‘Paqijkirina jîngehê erka her kesî ye’

Di Roja Jîngeha Kurdistanê de, jin ji bo şînkirina bajêr hewl didin û dibêjin: “Paqijkirina bajar erkê hemwelatî û aliyên peywendîdar in. Paqijgirtina jîngehê erka herkesên ku li ser vê xakê dijîn e.”

HÊLÎN EHMED

Silêmanî – 16’ê Nîsanê weke Roja Jîngeha Herêma Kurdistanê hatiye diyarkirin. Sedema sereke ya diyarkirina vê rojê, qirêjiya jî êrîş, kargeh, sotemenî, birîna daran, ji navbirina çiya û çêkirina projeyên niştecihbûnê ya bi destê mirovan e. Êrîş zirarek mezin dide jîngeha herêmê. Dewleta Tirk bi rêya bombekirina çiya û gundan hewl dide jîngeh û axa Kurdistanê tune bike. Her wiha zêdebûna kargehan li herêmên niştecihbûnê û dûmana wan, sedemên sereke yên qirêjbûna jîngehê ne. Divê bi rêya hişyarkirina civakê, ji bo paqijkirina jîngeha herêmê xebat bên kirin.

‘Em bi xwe dikarin jîngeha xwe biparêzin’

Nivîskar, rojnamevan û endama Rêxistina Cîhê Jiyana Nû Dêrîn Cemal diyar kir ku tevî hebûna xweza û bedewiya herêma Kurdistanê, her tim qirêjbûna jîngehê zêde dibe û wiha got: “Tunekirina daristanan ji bo projeyên nîştecihbûnê sedema qirêjbûna jîngehê ye. Dema ku hîma avahiyek tê danîn, divê şertên şînkirinê jê re were danîn. Her wiha dewleta Tirk a dagirker bi rêya êrîşên xwe hewla jinavbirina jingehê dide û hewl dide ku gundên herêma Kurdistanê vala bike. Wek hemwelatî em nikarin çareserî ji bo êrîşan bibînin. Lê belê em dikarin bi rêya paqijgirtina jîngehê û kêmkirina rêjeyên erebeyan, çandina daran û şînkirinê, jingeha xwe paqij bigrin. Dema bingehê projeyekê ji bo nîştecihbûnê didin, divê çavdêriya jîngehê ji bo projeyan encam bidin, bi projeyên şînkirinê herêmê şîn bikin. Lê belê proje ji bo ji navbirina çiya û birîna daran in. Niha gelek projeyên bajarê Silêmanî, çiyayê Guwêj girtine û daran dibirin û çiyayan ji bo encamdana projeyên nîştecihbûnê xira dikin. Bi temambûna projeyê re şînahî kêm dibe.”

Dêrîn Cemal destnîşan kir ku divê aliyên peywendîdar bi rêya şînkirin û rêgirîkirina li qirêjbûna jîngehê, hewla ji bo paqijkiirina jîngehê bidin û wiha got: “Her wiha bi rêya jîngehparêzan pêşniyar ji bo parlementoya Kurdistanê bikin, da ku bikaribin wek zagonekê derxin, bi dayîkbûna her zarokekê, ji aliyê malbatê ve darek were çandin, da ku bi wê riyê hemwelatî bikarin bajarê xwe şîn û paqij bigirin.”

‘Paqijgirtina jîngehê erka herkesî ye’

Endama Rêxistina Bihevre Jiyana nû Naske Elî Kerîm jî bi van gotinan behsa paqijkirina jîngeha herêma Kurdistanê kir: “Paqijgirtina jîngehê erka herkesên ku li ser vê xakê dijîn e. Jîngeh tê wateya jiyankirinê. Jiyana herkesî, bi jîngeha bajarê wan ve girêdayî ye. Lê belê dewletên derdorê bi rêya êrîşên xwe hewl didin ku axê bikin kavil û jîngeha xweşik a herêma Kurdistanê ji holê rakin. Divê her kesek ji aliyê xwe ve jingehê şîn bike, da ku bikarin pêşiya pirsgirêkên jîngehê bigrin. Her wiha peyamên me ji bo dagirkeran ew be ku ger hûn jîngeha me têk bidin, em ê zêdetir jîngeha xwe şîn bikin. Qirêjbûna jîngehê zirarê dide hemwelatiyan. Pêwîstiya me hemwelatiyan, bi hişyarkirina kesan heye. Qirêjbûna jîngehê bûye sedemê gelek nexweşiyan. Rêjeyek zêde ji hemwelatiyan bi nexweşiya penceşêre ketine. Sedemê wê jî, qirêjbûna hewaya li herêma Kurdistanê ye. Lê belê tê dîtin ku ligel avakirina projeyan li cîhê jîngehê xweşik bikin zêdetir qirêj dibe. Divê her kes ji aliyê xwe ve hewl ji bo paqijkirina herêma xwe bide. Zarok di pêşdibistanan de werin perwerdekirin da ku bikarin nifşên nû jîngehê ji bo jiyankirinê biparêzin. Her wiha hewmelatî li malên xwe hewl bidin ku Kurdistanê şîn bikin.”