Parastineke Paradoksî ya vîrusa Neo-Pehlevî
Di xwepêşandanên dawî yên li Îranê de piştgiriya ku ji aliyê hinek hunermendên Kurd û Lur ve ji Neo-Pehlewiyê re hat dayîn, mîna encama siyaseta neçariyê, hegemonyaya medyayê û jibîrkirina dîrokî derket holê.
ŞÎLAN SAQZÎ
Navenda Nûçeyan – Di xwepêşandanên dawî yên li Îranê de, yek ji mijarên ku di qadên giştî û medyayê de nîqaşan derxist holê, piştgirî an jî sempatiya ku hinek hunermendên Kurd û beşek ji civaka Lur ji bo Neo-Pehlewiya ya Ewropî nîşan da bû. Her çiqas ev tevger xwe mîna "alternatîfek piştî Komara Îslamî" pênase bike jî, têkiliya bi tundî, zordariya etnîkî û neteweyî û avakirina dewlet-neteweyî ya otorîter a serdema Pehlewiyê re eşkere nekir.
Di destpêkê de ev diyarde mîna nakokiyeke exlaqî û dîrokî tê dîtin. Kesên ku civakên wan di serdema Pehlewî de rastî komkujî, tepeserkirina leşkerî, înkarkirina zimanî û paqijkirina siyasî hatine, çawa dikarin îro parêzvaniya mîratgirên sembolîk bikin? Bersiva vê pirsê ne di "jibîrkirinek hesan” ne jî "xiyaneta takekesî" de ye; bersiv di hevgirêdana tevlihev a qeyrana alternatîfên siyasî, hegemonyaya medyayê, hilweşîna bîra kolektîf û kêmkirina siyasetê ya ji bo qadeke sembolîk de ye.
Siyaseta neyînî û hilweşîna asoya dîrokî
Asta ewil, mantiqa ku li ser siyaseta hemdem a Îranê serdeste nîşan dide, ango siyaseta neyînî ku Komara Îslamî red dike. Ji ber ku rejîma Îranê mîna pergalek navendî, otorîter û dijminê jinan çalakiyên rêxistinkirî tepeser dike, siyaset êdî ne erênî û bernamekirî ye û daket asta tenê dikare ji rejîmê re bibêje "na". Di vê rewşê de dîrok ne mîna çavkaniyek krîtîk, mîna astengiyek tavilê ya li ser rêya rizgariyê tê dîtin. Di vê hêlê de vîrusa Neo-Pehlewî, mîna redkirina Komara Îslamî tevdigere. Ev yek bi tiştê ku felsefeya siyasî jê re dibêje "rawestandina dîrokê ya di demên krîzê de" li hev dike; ango êşa heyî û tundiya kûr a rabirdûyê mîna demkî nayê dîtin û bêwate dike.
Hegemoniya medyayê û spîkirina dîrokê
Medyaya bi zimanê Farisî ya li derveyî Îranê, bi taybetî di serdema piştî şoreşê de bi pêşkêşkirina perspektîfek nostaljîk li ser serdema Pehlewî ya bi rêya gotina "jin, zirar, azadî" dîrokê beravajî kir û zilmê paşguh kir. Soza modernîzasyonê mîna azadbûna ji kedxwariya navxweyî, ewlehî mîna azadbûna ji zextê û azadiya civakî jî mîna azadbûna ji înkarkirina nasnameya etnîkî hate pêşkêş kirin. Lê belê, dîrok bi berovajî vê yekê re tijî ye.
Di vê vegotinê de komkujiya eşîrên Lur a di salên 1930’yan de, piştî sala 1946’an tepeserkirina Komara Kurdistanê ya ku navenda wê li Mehabadê ye, darvekirin û sirgûnkirina lîderên Kurd û hilweşandina avahiyên xweseriya herêmî an tên jêbirin an jî ji bo "neçariyên avakirina dewletê" re tê daxistin. Hunermendan, pirî caran rastî van vegotinên hestiyar û hêsankirî tên û dîrok êdî rabirdûyek bê birîn, bêbeden û ji xwîn û berpirsyariyê hatine paqîjkirin e.
