Înisyatîfa ‘Jiyana Kurdistanê’ banga parastina jiyana girtiyên siyasî kir

Înisyatîfa ‘Jiyana Kurdistanê’ raporek parve kir û diyar kir parastina jiyana girtiyên siyasî li Rojhilatê Kurdistan û Îranê erkek mirovî û zagonî ye û da zanîn ku her êrîşek li dijî wan wê encamên mirovî û navneteweyî ku telafiya wê neyî bi xwe re bîne.

Navenda Nûçeyan- Înisyatîfa ‘Jiyana Kurdistanê’ ku ji aliyê çalakvanên mafê jinan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatî damezrandin, têkildarî rewşa girtiyên siyasî li girtîgeha Merîwanê raporek belav kir û fikarên xwe yên der barê jiyana girtiyên siyasî de anî ziman.  

Di raporê de hate diyarkirin ku berpirsên emnî yên Îranê di hevdîtinek li ger rêveberiya girtîgehê de behsa ger di îhtimala şerek di nava DYE û Îranê derbikeve de, girtiyên siyasî darve bikin kirine.  

Li gorî raporê, ev agahî gihaye ber destê malbatên girtiyan, malbat derbarê rewşa zarokên xwe bi fikarin. Bi taybet dema dîroka rejîma Îranê were tê berçavkirin fîkarên wan hê zêdetir bûne.   

Di raporê de hate destnîşankirin ku ev fikar rastin û ger dîroka polîtîkayên ewlehiya rejîma Îranê û zextên li dijî girtiyên siyasî were berçavgirtin tê têgiştin. Em wek Însyatîfa ‘Jiyana Kurdistanê’ vê wek hişyariyek cidî û lezgîn dibînin. 

Înisyatîfê, bang li hemû rêxistinên peywendîdar yên navneteweyî yên mafê mirovan wek Rêxistina Efûya Navneteweyî, Çavdêrên Mafê Mirovan, Rêxistinên Civaka Medenî, çalakvan, medyaya serbixwe û malbatan girtiyan kir ku rewşê çavdêr bikin, belavkirina agahiyan zêde bikin û ji bo parastina jiyana girtiyên siyasî gavên lezgîn bi avêjin.