NY: Jiyana 676 milyon jinan di bin xeterê de ye
Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Karûbarên Jinan, derbarê rewşa jinan a ji ber şeran de raporek belav kir. Rêxistinê diyar kir ku 676 milyon jin li herêmên metirsîdar dijîn.
Navenda Nûçeyan – Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Karûbarên Jinan ragihand ku di nava 80 salên borî de heta niha 676 milyon jin li herêmên metirsîdar dijîn û rûbirûyî karesatan bûne. Her wiha hate diyarkirin ku di sala 2025’an de zêdetirî 9 hezar bûyerên tûndiya zayendî hatine tomarkirin.
Di raporê de hat destnîşankirin ku cîhan di pêvajoyên herî krîtîk ên şerên çekdarî de bi taybetî piştî sala 1946’an derbas dibe. Raporê ragihand ku niha 676 milyon jin li herêmên metirsîdar dijîn ku encamên şer bi awayek neyeksan û giran herî zêde bandorê li wan dike.
Di sala 2025’an de 9 hezar û 300 bûyerên piştrastkirî yên tûndiya zayendî
Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, di şer û pevçûnên sala 2025’an de zêdetirî 37 hezar sivîl hatin kuştin ku yek ji pênc parên wan, jin bûn. Hate diyarkirin ku di dema şer de tûndiya zayendî weke stratejiyeke zanebûn ji bo tirsandinê tê bikaranîn, bi vî awayî li Sûdanê hewcedariya jinan bi alîkariyê ji ber tûndiya zayendî çar qat zêde bûye û di sala 2025’an de 9 hezar û 300 bûyerên piştrastkirî yên tûndiya zayendî hatine tomarkirin.
Raporê diyar kir ku heta dawiya sala 2024’an zêdetirî 123 milyon kes koçber bûne ku tê de rewşa 700 hezar jinên li Xezeyê ji ber nebûna kelûpelên tenduristiyê gihîştiye asta karesatê.
Li Ukraynayê jî jin ji sedî 72 ji rêjeya bêkariyê pêk tînin û dahata wan ji sedî 41.4 ji ya mêran kêmtir e. Li Efganistanê jî ji sedî 78 ji jinên ciwan ji xwendin û kar bêpar mane, ev yek jî rêjeya mirina dayîkan di dema zayînê de ji bo zêdetirî sedî 50 bilind kiriye.