Kovara Jin vê heftiyê balê dikşîne ser edalet û aştiyê
Kovara Jin di hejmara xwe ya 185’an de bi sernavê "Ji Şînê Ber Bi Aştiyê Ve: Heqîqet û Jiyanek Hevbeş"derket. Kovar di vê hejmarê de bi nivîsên li ser aştî, edalet û bîra civakî perspektîfeke nû pêşkêşî xwendevanan dike.
Navenda Nûçeyan – Hejmara 185’an a Kovara Jin bi sernavê "Ji Şînê Ber Bi Aştiyê Ve: Rastî û Jiyanek Hevbeş" derket. Kovar di vê hejmara xwe ya nû de bi nivîsên xwe yên berfireh balê dikişîne ser mijarên girîng ên wekî aştî, rastî, şîn, edalet, bîra civakî, azadî û ji nû ve avakirina hevjiyanê.
Di vê hejmarê de ku nivîskar û lêkolînerên cûda cih digirin, gelek mijarên têkildarî pêvajoyên civakî û siyasî tên nirxandin. Sernavên sereke yên ku di vê hejmarê de cih digirin ev in:
“Ma Aştî Bêyî Dîtina Gorekê Dikare Were?” – Dîlan Babat
Roja Piştî Aştiyê: Kî Dê Hevjiyanê Ava Bike?” – Atiye Arikan
Şer, Mirin û Şîn” – Hûda Kaya
Elewî û Hejmara Danezanê” – Yûksel Mutlu
Ma Sosyolojiya Azadiyê Mimkun e? Ji Perspektîfa Azadiya Kurdan Ve Ji Nû Ve Ramankirina Civakê” – Gûlîzar İpek”
Kovara Jin bi van mijarên ku di nava civakê de rojev e, perspektîfeke nû pêşkêşî xwendevanên xwe dike.