Sê roj in Îsraîlê êrişên li ser Xezayê berfirehtir kiriye

Di van sê rojên dawî de bênavber Zîvala Xezayê di bin êrişên dijwar de ye. Hêzên Îsraîlê êrişên xwe yên li bakurê Xezayê dabûn destpêkirin berfireh kirin û li ser aliyê başûr jî êrişan didomînin.

Navenda Nûçeyan – Hêzên Îsraîlê êrişên xwe yên li ser Xezayê ji hewayî, bejayî û deryayî ve ji 7’Cotmeha 2023’an ve berdewam dikin. Di encama van êrişan de 45 hezar û 717 kesên ku di navbera wan de jin û zarok hene, jiyana xwe ji dest dan. Her wiha 108 hezar û 856 kes jî birîndar bûn. Ji xeynî vê bi hezaran di bin avahiyan de mane û çarenûsa wan diyar nîn e. Hejmara vê bîlançoyê jî roj bi roj zêdetir dibe.

Di 72 saetên dawî de 184 kesan jiyana xwe ji dest dan

Çavdêran hişyarî dan ku rewşa Xezayê bi zêdebûna hejmara kuştiyên Filistînî re metirsîdar bûye, ji ber giranbûna nifûsa Xezayê. Niha nêzî 550 hezar kes li wir dijîn ku ew jî nêzî çaryek ji nifûsa herêmê ye. Her wiha di nav de nêzî 180 hezar kesên ku bi zorê ji bakur ji ber şerê sê mehan, hatine koçberkirin hene.

Li gorî hejmarên ofîsa ragihandina hikumetê ya Xezayê di 72 saetên dawî de 184 kesan jiyana xwe ji dest dane û bi dehan kes bûne. Di encama van êrişan de ziyanên madî jî çêbûne.

Hêzên Îsraîlê taxek ji çend avahiyan li bajarokê Beyt Xanûn li bakurê Xezayê rûxandin. Ev êriş yekser, malan, avahiyan, binsaziya herêmê û nexweşxaneyan hedef digre.