‘Bêdengiya jinan a li dijî tundiyê ji bo tundiyê nabe çareserî’

Rêvebera Pirtûkxaneya Ewqaf Kewser Mihemed destnîşan kir ku malbat di nava malê de, zarokên xwe li ser aqlê mêrsalar perwerde dikin, ev jî dibe sedema desthilatdariyê û got ku divê hişyariya malbatan zêdetir bibe.

Silêmanî – Tundiya li dijî jinan, diyardeyek e ku li dijî wê pêwîstî bi têkoşînê heye. Çend cûreyên tundiyê wek fîzîkî, elektronîk, derûnî, civakî û siyasî hene. Li herêma Kurdistanê tundiya li dijî jin û zarokan her diçe zêde dibe. Aqlê mêrsalarî, desthilatdarî û milkiyeta mêran, şikandina îradeya jinê ya ji bo têkoşîn û rêgirîkirina li hebûna aboriya serbixwe, ya jinê ye. Bi lewazkirina îrade û cihê jinê, hewl dide jinê bi karê malê ve dîl bike û bi xwedîkirina zarokan ve girêbide.

Ji Kanûna sala 2021’an ve ti daneyên tundiyê nehatine belavkirin

Jinan girêdayî aboriya mêr û temaşekirina jinê ya wek milkê mêr dike. Ev jî bûye sedemê zêdebûna tundiyê. Ji vê qalibê aqlê di civakê, tundî û kuştina jinan derdikeve. Rêveberiya têkoşîna li dijî tundiya dijî malbatê, salên berê, mehane daneyên tundiyê û kuştina beramberî jinan di malpera fermî ya Rêveberiyê de belav dikir. Lê belê ji meha Kanûna sala 2021’an ve ti dane nehatine belavkirin. Tevî wê mafnas û çalakvanên mafê jinan derbarê zêdebûna tundiyê de hişyarî didin. Her tim daxwaz ji aliyê peywendîdar û aliyan dikin ku erkên xwe yên rast bi cih bînin û pêşî li tundiyê bigrin. Tevî vê jin bi navê namûsê tên kuştin, lê belê heta niha ti encamake nehatiye derxistin. Rewş her kû diçe xirabtir dibe.

‘Tundî civak û malbata hilweşiyayî bingeh digre’

Rêvebera Pirtûkxaneya Ewqaf Kewser Mihemed, ji ajansa me re behsa çalakiyên jinan ên di çarçoveya çalakiyên pêngava 16 rojî ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de kir. Kewser Mihemed diyar kir ku hemû rêxistin karê xwe ji bo pêşwazîkirina çalakiyên di 16 rojên têkoşîna li dijî tundiya ser jinan de dikin. Kewser got ku jin hewl didin ku bikarin pirsgirêkan bi civakê bidin fêmkirin û piştre civakê ber bi hişyariya zêdetir ve bibin û agahiyên balkêş bi me re parve kir. Kewser wiha got: “Niha tundî li herêma Kurdistanê bûye diyarde. Her ku diçe zêde dibe. Tundî ne tenê li dijî jinan e, zarok û malbat jî rasterast rastî tundiyê tên. Tundiya ji aliyê mêran ve tenê jinan nake hedef, encamên wê di zarok, malbat û civakê de xwe dide der. Civakê paş ve dibe, zarok û malbat ber bi lewazbûnê ve diçe. Civak û malbata hilweşiyayî bingeh digre.”

‘Rêxistinên jinan ji bo hişyarkirina jinan dixebitin’

Kewser Mihemed destnîşan kir ku rêxistin û aliyên peywendîdar bi rêya pêngava 16 rojî ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, ji bo hişyarkirina kes û civakê hewl dide. Kewser anî ziman ku her wiha hewl dide ku jin derbarê zagon û mafê xwe de bibin xwedî agahî, da ku di civakê de hê zêdetir xebat bê meşandin. Kewser balkişand ser dozên kuştina jinan û wiha pê de çû: “Tundî di tundiya derûnî, fîzîkî û kuştinê de tê dîtin. Em rojane rastî van cûreyên dozan tên. Dozên kuştina jinan hebû, tenê ji ber nameyekê bû, yan ji aliyê bira û hevjînên xwe ve li ser peywendiyek telefonê hatine kuştin. Ev cûreyên bûyeran civakê ber bi tundiyê ve dibin. Tevî tundiyê jin bi hêz in û ji bo zarok û malbata xwe winda nekin, li beramberî tundiyê disekinin. Ji bo domandina jiyanê tundiyê qebul dikin, tevî zîhniyeta mêrsalar a di civakê de, têkoşîna xwe didomînin.”

‘Divê malbat hê zêdetir werin hişyarkirin’

Kewser Mihemed anî ziman ku hemû mirov xelet dibin, gelek malbat rastî tundiyê tên û ger ne bi kuştinê be, bi rêya êş û têkdana aliyê derûnî ya malbatê, tundî tê encamdan. Kewser jêderka pirsgirêkê bi zarokatiyê ve girêda û nirxandina xwe wiha bidawî kir: “Pirsgirêka civaka me, ji zaroktiyê destpê dike. Malbat di malê de zarokan li ser aqlê mêrsalar perwerde dikin, ev jî dibe sedema desthilatdariyê. Divê malbat zêdetir werin hişyarkirin. Di nava malbatan de aqlê mêrsalarî kontrol bikin, da zarokek tendurist bîne nava civakê. Hişyarkirina malbatan bi rêya panel, semîneran û rêxistin û aliyên peywendîdar hewl ji bo çareserkirinê bidin. Piştre bi rêya medyaya dijîtal agahdariyan belav bikin, da hemû kes jê sûd bigrin.”