Nivîskar Najla El-Dagistanî: Iraq di bîra min de zindî maye
Najla El-Dagistanî, bi nivîsandinê welatekî ji xwe re ava kiriye, bi pirtûkên xwe sirgûn û windakirinê belge dike, jinên Iraqî mîna sembolên sebr û fedakariyê pênase dike û diyar dike ku Iraq welatê wê ye naşibe tu derê û di bîra wê de her dem zindî maye.
RECAA HEMÎD REŞÎD
Iraq – Najla El-Dagistanî ji zarokatiya xwe ve, nivîsandinê mîna hevalek ku hestên wê vedivêje û ramanên wê eşkere dike, dibîne. Gotinên wê, veguherîne pencereyek ku vedibin cîhana wê ya hundirîn. Najla El-Dagistanî, di temenê xwe yê 90 salî de du berheman weşand û nîşan da ku afrînerî bi temen nayê sînordarkirin.
Nivîsandin ji bo wê ne hobiyeke demkî bû, benderekî ku bi taybetî ji ber şer û dabeşbûnên mezhebî yên di sala 2003’an de neçar ma ji Bexdayê derkeve û koçî Urdunê bike bû. Bi terikandina mal û welatê xwe, di dilê xwe de hesretek bêdawî digirt û bi gotinên xwe di navbera êşa sirgûnê û asoyê hêviyê de pirek ava kir.
Nivîsandin ji bo wê bû teseliya ku bare wan rojên giran sivik bike û peyv veguherîn eniyek ku êşa wê ya kûr û hestên windakirinê nîşan didin. Najla El-Dagistanî, mal û hezkiriyên xwe winda kiribû; hemû trajediyan di carekî de dîtibî û di rûpelên ku ji pênûsa wê derdikevin de zindî bîbûn. Li welatê sirgûnê, ji gotinên xwe ji xwe re welatekî alternatîf ava kir, hesta xwe ya xerîbiyê sivik kir û hinek jî aramî dît.
Bîranînên jineke koçber
Najla El-Dagistanî, diyar dike ku dema li Iraqê şer dest pê kiriye, wê xwe spartiye nivîsandinê, bîranînên xwe nivîsandine û pirtûka wê ya ewil "Bîranînên Jinek Koçber" e, di dema koçberiya wê ya bi darê zorê ji Bexdayê ber bi Urdunê ve hatiye nivîsandin. Najla El-Dagistanî, wiha got: “Pirtûk ji zarokatiya min ve jiyana min a li Bexdayê bi awayekî hûrgilî vedibêje lê tiştê ku herî zêde giyanê min westand, hesta xerîbiyê bû.”
Najla El-Dagistanî, axaftina xwe wiha domand: “Min Iraqê bi windahiyan terikand, mal, baxçe û xeyalên xwe li dû xwe hiştin. Hemû zarokên min endezyar û bijîşk bûn, neçar man kar û malên xwe bihêlin û bi me re koç bikin. Me milk û baxçeyên xwe hiştin û em ji Bexdayê derketin. Em piştî guhertina siyasî û ketina leşkerên Emerîkayê, li Urdunê bi cih bûn.”
‘Em hemû û her tişt’
Di pirtûka xwe ya duyem a bi navê "Em hemû û her tişt” a di sala 2024’an de hatiye çapkirin de, xemgînî û êşa ku di dilê wê de maye, windahiyên jiyanê yên bêveger anîne ziman. Ruxmê temenê xwe yê mezin, hewesa wê ya ji bo afirîneriyê xurt dimîne. Najla El-Dagistanî, wiha got: “Em malbateke bi huner û zanînê ve girêdayî ne. Keça min a ewil bijîşk e, keça min a duyemin jî wênesaz e. Ez jî dema ku helbest, pexşan û gotaran dinivîsînim, xwe dibînim.”
‘Iraq naşibe tu welatekî çemên Dîcle û Firatê li Başûrê wê dibin yek û bi Şetul Ereb re dibin yek’
Najla El-Dagistanî, dema ku tiştên der barê Iraqê de nivîsandine dixwîne, hêsrên ji ber êşa veqetîn û hesretê di dilê xwe de dirijîne. Najla El-Dagistanî, axaftina xwe wiha domand: "Iraq, welatê ku ez lê ji dayîk bûme ye, naşibe welatekî din; welatekî tijî jiyan e. Çemên Dîcle û Firatê li başûr dibin yek û Şett el-Ereb re dibin yek. Bakurê wê, bi çiyayên xwe yên kesk û berhemdariyê tê naskirin, başûr tijî av û zozan e, xwezaya wê bi masî, çûk û golikên di nav avê de noq bûne xweşik e. Li navendê Bexdaya bajarekî dîrokî û çandî heye; li nêzîkê vê bajarên pîroz ên Necef û Kerbelayê hene. Lê vê bedewiyê zêde berdewam nekir; wêraniyê vî welatê xweşik dorpêç kir."
Ammana paytexta Urdunê jî; di nivîsên wê de cihekî germ digre. Najla El-Dagistanî, atmosfera wê ya bêdeng, berfa spî, çiyayên kesk û darên mezin bi nivîsên xwe vedibêje.
Jin bingeha neteweyê ne
Najla El-Dagistanî, destnîşan kir ku jinên Iraqê sembolên sebrê ne û bi evîna malbat, welat û cîranan tên mezinkirin. Najla El-Dagistanî, diyar kir ku her çendî temenê jinan mezin be jî, jin evîn û dilovaniyê mîna çavkaniyeke bêdawî pêşkêş dikin. Dema ku birînên kesên din baş dikin, bi birînên xwe re têdikoşin û ruxmê westandinê jî şiyar dimînin.