Di doza Gulistan Doku de li dijî Tuncay Sonel lêpirsînek nû hat vekirin
Di lêpirsîna Gulîstan Doku de, ku di sala 2020’an de li Dêrsimê winda bû, lêpirsîneke nû li dijî Waliyê Dêrsimê yê wê demê Tuncay Sonel bi tohmeta “zirara giştî çêkiriye” hate destpêkirin.
Navenda Nûçeyan — Di doza lêpirsîna Gulîstan Doku ya ku di 5’ê Çileya sala 2020’an de li Dêrsimê de windabûbû geşedanek nû derket holê. Hat zanîn di çarçoveya lêpirsînên berdewam de, der barê Waliyê Dêrsimê yê wê demê Tuncay Sonel de lêpirsîneke nû hatiye destpêkirin.
Li gorî îdiayan, bi hinceta ku Tuncay Sonel hewl daye hewldanên lêgerîna Gulîstan Doku wekî bûyera “xwekuştinê” nîşan bide û di vê pêvajoyê de tevahî çavkaniyên heyî bi awayekî xelet hatine bikaranîn. Ji bo wê li dijî Tuncay Sonel lêpirsînek nû hat vekirin.
Hate diyarkirin ku piştî rapora ku di çarçoveya lêpirsîna îdarî ya ku ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ve tê meşandin de were amadekirin. Eger were destnîşankirin ku zirara giştî çêbûye, dikare dubare doz were vekirin.
Hat diyarkirin ku ger lêpirsîn piştrast bike ku zirara di faktora giştî de çêbûye, zirara darayî ya ji ber wê dikare ji Tuncay Sonel were wergirtin.