NY: Li Lubnanê nifşek ji zarokatiyê bêpar ma!
Şerên ku ji aliyê desthilatdar û hêzên hegemon ve li Rojhilata Navîn tên meşandin, fikarên mezin li ser rewşa zarokan çêdike. Herî zêde zarok ji qirkirin, wêranî, talan û hilweşînê zirarî dibînin.
Navenda Nûçeyan – Li Lubnanê, ji ber ku êrîş zêdetirî sed roj in berdewam dikin, bandorên şer li ser zarokan her diçe girantir dibin. Bi sed hezaran zarok bi xetera kuştin, birîndarbûn, koçberbûn û travmaya psîkolojîk re rûbirû ne, di heman demê de rayedarên Neteweyên Yekbûyî hişyar dikin ku hesta ewlehiyê ya zarokan têk diçe û pêşeroja nifşek di xeterê de ye.
Nûnerê UNICEF’yê li Lubnanê îro diyar kir ku zarokên li Lubnanê di sê mehên dawî de tiştên ku tu zarok tehemul nake, jiyane. Gelek zarok neçar mane bi berdewamî ji malên xwe derkevin, bi çavên xwe tundiyê dîtine, hezkiriyên xwe winda kirine û dibistan civakên xwe û heta hesta ewlehiyê bi wan re nemaye.
Êrişên li ser Lubnanê
Karbidestekî Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku piştî zêdetirî 100 rojan êrîşên Îsraîlê, bal hatiye kişandin ser êşa zarokan û destnîşan kiriye ku ji 2’yê Adarê ve di encama pevçûnên dijwar de 247 zarok hatine kuştin û 992 zarok jî birîndar bûne, her roj bi navînî 12 zarok tên kuştin an jî birîndarkirin.
Di daxuyaniyê de tekez kir ku li pişt van hejmarên şokker çîrokên zarokên ku jiyana xwe ji dest dane yan jî jiyana wan her dem hatiye guhertin hene û malbat bi windahiyên mezin, travmayên psîkolojîk û nezelaliyê re rû bi rû ne. Hat destnîşankirin ku hejmar bi tena serê xwe ji bo ravekirina mezinahiya krîzê têr nakin.
Hilweşîna zarokatiya nifşek
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji bilî zarokên di êrîşên dawî de jiyana xwe ji dest dane an jî birîndar bûne, zarokatiya tevahiya nifşek bi bandor bûye û hesta ewlehiyê ku mafekî bingehîn ê mezinbûn û pêşketina zarokan e, bi giranî zirar dîtiye.
Di daxuyaniyê de her wiha hat destnîşankirin ku di vê pêvajoyê de, hêviyên ji bo bidawîanîna dijminatiyê zêdetir bûne, zarok bêhtir hewceyê bidawîanîna tundiyê ne.
Karbidestekî NY’ê got ku wêranî li welat jî berfireh e, mal, dibistan û xizmetên bingehîn ên wekî av, kanalîzasyon û pergalên paqijiyê zirar dîtine û vê yekê jî pêdiviyên mirovî yên ku jixwe zêde bûn girantir kiriye.
Hat diyarkirin ku zêdetirî 770 hezar zarok ji ber tundiya dubare, windahî û koçberiyê di bin zexteke derûnî ya zêde de ne. Gelek zarok ji ber êrîşên berdewam û xetera teqemeniyên neteqiyayî nikarin vegerin malên xwe. Karbidest tekez kir ku zirara fizîkî û derûnî ya ku tê dîtin "nayê qebûlkirin" û zarok ji bo vî şerî bedelên giran didin.
Derfetên sibê winda dibin
Hat diyarkirin ku rawestandina tundiyê ji bo vegerandina perwerdeyê û xizmetên din ên bingehîn pir girîng e, ji ber ku ew ê derfeta başbûn û pêşerojeke ewletir bide zarokan.
Banga lezgîn
Di dawiyê de, bang hat kirin ku divê bi lezgînî şer û pevçûn werin rawestandin û hat tekezkirin ku ji bo pêşîgirtina zirara zêdetir a li ser zarokan, binesaziya sivîl, dibistan, nexweşxane û torên avê werin parastin. Her wiha hat xwestin ku gihîştina alîkariyên mirovî û rêzgirtina li qanûna navneteweyî bikevin bin temînatê û bang hat kirin ku divê derfet ji zarokên Lubnanî re were dayîn ji bo ji aliyê derûnî ve baş bibin û pêşeroja xwe ji nû ve ava bikin.