Di heyama pehlewî de polîtîkayên ewlehiyê yên Kurd û Luran
Ji bo fêmkirina vê nakokiyê, pêwîst e em vegerin dîroka bi xwîn a serdema Pehlewî. Di serdema Şahê Reza de eşîrên Lur (Luristan, Îlam, Baxtiyarî) bi rêya siyaseta "Taxte Qapu" hatin bêçekkirin, rastî zextên bi xwîn hatin û gelek eşîr hatin qirkirin an jî sirgûnkirin. Avahiyên civakî bi navê "rêkûpêk û navendîbûnê" hatin hilweşandin.
Kurdên li Rojhilat di her du serdeman de jî, mîna gefek ewlehiyê hatin pênasekirin û mîna welatî nehatin dîtin. Suîqasta Îsmaîl Aqasemko ya di sala 1930’yan de û darvekirina lîderên Komara Mehabadê ya di sala 1946’an de, qedexekirina zimanê Kurdî û ji holê rakirina desthilatdariya xweser ne îstîsna bûn, polîtîkayên avahîsaziyê bûn. Ev dîrok, nîşan dide ku tundiya Pehlewî ya li dijî Kurd û Luriyan, perçeyek yekgirtî ya avakirina netew-dewleta navendî bû.
Gelo îro çima ev dîrok ewqas bêreng e? Beşek dikare di kesayetîkirina siyasetê de bê dîtin. Bi taybetî kes di qada hunerê de mîna hilgirên bîra kolektîf wêdetir, mîna medyayê û mijarên kûrewî tevdigerin. Di vê çarçovê de siyaset ne berpirsyariyek dîrokî, vediguhere jestek ehlaqî. Dema ku çalakiya kolektîf û girêdanên dîrokî qels dibin, rabirdû dibe têgehek razber û dikare ji bo "azadiya niha" bi awayekî demkî bê taloqkirin.
Di vê çarçovê de Neo-Pehlavizma bi navend Ewropî, tam li ser vê qutbûnê xwedî dibe û bêyî ku bersivê bide rabirdûyê, bêyî rola Pehlawî ya di komkujî û zordariyê de qebûl bike, navendîbûnê çareser bike û sozên zelal bide federalîzmê an mafên neteweyî, xwe mîna alternatîfek "nûjen û sekuler" pêşkêş dike. Ev dikare mîna "despotîzm bê bîr" bê binavkirin û ev yek hêzekî ku bêyî berpirsyariya sûcên berê bigre ser xwe an jî lêborînê bixwaze, hewl dide pêşerojê ava bike ye.
Siyaseta neçariyê û rawestandina ehlaqê dîrokî
Yek ji têgehên sereke yên ji bo têgihîştina vê veguherîna paradoksî, "siyaseta neçariyê ye.” Tundiya heyî, berpirsyariya ehlaqî ya dîrokê radiwestîne. Her çend Komara Îslamî rojane beden, ziman û jiyana civakî tepeser dike jî, hinek kirdeyan (hunermend jî di nav de) destekkirina her hêzek ku dikare rewşa heyî rawestîne rewa dibînin. Ev mantiq di asta hestyarî de rûberî ye û di felsefeya siyasî de tê wateya rawestandina berpirsyariya dîrokî.
Di vê çarçoveyê de, dîrok ne mîna birînek vekirî, ji bo rizgariyê mîna "barekî ne hewce" tê dîtin. Ev kêlî di şûna "ehlaqa siyasî" de ji "ehlaqa jiyanê mayîn re” dihêle. Lê belê dîrokê bi berdewamî nîşan daye ku rizgarbûnek ku hesabdayînê taloq dike, çerxa tundiyê ji nû ve hildiberîne.
Di projeyên desthilatdar de jibîrkirina rêxistinkirî
Ev diyarde ne tenê ji bo Îranê ye. Di gelek civakên post-desthilatdar de mîratgirên rejîmên tepeserker bi pişta xwe spartin siyasetek westandina civakî û pêwîstiyê û hewl dane ku rabirdûyê bidin aliyekî. Li Îspanyaya piştî Franco, "peymana jibîrkirinê" mîna rêyek ji bo veguheztinê hatiye pêşkêşkirin, lê edaleta dîrokî ji bo aramiya siyasî hat qurbankirin. Li Şîliya piştî Pînochet, derengketina rûbirûbûna bi dîrokê re, dabeşbûnên kûr ên civakî bi dehsalan domand.
