Nîştiman Cemîl: Divê vekirina navendên lêkolîn û hişyariyê bibe şertê beriya zewacê

Rêjeya hevberdanê li Iraqê û herêma Kurdistanê zêde bûye. Derûnînas Niştiman Cemîl diyar kir ku sedema hevberdanê zewaca di temenê biçûk de, pirsgirêka aborî û civakî ye.

MIHRÎBAN SELAM

Helebce – Di meha borî de li Iraqê zêdeyî 7 hezar hevberdan çêbûn û her diçe daneyên hevberdanê zêde dibin. Li gorî nêrînên lêkolînerên derûnî, xirabûna rewşa aborî, şer û zewaca di temenê biçûk de sedemên zêdebûna hevberdanê ne.

‘Rêjeya hevberdanê zêde dibe’

Derûnînas Nîştiman Cemîl Germiyanî têkildarî mijara hevberdanê ji ajansa me re axivî û got: “Li gorî daneyan li Iraqê hevberdan zêde bûye. Ev jî ji ber rewşa siyasî ya vê dawiyê ji ber şerê Îran û Îsraîlê ku berê xwe daye welatên me, bandorek pir xirab li ser welatê me kiriye çêbûye. Bedelên giran bi xwe re anîn. Nexweşiyên derûnî û rewşên ne asayî di malên her kesê de hene. Ev hemû dibin sedem ku di nava malbatan de pirsgirêk çêbibin. Piştre rêjeya bêkarî û mesrefa zêde, aliyên aborî û zêdebûna deynên li ser malbatan, hemû bûn sedem ku rêjeya hevberdanê zêde bibe. Ji derveyî vê gelek sedemên din jî hene.”

‘Zêdetir cuwanên du sal in zewicîne hev diberdin’

Nîştiman Cemîl da zanîn ku ciwanên nû zewicîne zêdetir hev berdidin û wiha got: “Li gorî lêkolînan kesên ku hev berdidin ên du sal in zewicî ne. Ew jî kesên ciwan û kêm ezmûn in. Êdî civak normal dibîne, du kes li hev nekin dikarin hev berdin. Çi jin çi mêr be hevberdan asayî bûye, aliyê baş ê vê asayîbûnê, li pêşiya nakokiyên di malê de dibe asteng, aliyên xirab jî ew e ku ger zarokên wan hebin, dibin mexdûrên vê rewşê ango yên zêde zirarê dibînin jin û zarok in. Perwerdeya bi tendurist ne şert e ku ji dayîk an bav bigre, mînak car heye dayîk û bav ji ber dem û nakokiyan nikarin perwerdeyeke baş bidin zarok.”

‘Medyaya dîjîtal jî yek ji van sedeman e’

Nîtiman Cemîl têkildarî sedemên zêdebûna hevberdanê wiha got: “Medyaya dîjîtal mêvanê her malê ye û em nizanin bi kar bînin. Ji ber qiyaskirina bi kesên ku blog û kesên reklam dike, bi bandor e. Dibêjin çima kel û pelên mala min ne weke yên wan in, çima em nikarin geştê bikin û çima em nikarin weke wan bin. Ango daxwaza xwe derxistina pêş derdikeve û ev jî dibe sedema pirsgirêkan û malbatê ber bi xirabûnê ve dibe.”

‘Divê vekirina navendên lêkolîn û hişyariyê bikin şertên beriya zewacê’

Nîştiman Cemîl anî ziman ku divê ji her pirsgirêkê re çareseriyek hebe, tevahî lêkolîn li ser vê yekê ne ku hişyarî çêbibe û bizanibin di dîmen de dibînin tenê dîmen e ne jiyana rast e. Ne şert e ku li malê jî wisa be û got: “Kes hene bi dîtinê hezkirinek zêde nîşan didin lê di jiyana rast de çar caran hev berdane. Xalek din di dibistanan de bi taybetî keç û kur divê li  ser zewaca temenê biçûk nefikirin, ji ber temenê biçûk erk û berpirsyariyê nikare bigre û wisa dike ku malbat hilweşe.”

Nîştiman Cemîl di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku divê beriya pêvajoya zewacê bişkînina xwînê bikin, navenda lêkolînê hebe ku ciwan di bicihanîna erkên dayîk û bav de werin hişyarkirin. Da nebe cihê diltengî û dilşikandinê û got: “Ji ber niha hemû cot li ser bingeha hezkirinê dizewicin lê belê ev hezkirin û girêdana hestiyarî, beriya têkilî dest pê bike, diçe pêşiya hedefên jiyanê, nirxên hevpar û ne axaftina li ser pêşerojê. Ji ber vê dema ku di zewacê de pirsgirêk derdikeve, dibêjin ‘jixwe em li ser eşqê zewicî ne.’ Ji ber armancên jiyanê û rêgezên bingehîn bi qasî pêwîst negirtine dest. Di encamê de yên ku herî zêde ji vê ziyanê dibînin jin û zarok in.”