Nivîskar û aktîvîsta Kurd Gezîng Qazî li Tehranê hate girtin

Nivîskar û aktîvîsta sivîl a Kurd Gezîng Qazî, 9’ê Cotmehê li Tehranê hat girtin û heta niha der barê wê de tu agahî nehat bidestxistin.

Tehran – Nivîskar û aktîvîsta civaka sivîl a Kurd Gezîng Qazî, li Tehranê 9’ê Cotmehê roja Pêncşemê hêzên ewlekariyê yên Îranê bi ser malan de girtin û hate girtin.

Li gorî çavkaniyên herêmê, hêzên ewlehiyê beriya çend rojan bêyî biryara dadgehê êrîşî mala Gezîng Qazî kirine û piştî ku telefona wê ya desta desteser kirin, nivîskar binçavkirinê. Birayê Gezîng Qazî Sa'd Qazî, di 10’ê Cotmehê de di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe ya Instagramê de binçavkirina xwişka xwe piştrast kir.

Gezîng Qazî, di rojên dawî de li ser medyaya dîjîtal derbarê rewşa heyî ya li Îranê de parvekirinên rexnekirî parve kiribû. Gezîng Qazî, di qadên mafên jinna, malbat û û tendduristiya derûnî de jî xebatên berçav dimeşand.

Gezîng Qazî ya nexweşê penceşêrê ye û rewşa wê ya fîzîkî xirab e, di girtîgehê de nebûna lênihêrîna bijîşkî ya guncaw û dermanên pêwîst, di nav malbat û derdora wê ya nêzîk de fikarên cidî avadike.

Heta niha der barê rewşa Gezîng Qazî, saziya ku lê tê girtin û sedema binçavkirina wê de tu agahî nehatiye bidestxistin. Li gorî malbata wê, navê wê di tu pergaleke fermî de nehatiye tomar kirin û tenê di têkiliyek kurt a telefonê de hatiye diyar kirin ku bi tendurist e.

Gezîng Qazî ya li Mahabadê ji dayik bûye, helbestvan, nivîskar, aktîvîsta civakî û şêwirmenda jin û malbatê ye ku di qada Ziman û Wêjeya Farisî de perwerdeya lîsansa bilind girtiye. Xwişka wê Meryem Qazî ya mîna wê nivîskar e, di sala 2018’an de ji ber pençeşêrê jiyana xwe ji dest da. Tê zanîn ku her du xwişk jî bi salan e rastî zextên hêzên ewlehiyê hatine.