TJA’yê ji bo bûyerên Kobanê banga lêpirsîneke serbixwe û zelal kir
Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî bûyerên li Kobanê daxuyaniyek weşand. TJA’yê bal kişand ser hedefgirtina hevjiyana gelên Kurd û Ereb û banga lêpirsîneke serbixwe û zelal kir.
Amed – Tevgera Jinên Azad (TJA) derbarê bûyerên li Kobanê de ku 9 kesan jiyana xwe ji dest dan û 17 kes birîndar bûn, daxuyaniyek weşand. TJA’yê daxwaza lêpirsîneke serbixwe û zelal a bûyeran kir û bang kir ku pêşî li dijminatiya gelên Kurd û Ereb bê girtin.
Daxuyaniya TJA’yê di serî de sersaxî ji malbatên welatiyan re û hemû gelê Kobanê xwest û destnîşan kir ku geşedanan bi bûyera qetilkirina Sîpan Hiznî re dest pê kir û wiha anî ziman: “Geşedanên ku bi qetilkirina Sîpan Hiznî li Rojavayê Kurdistanê re dest pê kirin û bi mirina 9 kesan li girtîgeha Kobanê girantir bûn, xetereyeke cidî ji bo gelên me nîşan didin. Berî her tiştî, em sersaxiyê ji malbatên welatiyên xwe yên ku jiyana xwe ji dest dane û ji hemû gelê xwe re dixwazin, ji birîndaran re başbûnek bilez daxwaz dikin; em ji gelê Kobanê re jî sersaxiyê dixwazin. Divê destûr neyê dayîn ku ev pêşketinên ku hesasiyetên civakî yên gelên Kurd û Ereb hedef digirin, bibin sedemapevçûnekê ku dê gelan li dijî hev rake.”
'Divê bûyer bi berfirehî werin lêkolînkirin'
TJA’yê di dewama daxuyaniya xwe de tekez kir ku: "Tiştên qewimîn, nikarin ji pêvajoya entegrasyonê ya li Sûriyeyê tê meşandin serbixwe werin nirxandin. Nêzîkatiyên li hember mafên ziman û nasnameyê yên gelê Kurd, bertekên civakî û bûyerên provokatîf ên piştre nîşan didin ku hen hêz hene ku dixwazin bi karanîna hesasiyetên gel pêvajoyê sabote bikin. Divê kuştina Şehîd Sîpan Hiznî û bûyerên li Kobanê di vê çarçoveyê de werin lêkolînkirin û divê hemû berpirsiyar werin eşkere kirin. Hikûmeta Şamê û hêzên girêdayî wê polîtîkayên xwe yên zilm û tundiyê li dijî gel didomînin. Divê ev yek bi dawî bibe; divê bûyer bi awayekî serbixwe û zelal werin lêkolînkirin. Tepeserkirina pirsgirêkan bi rêbazên ewlehî-navendî tenê dê rageşiyê kûrtir bike."
'Hevjiyana azad tê hedefgirtin'
Tevgera Jinên Azad di daxuyaniya xwe de bang li eşîrên Ereb kir ku li dijî tevgerên provokatîf berpirsiyariya xwe pêk bînin û wiha domand: "Wekî TJA’yê, em bang li eşîrên Ereb, raya giştî û hemû hêzên civakî yên li herêmê dikin ku li dijî provokasyonan tevgerên berpirsiyar bikin û divê destûr neyê dayîn ku di navbera gelan de dijminatî çêbibe. Nakokiyeke Kurd-Ereb ne di berjewendiya tu gelî de ye. Her hewldanek ku îradeya gelan a jiyana bi hev re hedef digire, di heman demê de pêşeroja demokratîk a Sûriyeyê jî hedef digire."
‘Parastina herêmê berpirsiyariya her kesî ye’
TJA’yê destnîşan kir ku pir girîng e civaka navneteweyî, hêzên demokratîk, avahiyên siyasî û civakî yên li Sûriyeyê û hemû aktorên ku pêşketinên li herêmê dişopînin li hember tiştên ku diqewimin bêdeng nemînin. TJA’yê daxuyaniya xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Pêşîgirtina bûyerên li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê ku vediguhere pevçûneke nû ya nav-etnîkî; parastina zemîna demokratîk a ku mafên wekhev ên Kurd, Ereb û hemû gelên li herêmê tê de têne garantîkirin, berpirsiyariya her kesî ye. Pêşeroja Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê ne li ser nakokiyên di navbera gelan de, lê li ser wekhevî, edalet, demokrasî û jiyana hevbeş wê were avakirin."