Li Xorasana Bakur rêjeya xwekuştinê zêde dibe
Rayedarên dadwerî yên li Xorasana Bakur diyar kirin ku kesên ji perwerdeyê dûr ketine, di pênc salên borî de ber bi wekuştinê ve diçin. Ev rewş bêparbûna ji perwerdeyê, zextên aborî û nebaşiya derûnî ya ciwanan nîşan dide.
Navenda Nûçeyan – Alîkarê Karûbarên Civakî û Pêşîlêgirtina Sûc ê Dadweriya Xorasana Bakur ragihand ku kesên dev ji dibistanê berdane, ber bi xwekuştinê ve diçin û diyar kir ku rêjeya herî bilind a xwekuştinê li parêzgehê di pênc salên dawî de zêde bûye ev yek bandorên destberdana ji dibistanê li ser civakê û aliyên wê yên psîkolojîk eşkere dike.
Rayedar di civîneke ku sedemên xwekuştinê li parêzgehê lêkolîn dikir de, bal kişand ser îstatîstîkên pênc salên dawî û wiha got: "Rêjeya herî zêde yên hewl didin xwe bikujin ji kesên ku dest ji dibistanê berdane pêk tê.”
Her wiha destnîşan kir ku kesên meyla wan ji bo xwekuştinê heye temenê wan di navbera 20 heta 30 salî de ye, ev nifş di heman demê de bi bêkarî, bêewlehiya kar, zextên aborî û sînorkirinên perwerdeyê re rû bi rû ye.
Ciwan di nava zextên aborî û perwerdeyê de ne
Pisporên civakî jî bi berdewamî li ser zirara psîkolojîk a zêde ya ji ber devjêberdana dibistanê hişyarî dikin. Bi taybetî li deverên bê derfet, devjêberdana perwerdeyê gelek caran tê wateyê ku kes ji çerxa kar, beşdariya civakî û derfetên wekhevî bêhtir tê dûrxistin.
Destjêberdana dibistanê pir caran ne tenê pirsgirêkek perwerdeyê ye; bi rewşa aborî, civakî, xizanî, bêkarî, zewaca zû, keda bi zorê û tecrîda civakî ve girêdayî ye. Ev şert û merc dikarin ji bo zêdebûna depresyon, bêhêvîtî û tevgerên xeternak, nemaze di nava ciwanan de, zemînek biafirînin.
Di rêjeyên xwekuştinê de Xorasana Bakur
Hat diyarkirin ku Xorasana Bakur di pênc salên borî de li gorî parêzgehên din di rêjeyên xwekuştinê de pir li pêş e.
Her çendî ev parêzgeh dibe ku rêjeyên herî bilind li seranserê welat nebe jî pispor bawer dikin ku berdewamiya pirsgirêkên civakî, nemaze di nava ciwanan û kesên ku ji perwerdeyê bêpar in, bibe sedema krîzeke mezintir. Koka vê krîzê ne tenê bi tenduristiya derûnî ve sînordar e, di heman demê de bi polîtîkayên perwerdeyê, şert û mercên aborî û asta piştgiriya civakî ve jî girêdayî ye.
Krîza bêdeng a dûrketina ji perwerdeyê
Li gorî çalakvanên civakî, dûrbûna ji perwerdeyê di salên dawî de li Îranê bûye yek ji krîzên ku baş nayê dîtin. Ev krîz ne tenê bi bêparbûna perwerdeyê ve sînordar e dibe ku bandorên kûr li ser tenduristiya derûnî, perspektîfên kariyerê û kalîteya jiyana nifşê ciwan bike.
Li gelek herêmên ku ji derfetan bêpar in, malbat ji ber pirsgirêkên aborî nikarin perwerdeya zarokên xwe bidomînin; ev yek ciwanan ber bi karekî zû, bêkariya kronîk û hesta bêhêvîtiyê ve dibe. Pispor hişyar dikin ku bêyî polîtîkayên piştgiriyê, di perwerde û xizmeta civakî de, çerxa xizanî û pirsgirêkên psîkolojîk dê berdewam bike.