Nesrîn Sutude hêjayî Xelata Mafên Mirovan a Scott Crosby hat dîtin
Xelata Mafên Mirovan a Scott Crosby, di çarçoveya konferansa payîzê ya Komeleya Parêzerên Cezayê yên Ewropî de, dan parêzer û parêzvana mafên mirovan a Îranî Nesrîn Sutude.
Navenda Nûçeyan – Xelata Mafên Mirovan a Scott Crosby ya 2026’an, di çarçoveya konferansa payîzê ya Komeleya Parêzerên Cezayê yên Ewropî ku îro li Tirana paytexta Albanyayê hate lidarxistin de, dan parêzer û parêzvana mafên mirovan a Îranî Nesrîn Sutude.
Xelat ji aliyê kurê wê Nîma Xandan ve hate girtin. Komeleya Parêzerên Cezayê yên Ewropî, ragihand ku xelatê, ji bo xebata wê ya zêdetirî 20 salan a di warên mafên bingehîn û mafên jinan, serxwebûna hiqûqî, mafê parastinê û mafê darizandinek adil de, dane Nesrîn Sutude.
Nesrîn Sutude, di tevahiya kariyera xwe de çalakvanên siyasî, rojnamevan, jinên ku li dijî hîcaba mecbûrî, kêmneteweyên etnîkî û olî û hinek girtiyên cezayê darvekirinê, parast. Di salên dawî de jî bi binçavkirin, girtinê û sînorkirinên cûrbecûr ên hiqûqî û pîşeyî re rûbirû ma.
‘Nesrîn Sutude û malbata wê rastî zextên hiqûqî hatine’
Xelat, bi navê parêzer û parêzvanê mafên mirovan Scott Crosby ê Îskoçî ku di sala 2020’an de koça dawî kir, hate dayîn. Xelatê, didin parêzerên ku di qada mafên mirovan, serxwebûna hiqûqî û serdestiya hiqûqê de hewldanên xwe yên dilsoz kirine.
Raportora Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya Serbixwebûna Dadwer û Parêzeran Margaret Satterthwaite jî di merasîmê de amade bû. Margaret, girîngiya piştgiriya parêzerên serbixwe û parêzvanên mafên mirovan destnîşan kir.
Komeleya Parêzerên Cezayê ya Ewropî, berê ragihandibû ku merasîma xelatdayînê dê di 3’yê Cotmehê de wekî beşek ji konferansa payîzê ya komeleyê ya li Tiranê pêk bê. Komeleyê, di danasîna Nesrîn Sutude de bal kişand ser xebata wê ya di parastina mafê darizandinek adil û serxwebûna pîşeya hiqûqê de. Komeleyê da zanîn Nesrîn Sutude û malbata wê rastî zextên hiqûqî hatine.