NY wê têkildarî êrişên li ser Bendava Tişrînê raporek amade bike
Komîteya Lêkolînan a NY'ê diyar kir ku ew êrişên li ser Bendava Tişrînê dişopînin û dê meha pêşiya me têkildarî êrişan raporek amade bike.
Navenda Nûçeyan – Komîteya Lêkolînan a Neteweyên Yekbûyî (NY) têkildarî êrişên li ser Bendava Tişrînê raporek amade dike. Dewleta Tirk û komên wê yên paramîlîter ji dema rûxandina rejîma Beasê ve bi dijwarî êrişî Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê dikin. Ji bo parastina bendavê ji hilweşînê û nerazîbûna li dijî êrişan ji tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gel ji 8'ê Çileyê ve nobetê li bendavê digre.
Dewleta Tirk bi balafirên şer ango drone û SÎHA'yan êrişî sivîlên nobetê digrin dike. Li gorî Desteya Tenduristiyê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di encama êrişan de 21 sivîl hatine qetilkirin û 203 sivîl jî birîndar bûne. Di heman demê de bendava ku cereyan û avê dide herêmê ji xizmetê derketiye.
Têkildarî sûc û êrişên dewleta Tirk ên li dijî şêniyan û binesaziya herêmê ajansa ANHA'yê xwe gihand Komîteya Lêkolînan a ji bo Sûriyeyê ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY).
Li gorî agahiyên ku komîteyê dane ajansa ANHA'yê komîte sûc û êrişên ku dewleta Tirk pêk tîne dişopîne. Komîteyê diyar kir ku ew ê der barê van sûcan de di meha Sibatê de rapora ku amade dikin biweşînin.