NADA'yê bi daxuyaniyek kuştina Kîjan Bûrhan şermezar kir

Hevbenda NADA'yê bûyera Kîjan Bûrhan a ji aliyê bavê xwe ve li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê, hat kuştin şermezar kir û banga lêkolîneke zelal û dadwer kir.

Navenda Nûçeyan – Hevbenda Demokratîk a Jinan a Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê (NADA) diyar kir ku Kîjan Bûrhan a 30 salî, di 20'ê Cotmehê de ji aliyê bavê xwe ve hatiye gulebarankirin, sê gule lêketine û piştî birîndarbûna giran li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye. Li gorî agahiyan bavê wê radestî polîsan bûye û di lêpirsînên destpêkê de sûcê xwe qebûl kiriye.

'Kuştina jinan bi navê namûsê binpêkirineke eşkere ye'

NADA'yê di daxuyaniyê de tekez kir ku tu nakokiyên malbatî yan civakî nikarin bibin hinceta kuştina jinan û êrîşên li dijî jinan ku bi navê namûsê tên kirin binpêkirina mafê jiyanê ye. Di daxuyaniyê de hat gotin ku tu kes nikare xwe bixe cihê dadgehê û bi hinceta kevneşopî yan namûsê berpirsyariya sûcê ku dike sivik bike.

Banga lêkolîneke serbixwe û zelal

Hevbendiya NADA’ê bang li saziyên dadwerî û ewlehiyê kir ku lêkolîneke serbixwe û zelal bimeşînin, rastiya bûyerê eşkere bikin û sûcdar cezayê herî giran bigre. Her wiha xwest bi destwerdana malbatî, eşîrî û siyasî pêşiya pêvajoya dadê neyê girtin.

NADA'yê di dawiyê de bang li saziyên pêwendîdar kir ku ji bo parastina jin û keçan li hemberî tundiya malbatî û civakî gavên cidî bavêjin, mekanîzmayên parastinê xurt bikin û li dijî çand û ramana ku tundiyê bi navê namûsê rewa nîşan dide bixebitin. Her wiha hat destnîşankirin ku pêkhatina edaletê ji bo Kejhan, ji bo hemû jinên ku mafên wan tên binpêkirin gavêke girîng e.