Neo-Pehlawîzm a navend Ewropî jî, bi zanebûn heman mantiqê bikar tîne, veguheztina ji Komara Îslamî bêyî rûbirûbûnek bingehîn a bi pirsgirêkên dewleta navendî, tundiya li dijî derdor û înkarkirina civaka pir-etnîkî pêk tê. Di vê çarçoveyê de, hunermendan bêyî ferqbûnê vê "jibîrkirina rêxistinkirî" ji nû ve hildiberînin.
Xalek din a girîng, veguherîna siyasetê ya ji bo qadek sembolîk e. Di medyaya dîjîtal de piştgiriya ji bo kesayetek an tevgerek siyasî, pirî caran ne mîna kiryarek demdirêj e, çalakiyek demkî û nîşandanî ye. Ev siyaseta sembolîk, bi taybetî ji bo hunermendên ku amûrên wan wêne, deng û beden in balkêş e, lê belê dema ku ji analîza avahîsaziyê bê veqetandin, dikare bi awayekî lez bikeve xizmeta hêzên serwer.
Qeyrana perwerdehiya dîrokê û jêbirina vegotinên xwecihî
Divê qelsiya perwerdehiya dîrokê û jêbirina vegotinên xwecihî jî neyê paşguhkirin. Dîroka fermî, di serdemên Pehlewî û Komara Îslamî de vegotinên Kurdî û Lur tepeser an jî marjînal kir. Di encamê de heta di nava zarokên mexdûr de jî, dîrok bi perçe, kêm û bi piranî bi devkî hat veguhestin.
Di nebûna saziyên bîrê yên bihêz (muzexane, arşîv, sînemaya rexnegir, wêjeya dîrokî) de, ev vegotinên birîndar nikarin bi vegotinên nîşandanî yên bi rêya medyayê têne pêşkêşkirin re pêşbaziyê bikin. Neo-Pehlewîtî, vê valahiya vegotinê bi zimanê nûjen, dîtbarîkirina profesyonel û referansa "Rojava" re tijî dike, dîroka tundiyê dide aliyekî.
Di vê xalê de berpirsyariya hunermend jêneveger e. Di civakên mîna Kurdistan û Luristanê de bîra kolektîf bi komkujî, sirgûn û înkarkirinê ve hatiye hunandin û hunermend ne tenê hilberînerê bedewî an deng e, di heman demê de hilgirê bîrê ye jî. Çalakiya hunerî, çi bi zanebûn û çi jî bê zanebûn be, di qada hez de wateyek qezenc dike.
Parastina projeyekê ku bi dîrokê re rûbirû nabe, tê wateya dayîna tevkariya ji bo pêvajoya spîkirina dîrokê. Ev yek ger pozîsyona sembolîk a hunermend ji bo civakê xalek referansa ehlaqî peyda bike, hêj bêtir dibe bi pirsgirêk.
Di encamê de di xwepêşandanên dawî yên li Îranê de parastina Neo-Pehlawîzma navend Ewropî, tenê xeletiyek takekesî ye, nîşaneyek piralî ya qeyrana alternatîfên siyasî, siyaseta pêwîstiyê, hegemonyaya medyayê, hilweşîna bîra dîrokî û nebûna serokatiya rewşenbîrî ya kolektîf e.
Dîrok me hişyar dike; tu veguherînek siyasî ya li ser jibîrkirina tundiya dîrokî û rawestandina mafên kolektîf ava bûye, nikare azadiya mayînde bi dest bixe. Despotîzm dikare rûyê xwe biguherîne, lê mantiqa xwe diparêze. Rizgariya rast, tenê bi riya hevgirtina bîr, edalet û pêşerojê ya li ser asoyek hevpar pêkan e û ev berpirsiyarî ne tenê ya siyasetmedaran, di heman demê de ya hunermend û aktorên çandî ye jî.
Li cihê ku civak bi komkujî, tasfiye û înkarê re hatiye asêkirin, tu projeyek siyasî bêyî rûbirûbûna paşerojek olî an jî sekuler, ne xwedî mafê spîkirin an jî rewakirinê ne ye. Rizgariyek li ser bingeha jibîrkirinê, bidawînebûna tundiyê, bi şewazek cuda ji nû ve hilberandina tundiyê ye.