Neyreh Ansarî: Li dijî şîdeta dewletê ya Îranê têkoşîna hiqûqî ya navneteweyî şert e

Hiqûqnasa Îranî Neyreh Ansarî, li ser pêlên darvekirinê yên li Îranê û bêhiqûqiyan axivî, bal kişand ku di mercên heyî de ne tenê çavdêrî û daxuyaniyên navneteweyî divê pêvajoyên hiqûqî dest pê bikin.

ŞEHLA MIHEMEDÎ

Navenda Nûçeyan – Ji destpêka şerê di navbera Îran û Îsraîlê û heta piştî ragihandina agirbestê jî, êrîşên rejîma Îranê li ser gel berdewam kirine. Di rojên dawî de, çend kes bi tohmeta hevkariya bi Îsraîlê re hatine îdamkirin û li gorî medyaya girêdayî Komara Îslamî, zêdetirî 700 kes bi heman tohmetan hatine girtin.

Hiqûqnas Neyreh Ansarî ya ku têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî diyar kir ku zextên li Îranê, ne tenê li dijî hiqûqa navxweyî, bi temamî dijberî standardên hiqûqa navneteweyî ne jî. Ansarî da zanîn ku di  çend rojên dawî de gelek kes bi sûcdariya hevkariya bi Îranê re hatine darvekirin, bi sedan kes jî bi heman hincetê hatine binçavkirin û diyar kir ku gelek ji van sûcdariyan bê delil, bi lezgînî û darizandinên kêfî tên kirin.

Neyreh Ansarî diyar kir ku li Îranê pergala darazê demek dirêj e li gorî armancên siyasî tê meşandin û got ku biryarên darvekirinê û girtina mirovan hemû tên wateya “înfaza bi dewletê ve girêdayî.”

‘Li Îranê zagonên ku nû tên derxistin bi lezûbez li meclisê tên erêkirin’

Ansarî bi gotinên; "Daraza Îranê îro serbixwe nîn e” diyar kir ku pêvajoyên hiqûqê hatine rawestandin, dadgeh rêgezên darizandina adil bi awayê pergalî binpê dikin. Neyreh Ansarî diyar kir ku li Îranê zagonên nû yên tên derxistin bi lezûbez û gelek caran bi gotina ‘lezgîn ji meclisê tên derbaskirin, da zanîn ku bi van pêvajoyan ne rêgeza edaletê, polîtîkaya çewisandinê tê esasgirtin.

Anserî got ku sûcdariyên sîxuriyê jî gelek caran bi awayê derzagonî tên pêkanîn, bal kişand ku şandina agahiyên ji bo medyaya dijberî rejîmê nabe “sîxurî” were dîtin; ji bo sîxuriyê divê ku qesda bi zanîn gihîştandina sirên dewletê hebe û got: “Parvekirina agahiyan bi zanîn an jî ragihandina wan ji raya giştî re sîxurî nîn e.”

‘Rewşa girtiyên siyasî di serî de li Girtîgeha Evînê li gelek welatan di xeterê de ye’

Neyreh Ansarî her wiha ragihand ku di serî de Girtîgeha Evînê, rewşa girtiyên siyasî ya li gelek welatan heta tu bibêjî di xeterê de ye. Her wiha diyar kir ku bi taybetî piştî êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê, li Îranê bi hinceta ewlehiyê, zext dijwartir bûne, girtiyên di zindanan de bi zanebûn tên îzolekirin, agahiya wan ji tu tiştek namîne û got: “Tendirustî û jiyana girtiyan di bin berpirsyariya dewletê de ye. Bê agahî mayîna mirovan, gef, îşkence û înfazên bi kêfî, sûcên li dijî rûmeta mirovahiyê ne.”

Ansarî birandina înternetê li Îranê û astengkirina têkiliya gel bi hemû cîhanê re rexne kir û bal kişand ku di sala 2016’an de Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, gihîştina înternetê weke mafê mirovan ê bingehîn nas kiriye, astengkirina vê yekê li Îranê dijberî hiqûqa mafên mirovan a navneteweyî ye.

Ansarî got ku li dijî pêkanînên wiha divê raya giştî ya navneteweyî ne tenê bi daxuyaniyan, bi pêvajoyên zagonî bikeve tevgerê, bi taybetî Konseya Mafên Mirovan a NY’ê û Dadegeha Ceza ya Navneteweyî û komîsyonên taybet bikevin dewrê.

‘Mekanîzmayên daraza navneteweyî divê dewletên weke Îranê ji aliyê hiqûqî ve berpirsyar bibînin’

Neyreh Ansarî wiha domand: "Divê komîsyon tenê bi nivîsandina raporan bi sînor nemînin. Mekanîzmayên daraza navneteweyî divê dewletên weke Îranê ji aliyê hiqûqî ve berpirsyar bibînin. Her wiha di vê mijarê de gelek tişt dikevin ser welatiyên ji derveyî Îranê jî."

Ansarî bal kişand ser girîngiya komîteyên lêkolîna rastiyan û saziyên lêkolînê yên serbixwe ku di sala 2022'yan de piştî kuştina Jîna Emînî hatin avakirin û diyar kir ku ji bo girtiyên siyasî werin berdan, înfaz rawestin û çavdêrên navneteweyî bigihîjin girtîgehên li Îranê divê demildest gavên lezgîn werin avêtin.

Hiqûqnas Neyreh Ansarî herî dawî, bi bîr xist ku hiqûqa ceza ya navneteweyî, lîderên dewletê jî di nav de dikare hemû kesan bidarizîne û got: “Berpirsyariya ceza bi ast û meqam ji holê ranabe. Divê hiqûq, di pêşiya konjonktora siyasî de be.”