Li Mexribê polîtîkayên jinan û wekheviya qanûnî hat nîqaşkirin

Li Mexribê ji aliyê Komeleya Tahaqqui ve ji bo nirxandina polîtîkayên jinan û reformên wekheviya qanûnî ya li Mexribê ya ji bo serdema 2021-2026’an, forumek diyaloga sazûmanî li dar xist.

HENAN HERÊT

Mexrib – Komeleya Tahaqqui (Challenging Equality & Citizenship), îro ji bo nirxandina polîtîkayên jinan û reformên wekheviya qanûnî ya li Mexribê ya ji bo serdema 2021-2026’an, forumek diyaloga sazûmanî li dar xist.

Beşdaran bandoriya polîtîkayên ji bo jinan û lihevhatina wan bi bendên Makezagona Bingehîn a Mexribê û lihevhatina qraltiyê ya bi teahûdên navneteweyî re nîqaş kirin.

Beşdaran, destnîşan kirin ku li Mexribê di qada parastina civakî, tenduristiyê û alîkariya malbatê de pêşketin çêbûye û bi rêya Qanûna Bi Hejmar a 103.13’an ji bo têkoşîna li dijî tundiyê gav hatine avêtin. Destnîşan kirin ku lê qanûn ne yekgirtinê, di parastin û temsîlkirina jinan de kêmasî hene û koordînasyona nava sazî û beşdariya civaka sivîl ne têrkêr e. Beşdaran, diyar kir ku hewcedariya lezgîn a avakirina saziyek wekheviyê, sererastkirina Qanûna Malbatê û pêşxistina polîtîkayên kar, ji bo jinan pir girîng e.

Forum, destnîşan kir ku pêdivî nêzîkatiyek yekgirtî heye. Diyaloga berdewam a nava sazî, nirxandinên bandora zayendî ya civakî ya beriya qanûnên nû, budçeyên hesas ên zayendî û bi zemîna neteweyî re pêşbiniya jinan. Mîna sedemên têkçûna bidestxistina wekheviya rasteqîn jî, hişmendiya kevneşopî, temsîliyeta kêm a jinan, qanûnên nebaş û nebûna pêkanîna pratîkî ya mafan hate destnîşan kirin.

Teahûdên sazûmanî û çavdêriya mafan

Konseya Neteweyî ya Mafên Mirovan, diyar kir şopandina binpêkirinên mafan û xurtkirina mafan ji bo wekheviyê girîng in. Beşdaran, destnîşan kirin ku hewceyê mekanîzmayên çavdêriyê bên xurtkirin û standardên navneteweyî yên mafên mirovan tevlî polîtîkayan bên kirin.

Seroka Komeleya Tahaqqui Buşra Abdu, diyar kir parastina jinan ji hebûna qanûnan zêdetir, girêdayî îradeya saziyan a pêkanîna van qanûnan re girêdayî ye. Buşra Abdu, diyar kir ku forumê ji bo ku qanûnên dawî yên li ser wekhevî û tundiya li dijî jinan werin nirxandin, derfetek girîng peyda kir. Buşra Abdu, destnîşan kir ku armanca sereke "veguherîna ji nivîsan a ber bi bandora berbiçav a qadê” ye û diyar kir diyaloga dewlet-civaka sivîl ji bo polîtîkayên dadmendtir û bibandortir girîng e.

‘Nebûna koordînasyonek birêkûpêk hevkariya komeleyan qels dike’

Parêzer û endama Komeleya Tahaqqui Zahya Amumu, da zanîn nirxandina serdema 2021-2026 nîşan dide ku nêrîna zayendî ya civakî hêj bi giranî di parlamento, hikûmet û polîtîkayên giştî de kêm e. Zahya Amumu, destnîşan kir ku ev kêmasî di rêziknameyên qanûnî û rêveberiya budçeyê de jî xuya dike. Zahya Amumu, diyar kir nebûna koordînasyonek birêkûpêk a bi civaka sivîl re, hevkariya bi komeleyên ku qada bi jin û ciwanan re dixebitin qels dike û polîtîkayên giştî ji rastiyê qut dike û da zanîn lewma ev yek di navbera reformên ku ji aliyê saziyan ve hatine ragihandin û pêkanînên di qadê de valahiyek girîng diafirîne.

Zahya Amumu, da zanîn forum ji bo hêsankirina diyaloga rasterast a di navbera saziyên destûrî de girîng e û pêkanîna saziyek wekhevî û dijî cudakariyê dê dînamîzmek rasteqîn li pêvajoyê zêde bike. Zahya Amumu, diyar kir ev sazî bi entegrekirina nêrîna zayendî ya civakî ya ji polîtîkayan re xwedî kapasîteya baştirkirina rewşa qanûnî û civakî ya jinan e.