Rojnamevanên jin ên Xezayê li ser wêrekiyên xwe hatin xelatkirin

Bi boneya Roja Kedkarên Jin ên Cîhanê komîteya jinan a sendîkaya rojnamevanên Filistînê li bajarê Xezayê çalakiyek li dar xist û rojnamevanên jin xelat kirin.

REFÎF ISLÎM
Xeza –
Komîteya Jinan a Sendîkaya Rojnamevanên Filistînî çalakiyek li dar xist da ku rojnamevanên jin ên ku vê dawiyê ji bo berhemên nivîskî û dîtbarî yên ku di dema şerê li Şerîda Xezayê de hatine hilberandin xelatên navneteweyî û herêmî girtine û ew xelat kirin.
Ev çalakî bi hebûna hejmareke mezin ji rojnamevanên jin ên Filistînî pêk hat ku ji bo piştgiriya hevkarên xwe ber bi baregeha sendîkayê ya li bajêr ve çûn û di heman demê de bi pîrozbahiya Roja Jinên Cîhanê re hevdem bû.

Rojnamevanên jin ên xelatgirtî, piştrast kirin ku ev xelat piştî du salan ji nûçegihaniyê di şert û mercên dijwar de piştgiriyek ehlaqî ya girîng e. Rojnamevanan tekez kirin ku jinên Filistînî, bi taybetî rojnamevan di hevsengkirina karê profesyonel ê bi berpirsiyariyên malbatê re û di berdewamiya ragihandina rastiyê de tevî xetereyan jî, şiyanên awarte nîşan dane.

Jinên Filistînî xwedî şiyanên bêhempa ne

Rojnamevan û endama Komîteya Zayendî ya Sendîkaya Rojnamevanan Şêrîn El-Keyalî, got ku sendîkayê bi boneya Roja Kedkarên Jin ên Cîhanê çalakiyek li dar xistiye ku rojnamevanên jin ên ji bo xebata xwe ya di şerê li ser Xezayê de xelatên navneteweyî û herêmî girtine, xelat bike.

Şêrîn Rl-Keyalî destnîşan kir ku hejmara rojnamevanên jin ên ku hatine xelatkirin 10 bû û ev agahî dan: “Bi materyalên cûrbecûr ên wek raporên nivîskî û lêpirsînê, lêpirsîn an belgefîlm û çîrokên balkêş ên mirovî beşdar bûn û gelek xelat girtin. Tiştê herî girîng, xelata rojnamevana rehmetî Şêrîn Ebû Eqla bû. Di nav rojnamevanên jin ên ku hatine xelatkirin de rojnamevana rehmetî Meryem Ebû Daqa jî hebû, ji ber wergirtina yek ji xelatên navneteweyî ku ji bo wêrekiya wê di şopandina şer de jê re hatibû dayîn.”
Şêrîn El-Keyalî diyar kir ku jinên Filistînî xwedî şiyanên bêhempa ne, bi taybetî rojnamevanên jin ên ku di dema şerê li ser Xezayê de bi serkeftî karê profesyonel bi berpirsiyariyên malbatê re hevseng kirin. Xelatkirina rojnamevanên jin ên ku bûyerên li ser erdê belge kirine pêdiviyek e û pîrozkirina hewildanên wan a di veguheztina rastiyê de ye.

Ev xelat rêzgirtinek e ji bo hewlên rojnamevanên jin ên Xezayê

Rojnamevan Şrûq El-Aîla ku derhênera belgefîlman û yek ji rojnamevanên ku hatine xelatkirin e, diyar kir ku xelata ku wê girt ne ji bo wêneyekî taybetî an nivîsekî hatiye dayîn, wek encama lêgerîneke salane ya ku ji aliyê Komîteya Parastina Rojnamevanan ve hatiye kirin da ku rojnamevanên ku li deverên şer dixebitin hilbijêrin, hatiye.

Li gorî komîteyê, Şrûq El-Aîla xelatê heq dikir, ji ber ku ew rojnamevanek bû ku hevjînê wê rojnamevan Ruşdî El-Sîraj, di dema êrîşê de hatibû kuştin û keçek wê ya pitik hebû û ji mîsyona xwe ya şopandina wê paşve gav neavêt. Komîteyê got ku karê wê wek jinek xwedî girîngiyek taybetî bû ku ew xelat heq dikir.

Sê xelat û raporek lêkolînê
Rojnamevan Îbtîsam Mehdî behsa wê yekê dike ku di dema şerê li ser Xezayê de, wê sê xelat girtine, ya dawî jî lêpirsînek bi Weqfa ARIJ re bi navê "Dîtina Qurbaniyên Şeytanokê Xeyalî" bû, ku Xelata Yekîtiya Rojnamevanên Ereb û Rojhilata Navîn ji bo lêkolîna herî baş a ku di sala 2025’an de temam bûye girt. Îbtîsam Mehdî destnîşan kir ku xebata li ser lêpirsînê zêdetirî 3 mehan dom kiriye û wê zêdetirî 25 caran serdana cihê kiriye da ku operasyonên hedefgirtinê bi rêya lêpirsîna qurbaniyan diyar bike, yên ku wê bi rêya vîdyoyek ku bi reş û spî ji wê re hatibû şandin dîtiye.

Ev xelatkirin hêvî û motîvasyon da wê ku tevî hemû xetereyên karê rojnamegeriyê, bi taybetî ji bo jin di ronahiya şer û hesasiyeta hin materyalên ku ew dixwazin eşkere bikin, berdewam bike û tiştê herî baş pêşkêş bike.

Xelatkirin teşwîqek dide rojnamevanên jin ku berdewam bikin
Rojnamevan Îsraa El-Belawî diyar kir ku dema wê vexwendina xelatkirinê ji aliyê Sendîkaya Rojnamevanan ve girt, wê xwe spasdar hîs kir ku kesên ku hewildanên wê pîroz dikin û piştgirî didin wê ku karê wê yê rojnamegeriyê bidomîne hebûn. Her wiha got ku wê ji Enstîtuya Medyayê ya El Cezîreyê wekî nivîskara çîroka kurt a balkêş a mirovan xelatek girtiye.

Îsraa El-Belawî înkar nake ku ew karê xwe yê rojnamegeriyê wek derfetek baş dibîne ku li ser navê jinên xemgîn ên Filistînî yên ku di dema êrîşê de her tiştê xwe winda kirin, biaxive. Wê destnîşan kir ku ev xelat ji bo wê pir girîng e. Ew pir serbilind e ku di nav wan jinan de radiweste û ew jê re çepikan dixin.