne û diyar kir ku ev yek dê bibe sedema nîqaşên nû ya derbarê mafên zarokan de: “Yek ji aliyên herî pirsgirêk ew e ku der barê temenê zaroktiyê de qulikek vedike. Ji tevahiya pergalê re qulikek vedike. Komîteya Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî jî ji Tirkiyeyê re şîreta 'Xwedî rêziknameyên ku qûrala 18 salî sivik bike’ kiribû. Lê belê li şûna ku ev pêşniyar ben bicihanîn, em mezinbûna vê qulikê dibînin. Ger ev guhertin ji Lijneya Giştî jî derbas bibe, dê ji dadwer re raya biryardayîna zarok gihîştî an ne bê dayîn. Ev pir xeternak e. Ji ber ku cezakirina zarokên di navbera 15 û 18 salî de ya bi biryara dadwer a ji bo hinek sûcan a mîna mirovên gihiştî, tê wateya rakirina mijara zaroktiyê ya ji nîqaşa zanistî. Di şûna wê de, di bin navê 'teqdîra dadwerî' de nezelaliya qanûnî heye. Gelo dema ku zarokek bi biryara dadwer gihiştî dibe, ji wê/wî zarokê re mafê dengdayînê were dayîn? Gelo di kijan şert û mercan de qere girtin? Gelo zanabûna wan a tam hebe? Gelo di qonaxa bê de, bi biryara dadwer hesibandina wekî mirovek mezin re, di bin navê zewacê de rastî êrîşa zayendî were?”
'Zarokên di girtîgehê de zêdetir wê terkî tenêtiyê bên kirin’
Cansu Şekercî ya xalên pêşnûmeyê yên derbarê sîstema înfazê de jî nirxand, da zanîn ku mafên ku ji xwe di aliyê zarokan de sînordar in, hêj zêdetir tên tengkirin. Cansu Şekercî, diyar kir ku girêdana veguhestina ya ji bo saziyek perwerdehiyê ya bi biryara Lijneya Îdarî û Çavdêriyê, pirsgirêkên gihîştina zarokan a parêzeran û gihîştina mafan hêj zêdetir dijwartir bike û axaftina xwe wiha domand: “Bi pêşnûmeyê re, rêziknameyên guncaw ên derbarê girtiyên zarok de jî ji holê radike. Bi gelemperî zarokek ku cezayê wî/wê hatiye birîn, sûc û dirêjahiya cezayê çi dibe bila bibe ji mala perwerdehiyê re tê şandin. Lê belê, ev guhertin dibêje, 'Divê em ji bo ku bişînin mala perwerdehiyê, bi biryara Lijneya Îdarî û Çavdêriyê tevbigerin.’ Lijneyên Îdarî û Çavdêriyê, di sîstema cezayê mezinan de jî pir nakok e. Dema ku mijar tê ser zarokan, hêj zêdetir nakok dibe. Piştî ku zarokek bi salan li hundir tê girtin, hûn dipirsin, 'Çima bi malbata re hevdîtin nake, çima tevgerên wan ên tund zêde bûn?', lê divê hûn ji tiştê ku ew kes di bin lênêrîna we de di saziyek girtî de vediguhere, berpirsiyar bin. Dema ku zarokek li Eskîşehîrê dijî, ji girtîgehekî Enqereyê re tê şandin, pergal bi gotina 'çima malbata wê/wî nayê' di nirxandina reftara baş de wekî xalek neyînî bibîne, lê nafikire ku malbat dê çawa bighîje wir û çima têkiliyên malbatê qels dibin. Zarok nikarin xwe bighînin parêzeran. Zarok nizane ku çawa ji cezayê disîplînê îtîraz dike, daxwaznameya xwe veguhestinê ji kê re binivîse an jî tundiya rastî tê ji kê re bibêje. Di bin van mercan de, rastiya ku nirxandina reftara baş tê ber Lijneya Îdarî û Çavdêriyê, zarok hêj zêdetir tenê dihêle û di gihîştina mafên xwe de pirsgirêktir dike.”
'Em nikarin mijara ewlehiyê li ser girtîgehan nîqaş bikin'
Cansu Şekercî, diyar kir ku ewlehî ya di pergala edaleta zarokan de bi tenê balkişandina ser qonaxa darvekirinê nayê mîsogerkirin û divê polîtîkayên civakî yên ji bo pêşîgirtina tundiyê werin xurtkirin. Cansu Şekercî, tekez kir ku girtîgehên zarokan ji bo hewcedariyên zarokan ne hawîrdorên guncaw in û bang kir ku pêşnûme bi nêzîkatiyek navendî ya zarokan re ji nû ve were destgirtin û wiha got: “Ger em mijara têkoşîna li dijî tundiyê ya di civakê de tenê li girtîgehan digrin dest, tê wateya ku em ji xwe dereng mane. Ger fikarek li ser pêşîgirtina tundiyê hebe, divê beriya ku sûc çêbibe wekî pirsgirêkek ewlehiyê were çareserkirin. Girtîgeh, xala dawîn a vê zincîrê ne. Bi taybetî dema ku dor tê ser zarokan, girtîgehên zarokan ji bo hewcedariyên zarokan qet hawîrdorên guncaw nînin. Peymana Neteweyên Yekbûyî ya li ser Mafên Zarokan jî, dibêje ku divê hepskirin bibe çareya herî dawî. Fikra em xistina zarokekî ya ji girtîgehê re ewlehiyê mîsoger dikin an jî pêşî li dubarekirina sûc digirin, li Tirkiyeyê bi rastiyekî re li hev na. Li girtîgehê gihîştina perwerdehiyê nîne. Gihîştina malbat û civaka sivîl pir sînordar e. Di nava tundiya ku ji aliyê tecrîd û jêrçandên girtîgehê ve hatiye afirandin de, vê yekê ji ewlehiyê re mîna çareserî pêşkêş kirin, tê wateya paşguhkirina tabloya rast. Par bi 160 rêxistinên civaka sivîl re banga lêkolînek berfirehtir hat kirin û Komîteya Lêkolînê ya Meclîsê hatibû damezrandin. Lê belê, divê pergalekî edaletê ya li ser zarokan e were pejirandin. Divê ev pêşnûmeya qanûnê ne bi vî rengî, bi nêzîkatiyek tevahî ku zarokan dixe navendê, ji nû ve bê sererastkirin.”