Li Îran perwerdeya bikaranîna çekan ji bo zarokan bû sedema nîqaşan

Li Îranê di demên dawî de bi zêdebûna polîtîkayên zextê û gotinên ‘ewlekariyê’ re dîmenên perwerdeya çekan ji zarokan hatin weşandin. Pisporan hişyar kirin ku dayîna perwerdeya hînkirina çekan ji bo zarokan dê şîdetê normalîze bike.

Navenda Nûçeyan – Li Îranê di mehên dawî de di warê ewlehî û siyasete de pêvajoyeke tund destpê kiriye. Bi zêdebûna binçavkirina mirovan, darvekirin û zextan re, dîmenên nû yên hatin weşandin, bûn sedema nîqaşan.

Di wêne û vîdyoyên ku di medyaya dîjîtal de hatin weşandin de, hat dîtin ku zarok di çalakiyên fermî de perwerdeya bikaranînan çekan dibînin.
Li gorî şopdar û çavdêran, hikumeta Îranê di demên dawî de ji bo xurtkirina gotinên xwe yên ewlehiyê gav avêtiye û medyaya fermî û bernameyên televîzyonê her ku diçe bêtir xwe dispêrin zimanê şer û gefan.
Di hinek bernameyan de, hat xuyakirin ku pêşkêşvan bi cil û bergên leşkerî û çekên xwe derketibûn, têgehên wekî “amadebûna şer” û “parastina çekdarî” wekî nirxên hevpar tên pêşxistin.

Weşandina dîmenên ku zarok di bin çavdêriya zilaman de bi cilên leşkerî perwerdeya çekan dibînin bû sedema rexneyên berfireh. Van kiryaran ne tenê wekî çalakiyên perwerdeyî, wekî beşek ji “propagandaya hikumetê” ya ku armanc dike çanda tundiyê di hişê nifşê nû de biçîne” hat dîtin.

Civaknas û psîkologên zarokan hişyarî kirin ku di temenê biçûk de eşkerekirina sembolên şer û çekan ji bo zarokên biçûk dibe sedema bandorên kûr li ser tevger û pêşveçûna wan a psîkolojîk. Lêkolîn nîşan didin ku zarok di vê qonaxê de têgehên hêz û nasnameyê ji derdora xwe digrin.
Her çendî li gelek welatan qanûnên hişk hene, beşdarbûna zarokan di propagandaya leşkerî de qedexe dikin jî di demên krîzên siyasî de, Îran gelek caran zarokan di projeyên îdeolojîk de, ji kampên paramîlîter bigre heya bernameyên medyayê yên ku “lehengê çekdar” wekî modelek nîşan didin, bikar tîne.

Medyaya dewletê veguherî platformeke seferberiya leşkerî

Çavdêr bawer dikin ku medyaya dewleta Îranê êdî ne tenê amûreke ji bo ragihandina nûçeyan e, bûye platformeke vekirî ji bo propagandaya ewlehiyê. Bernameyên ku balê dikşînin ser “gefên derveyî” û “amadekariya şer” zêde bûne.
Di vê çarçoveyê de, perwerdekirina zarokan a bikaranîna çekan êdî tenê wekî bûyerek nayê dîtin, wekî beşek ji “siyaseta yekgirtî ya armanc dike tundiyê rewa bike û wê wekî nirxeke neteweyî pêşkêş bike” tê dîtin.
Analîst destnîşan dikin ku hikumetên bi krîzên rewabûnê re rû bi rû ne, gelek caran serî li afirandina “dijmineke daîmî” didin û tirsê wekî amûra kontrolê bikar tînin. Li Îranê, têkeliya tepeserkirina navxweyî û propagandaya şer xuya dike ku girêdana zêde ya bi amûrên ewlehiyê re ji bo birêvebirina civakê nîşan dide.

Rexnegir dibêjin ku weşandina wêneyên zarokên ku çekan hildigrin di demeke ku welatî ji krîzên aborî yên dijwar, bêkarî, koçberiya zêde û tepeserkirina siyasî êşan dikşînin de tê weşandin, ev yek jî ji bo gelek kesan van dîmenan dike nîşaneya qeyrana xerabtir û nîşandana hêzê.

Di bin van şert û mercan de, gelek malbat tirs û fikarên xwe tînin ziman û diyar dikin ku ev meyl dê çanda tundiyê di nava civakê de bi cih bike û pêşeroja psîkolojîk û perwerdehî ya zarokên wan bixe bin metirsiyê. Li şûna perwerdeyê, çek wekî sembolên nasname û aydiyetê tên pêşkêşkirin. Ev yek wekî nîşaneyek xeternak a çûyîna ber bi tundî û bêewlehiyê ve tê dîtin.