Dadgeha Bilind daxwaza ji nû ve darizandina girtiya siyasî Arghavan Fallahî red kir
Dadgeha Bilind a Îranê daxwaza ji nû ve darizandina girtiya siyasî Arghavan Fallahî red kir. Arghavan Fallahî ku bi cezayê darvekirinê hatiye cezakirin, di bin zext û îşkenceyê de îtîrafên nerast kiriye.
Navenda Nûçeyan – Li gorî raporên mafên mirovan ên hatine weşandin, Dadgeha Bilind daxwaza ji nû ve darizandina girtiya siyasî Arghavan Fallahî red kiriye; ew girtiya siyasî ku berê cezayê darvekirinê lê hatibû birîn û niha li girtîgeha Evînê tê ragirtin.
Ev girtiya siyasî ya ku di sala 2001’ê de ji dayîk bûye, di Tîrmeha îsal de ji aliyê Şaxa 15’an a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve ku ji aliyê dadwer Ebolqasim Selavatî ve tê birêvebirin bi tohmeta "serhildanê" cezayê darvekirinê lê hatibû birîn. Ev ceza di dawiya Tebaxê de ji aliyê Şaxa 41’an a Dadgeha Bilind ve hatiye piştrastkirin.
Di lêpirsînê de zext û îşkence dîtiye
Arghavan Fallahî di destpêka Sibata 2025’an de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû girtin û rakiribûn Beşa 209’an a girtîgeha Evînê. Rapor nîşan didin ku di dema lêpirsînê de zext li wê hatiye kirin da ku bi darê zorê îtîrafên têkildarî kuştina du dadweran, Mihemed Moxîseh û Elî Reyzanî, bike.
Berê jî bi bavê xwe re bi tihmetên cuda cuda hatiye girtin
Her wiha Arghavan Fallahî berê di Mijdara 2021’an de ligel bavê xwe hatibû girtin û bi tohmetên "propaganda", "hevkarî" û "kombûn û li dijî rejîmê" du sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Wê piştî qedandina cezayê xwe ji girtîgeha Evînê hatibû berdan.