YPJ: Çeka me parastin e peyama me hevgirtin e

Şervanên Jin ên Hêzên Parastina Jin (YPJ) teqez kirin ku armanca wan hevgirtina gelan e diyar kirin ku ew ê heta dawî axa xwe û destkeftiyên li Bakur Rojhilate Sûriyeyê biparezin.

ZEYNEB ÎSA

Hesekê –  Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) peywira xwe ya parastinê bi cih tînin. YPJ bi refên xwe yên şervanên ji pêkhateyên Kurd û Ereb re, hevgirtineke bêhempa bi pêş dixe. Şervanên Hêzên Parastina Jin (YPJ) piştrast dikin ku şerê wan ê rastîn ne tenê li dijî gefên ewlehiyê ye, di heman demê de li dijî hemû gotinên reşkirinê yên ku armanc ew e di navbera gelên Kurd û Ereb de nakokiyan çêbikin.

Şervanên jin ên Hêzên Parastina Jin (YPJ) ji ajansa me re teqez kirin ku armanca wan hevgirtina gelan, parastina jinan û destkeftiyên li Rojava ne.

‘Gelê Kurd pergala neteweya demokratîk da rûniştandin’

Şervana jin a YPJ’ê ya ji pêkhateyên Kurd Sema Kobanê da zanîn ku Kurdên li Rojavayê Kurdistanê ji bo hebûna mafên tevahî pêkhateyan têkoşîn dan meşandin û got: “Şerê di vê dema dawî de li dijî Sûriyeyê, bi gelek awayan hat meşandin. Di aliyê zihniyet, çand, ziman, êrîş û heta xwişkîtî û biratiya gelan de. Gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bi salan e têdikoşe û di encamê de bû xwedî gelek destkeftiyan.”

‘Em pergala neteweya demokratîk diparêzin’

Sema Kobanê diyar kir ku armanca ceteyên cîhadîst ên HTŞ’ê êrîşa li ser pergala neteweya demokratîk e lê şervanên YPJ’ê yên Kurd û Ereb bi hev re li hemberî van êrîşan sekinîn, axê parastin û wiha berdewam kir: “Ev êrîşên ku di dema dawî de li ser me hatin kirin pir bi zanebûn in. Hewl dan di nava Sûriyeyê de gelê Kurd û Ereb ji hev parçe bikin û di navbera wan de şer derxin. Ew çete dibêjin qey bi ser ketine lê bi rastî  bi ser neketine, ji ber ku pêkhateyên Ereb, Kurd, Ermen, Suryan, Êzidî bi hev re û ne û di pergala neteweya demokrat de cihê xwe girtine, xwîna xwe rijandine. Em hemû pêkhateyên jin ên herêmê di nava hêzên YPJ’ê de bi hev re mil bi mil şer dikin da ku hemû pêkhateyên herêmê bi hev re bi aramî bijîn û pergala neteweya demokratîk biparêzin.”

‘Em bi gelê xwe hene’

Sema Kobanê bal kişand ser şerê gelê şoreşgerî ku gelê Kurd bi ruhekî rabûye ser piyan, piştgiriya şervanên xwe kir û da zanîn ku ew weke şervanên YPJ’ê bi piştgiriya gelê Kurd bi hêztir bûne, tekez kir ku wê rûmeta gelê xwe biparêzin û wiha domand: “Ev şerê dawî şerê komkujî, hebûn, tunebûn û rûmetê bû. Xwestin gelê Kurd di Sûriyeyê de tune bikin lê bi ser neketin. Kurdên li seranserî cîhanê dijîn rabûn ser piyan û bi ruhê şerê gelê şoreşgerî tevlî seferberiya cenga rûmetê bûn. Weke şervanên YPJ’ê dema ku me dît gelê me bi tevahî rabûye ser piyan hesteke cuda bi me re çêbû, moralê me xurt bû, ji ber ku em bi gelê xwe hene. Dema me dît dayik û bav bi zarokan re li kêleka me ne û dibêjin em ê heta dawiyê li pişta şervanê xwe bin me hêz ji wan girt, ji bo wan dayîk û zarokan mabe jî wê veger tunebe em ê gel, ax û welatê xwe biparêzin.”

‘Em ê ji bo parastina jinan heta dawiyê şer bikin û têbikoşin’

Sema Kobanê bal kişand ser têkoşîna Hêzên Parastina Jin, YPJ’ê û diyar kir ku di hevpeymana dawî de jî bi têkoşîna xwe ya salane xwe dan qebûlkirin û wê her dem ji bo parastina jinan têbikoşin wiha dawî li axaftina xwe anî: “Her dem me didît ku êrîşên herî mezin li ser jinan bûn, her carê bi navên hêzên çete êrîşan li ser jinan didan meşandin. Bi taybetî di vê dema dawî de yên ku bi êrîşên dijwar re rûbirû man dîsa jin bûn. Em jî weke Hêzên Parastina Jin YPJ’ê ku 13 sal in hatiye damezrandin, ji bo ku parastina jinan karê xwe didomînin. Di şeran de be destdirêjiyê li ser cenazeyên hevalên me yên jin dikin, hişmendiya wan çeteyan hişmendiyeke pir qirêj e me qebûl nakin lê me weke YPJ’ê bi têkoşîna xwe ya salan xwe daye qebûlkirin di vê hevpeymana dawî de, em ê ji bo parastina jinan heta dawiyê şer bikin û têbikoşin.”

‘Ez ê weke şervana ji pêkhateya Ereb pergala neteweya demokratîk biparêzim’

Şervana YPJ’ê ya ji pêkhateya Ereb Bêrîtan Serhed jî tekez kir ku tu hêzên li ser rûyê erdê wê nikaribin pergala neteweya demokratîk têk bibin û wiha bi dawî kir: “Di êrîşên 6’ê Çileyê de çeteyên HTŞ’ê yên cîhadîst xwestin bi reşkirinê di navbera Kurd û Ereban de şer derbixin. Weke jinek ji pêkhateya Ereb ku cihê xwe di nava Hêzên Parastina Jin YPJ’ê de digre, em ê gotegotên reşkirinê vala derbixin ji ber ku em hemû bi ruhekî li ser rûyê vê axê dijîn li Sûriyeyê. Pirrengiya neteweyan heye her neteweyek xwedî çand û hunerek e gere li Sûriyeyê hebûna her pêkhateyê were parastin ne tenê pêkhateyên Ereb. Di pergala neteweya demokratîk de hemû pêkhate bi ruhekî dijîn. Ji bo wê jî ez weke jineke Ereb di hêzên YPJ’e de li kêleka şervanên jin ên Kurd cih digrim bi ruhekî vê pergalê diparêzim. Her hêzêke ku destdirêjî li jinan bike dê me li hemberî xwe bibîne. Hêzên Parastina Jin YPJ dê peywira xwe ya parastinê bidomînin.”