Emîne Şenyaşar tevlî çalakiya nobetê ya li ser sînorê Kobanê bû
Emîne Şenyaşar a ku tev li çalakiya nobetê ya li ser sînorê Kobanê bû got: “Ez ê ji bo Kobanê jî her daxwaza edaletê bikim.”
Navenda Nûçeyan- Li dijî êrişên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li ser sînorê Pirsûs a Rihayê û Kobanê çalakiya nobetê hatibû destpêkirin. Çalakiya bi pêşengtiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA) hatiye destpêkirin, di roja 14’emîn de berdewam dike. Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Ferît Şenyaşar, sembola têkoşîna edaletê Emîne Şenyaşar, pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Rihayê û gelek kes tev li bûn.
Welatiyên ku di saetên serê sibehê de hatin cihê nobetê, tevî hewayê sar jî çalakî domandin. Li qada çalakiyê pankarta "Rojava rûmeta me ye" hate daliqandin. Di çalakiyê de stranên Kurdî hatin gotin û welatiyan bi dirûşman jî bertek nîşanî êrişan dan.
'Em ê heta dawiyê piştevaniya xwe bidomînin’
Di çalakiyê de daxuyanî hate dayin. Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Sema Aîşeoglû, diyar kir ku heta êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî dibin dê têkoşîna xwe bidomînin û wiha got: “Şoreşa Rojava, şoreşa jinê ye. Divê her kes xwedî lê derkeve.” Çagla Salar jî li ser navê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê axivî û ev tişt anî ziman: “Em duh li cem Kobanê bûn û dê careke din bi wan re bin. Em ê heta dawiyê piştevaniya xwe bidomînin.”
‘Ma hûn çi ji Kobanê dixwazin?’
Piştre jî Emîne Şenyaşar axivî û got ku ew naxwazin ciwan bimirin. Emîne Şenyaşar, wiha domand: “Ma hûn çi ji Kobanê dixwazin? Bila ev zilm êdî bi dawî bibe. Ez 7 salan têkoşiyam. Zilm li min kirin. Zarokên min kuştin lê min tu caran dev ji edaletê berneda. Dê ji bo Kobanê jî her tim daxwaza edaletê bikim.”
‘Xwedîderketina li Şoreşa Rojava, xwedîderketina îradeya gelan e’
Herî dawî jî Parlamenter Ferît Şenyaşar axivî û ev tişt anî ziman: “Dinya ji bo pergala Rojava rêzê digire lê Tirkiye weke gef dibîne. Divê Tirkiye, Kobanê ji bo xwe weke gef nebîne. Em, êrişên bi destê çeteyan li ser Rojava tên kirin şermezar dikin. Xwedîderketina li Şoreşa Rojava, xwedîderketina li îradeya pêkvejiyanê ya gelan e. Xwedîderketina li Rojava, erka her kesî ye. Em di erefeya aştiya mezin de ne. Bila sala 2025’an bibe sala aştiyê. Divê destên tarî hêviya aştiyê tune nekin. Divê her kes piştgiriyê bide Rojava.”
Daxuyanî bi dirûşma “Bijî berxwedana Rojava" û çepikan bi dawî bû.