Nivîskara Kurd: Keziyên me sembola jinbûn şoreş û netewa me ye
Nivîskara Kurd a ji Başûrê Kurdistanê Ciwan Izet, li dijî qutkirina keziya şervana YPJ`ê bertek nîşanda û got: “Em bi vê keziya xwe heyîne û dê hebin, keziyên me sembola jinbûn şoreş û netewa me ye. Kes nikare hebûna jina Kurd tune bike.”
Navenda Nûçeyan- Çeteyên girêdayî rêveberiya demkî ya Sûriyeyê bi navê Ramî El Deheş ku li bajarê Reqayê bi hovaniyekê li dijî mirovahiyê şervaneke YPJ`ê li ser destê xwe yê qirêj da şehîdkirin piştre ew keziyên wê ya hûnadinî qut kir, ev yek diyar kir ku heya ji keziyên şervanên YPJ`ê ditirstin.
‘Ger hûn keziyekê me bibirin û em ê bi hezaran keziyên din şîn û zindî bikin’
Girêdayî vê mijarê nivîskara Kurd ji Başûrê Kurdistanê Ciwan Izet berxwedana şoreşa Rojava silav kir û da zanîn ku ew keziya ku wan çeteyan qut kir keziya jina Kurd bû û keziya azadibûna jina Kurd bû, eger hûn keziyekê me bibirin û bidizin em ê bi hezaran keziyên din şîn û zindî bikin ku hûn bersivê bi keziyekê bidin em ê tevahî jinên bi hezaran bersvê bidin we, kes nikare azadiya jinên Kurd ji wan bistînin.
‘Keziyên me sembola azadiya nasnameya me ye’
Ciwana wiha got: “Em bi vê keziya xwe heyîne û dê hebin, keziyên me sembola azadiya nasnameya me ye û sembola jinbûn şoreş û netewa me ye. Bi van keziyan tu carî namirin çiqas jin hebin wê jiyan, azadî, îrade û berxwedana gelê Kurd hebî ku bi vê keziyê jina Kurd xwe nas dike.“
Ciwana anî ziman ku kes nikare hebûn jina Kurd tune bikin û di dawî de wiha got:“Bijî berxwedana Rojava, bijî berxwedana gelê Kurd li tevahî cîhanê, bijî Yekîtiya Gelê Kurd û bijî azadbûn, serbestî û hebûna gelê Kurd.“