Newroza Mexmûrê: Aştî û azadî tenê bi Rêber Apo pêkan e

Şêniyên wargeha penaberan a Mexmûrê bi coş û kelecanek mezin cejna Newrozê pîrozkirin û peyama “Aştî û azadî tenê bi Rêber Apo pêkan e” dan.

Mexmûr – Her sal li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) cejna Newrozê bi coşek mezin tê pêşwazî kirin. Îsal jî bi heman şêweyî giştî şêniyên wargehê bi cil û bergên Kurdî ji bo pîrozbahiya cejna Newrozê berê xwe dan cihê Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê.

Beriya ku şahî were destpêkirin ji bo tevayî cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê agirê Newrozê hat pêxistin. Piştî pêxistina agir li ser girîngiya rojê Hevserokê Meclîsa Gel Ehmed Şehbaz axivî.

‘Aştî û azadî tenê bi Rêber Apo pêkane’

Ehmed Şehbaz cejna Newrozê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û wiha got: “Newroz ji bo gelên bindest li hember Dehaqên zalim roja serhildan û têkoşînê ye. Ger ku em îro li herderê Newrozê pîroz dikin bi saya şehîdan e. Di vê pêvajoyê de Rêbertî ji bo mirovatiyê gavek avêt. Wek gelê Kurd ya ku dikeve ser milê me jî ew e ku em destê Rêbertî xurt bikin. Ji ber ku aştî û azadî tenê bi Rêber Apo pêkan e.”

Piştî axaftinê şanoya bi navê Kurdistan hat pêşkêşkirin. Piştre hunermend derketin ser dikê û gel li ber stranan govend gerand. Piştî wê koma govendê hat ser dike û hunera xwe pêşkêşkirin. Piştî koma govendê koma mûzîkê ya ku ji endamên Stêra Zêrîn û TEV-ÇAND a Mexmûrê û koma Senterî Qereçox pêk dihat hatin ser dikê û stranan gotin.

Di dawiyê de li ber stranan gel govend gerand û şahî bi dawî bû.