OHD: 7 zarok di girtîgehê de 2 jî di malê de dîl in

Komîsyona Zarok û Bîrê ya OHD’a Stenbolê bertek nîşanî binçavkirin, girtin û îşkenceyên piştî Newrozê pêk hatibûn da. Sekreteryaya Komîsyonê da zanîn ku 7 zarok di girtîgehê de ne û 2 zarok jî di hepsa malê de ne.

Navenda Nûçeyan – Newroza 2026’an li Kurdistan û gelek bajarên Tirkiyeyê bi tevlibûna milyonan kesan hate pîrozkirin. Piştî Newrozê li gelek bajaran polîsan avêt ser malan û sedan kes bi îşkenceyê binçav kirin û gelek kes jî piştre hatin girtin. Komîsyona Zarok û Bîrê ya Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Stenbolê li avahiya xwe ya Beyogluyê daxuyanî da û li hember binçavkirin, girtin û îşkenceyên piştî Newrozê pêk hatibûn bertek nîşan da. Daxuyanî ji aliyê sekreteryeya Komîsyona Zarok û Bîrê ya OHD a Stenbolê Meryem Agar ve hate xwendin.

‘Gel li qada Newrozê sekna xwe ya aştiyê aşkere kir’

Meryem Agar anî ziman ku Newroz ne tenê rojekî tê pîrozkirin e, çand, bîr û dîroka gelê Kurd e û wiha axivî: “Newroza 2026’an jî bi dirûşmeya ‘Newroza Azadî’ hat pîrozkirin. Bi milyonan kes tevlî Newrozan bûn û dengê xwe bilind kirin. Gel li qada Newrozê sekna xwe ya aştiyê aşkere kir. Di Newrozan de ti bûyer derneket. Lê piştî Newrozê me dît ku refleksa dewletê ya ewlehiyê hê jî berdewam dike. Dewlet sekna aştiyê wekî ‘gefa siyasî’ dît û bi sedan kes hatin binçavkirin.”

‘7 zarok girtî, 2 zarok jî di hepsa malê de’

Di berdewama daxuyaniyê de Meryem Agar destnîşan kir ku li Stenbolê 15 zarok bi hinceta tevlî Newrozê bûne hatine binçavkirin û ev tişt gotin: “4 ji van 15 zarokan, bi hinceta ‘propagandaya rêxistinê kirine’ hatin girtin, ji 2 zarokan re jî biryara hepsa malê hate dayîn. Li Îzmîrê zarokek bi hinceta ‘Bi lêva xwe hin tişt gotine’ li Êlihê zarokek bi hinceta ‘Li ser dikê stran gotiye’, li Amedê jî zarokek hatiye girtin. Bi giştî 7 zarok di girtîgehê de ne, 2 zarok jî di hepsa malê de ne.”

‘Me ji bo aşkerabûna kiryaran gilî kir’

Di dawiyê de Meryem Agar diyar kir ku girtina zarokan li dijî hiqûqê ye û wiha got: “Divê mafê zarokan were parastin. Sûcê ku zarok jê tên sûcdarkirin nekarî bên qebûlkirin. Zarokên ku hatine binçavkirin, îşkence li wan hatiye kirin. Tu awayek îşkence nayê qebûlkirin. Li gorî peymana Neteweyên Yekbûyî (NY) di xala 37’emîn de diyar e ku îşkenceya zarokan li dijî mirovahiyê ye. OHD’ê, ji bo ku kiryar derkevin holê gilî kir. Em ê heta dawiyê li pey doza zarokan bin.”