Nêrgiz Mihemedî bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku lêkolînê li ser îdamkirina li Îranê bike

Çalakvana mafên mirovan a xwediyê Xelata Nobelê Nêrgiz Mihemedî bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku lêkolînê li ser îdamkirina li Îranê bike û got: “Jiyana gelek muxalîfan di xetereyê de ye.

Navenda Nûçeyan – Parêzvana mafê mirovan a xwediyê Xelata Nobelê Nêrgiz Mihemedî derbarê îdamkirin û windakirina mûxalîfên ji aliyê dewleta Îranê ve nameyek ji Neteweyên Yekbûyî (NY) re nivîsand. Nêrgiz Mihemedî di nameya xwe de daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî kir ku lêkolînê li ser îdamkirin, kuştin û windakirina dijberên Îranê di 46 salên borî de bike.

 Çalakvana mafên mirovan Nêrgiz Mihemedî jî diyar kir ku rejîma Îranê li Amerîkayê hewl daye rojnamevan û çalakvanê siyasî yê Îranî Mesîh Elî Nejad bikuje. Di beşeke din ya nameyê de, Nêrgiz Mihemedî eşkere kiriye ku ji destpêka damezrandina rejîmê heta niha ji bilî bidarvekirina bi hezaran girtiyên siyasî, jiyana gelek ji dijberên rejîmê li hundir û derveyê Îranê jî di metirsiyê de ye.

 Nêrgiz Mihemedî, 52 salî, xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê ya mafên mirovan, ji 20 salên dawî zêdetirî 10 salan di girtîgehê de derbas kiriye.