NY: Li Sudanê par zêdeyî 500 sûcên destdirêjiyê hatin belgekirin

Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ragihand ku di sala 2025’an de li Sudanê zêdeyî 500 bûyerên destdirêjiyê hatine tomarkirin. Li gorî raporê, jin û zarokên keç di pevçûnê de bi awayekî sîstematîk hedef tên girtin.

Navenda Nûçeyan- Li Sudanê yek ji encamên herî giran ên pevçûnên dewam dikin, tundî ye. Li gorî daxuyaniya Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, di tevahiya sala 2025’an de herî kêm 500 bûyer hatin belgekirin; di nava van bûyeran de destdirêjî, îşkenceya zayendî û kolekirina zayendî cih digrin. Di raporê de hate destnîşankirin ku bedenên jin û zarokên keç ji bo tepisandina civakan wekî “amûrê şer” tê bikaranîn.
NY’yê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di sala 2025’an de mirinên sivîlan li gorî sala borî 2 qat û nîv zêde bûye, bi hezaran kes hîn winda ne û cenazeyên ku nasnameyên wan nehatine tespîtkirin, hatine dîtin. Di daxuyaniyê de hate bilêvkirin ku pevçûna li Sudanê “hov û bixwîn” e û ji ber dewamiya pevçûnê û redkirina daxwazên agirbesta mirovî, Hêzên Piştgiriya Lezgîn û artêşa Sudanê berpirsyar girt. Her wiha hate diyarkirin ku pevçûn bi “teknolojiya bilind” tê fînansekirin û hinek aktorên derve jî tevlî bûyeran bûne.

Hejmara sivilên winda du qat û nîv zêde bûye

Di sala 2025’an de dema ku tundiya li dijî sivîlan bi awayekî cidî zêde bû, hejmara sivîlên winda jî li gorî sala 2024’an du qat û nîv zêde bû. Di daxuyaniyê de sûcên “hovane û tirsnak” ên di tevahiya 2025’an de, hatin şermezarkirin. Hat diyarkirin ku di nava wan de destdirêjî, înfazên li meydanê û binçavkirinên kêfî cih digirin. Bi taybetî hate destnîşankirin ku êrîşên RSF’ê yên li dijî bajarê El Faşer ê Rojavayê Darfurê û Kampa Penaberan a Zamzamê, rê li ber hilweşînekî mezin vekiriye.

Zêdeyî 500 bûyerên destdirêjiyê hatin belgekirin

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate ragihandin ku di sala 2025’an de zêdeyî 500 bûyerên tundiya zayendî hatine tomarkirin û di nava wan de destdirêjî, îşkenceya zayendî û kolekirin, cih digrin. Hate diyarkirin ku bedenên jin û zarokên keç, ji bo tirsandina civakan û serî tewandinê wekî “çek” tê bikaranîn û hate destnîşankirin ku ev yek yek jî binpêkirinên herî tirsnak ên ku di tevahiya sale de, di nava roporên mafên mirovan de hatiye belgekirin e.