Namzeda hevşaredariya bajarê Hesekê diyar bû

Kongra Star a bajarê Hesekê encamê pêşhilbijartinên namzeda hevşaredariya bajarê Hesekê bi daxuyaniyekê eşkere kir.

Hesekê – Kongra Star a bajarê Hesekê, îro dest bi pêşhilbijartinên namzetên jin ên hilbijartina şaredariyan kir. Hilbijartin li 3 navendên Kongra Star a bajarê Hesekê pêk hat.

Kongra Star bi daxuyaniyekê encamê pêşhilbijartinên namzeta jin a ji bo şaredariya Hesekê bi daxuyaniyekê eşkere kir. Daxuyanî li ber navenda Kongra Star a bajarê Hesekê ji aliyê Rêvberiya Kongra Star a bajarê Hesekê Mîdiya Elî hate xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Li gorî dengê ku hatin Enûd Bedirxan Deqorî 496 deng kom kir, Bera Mihemd Mardêlî 304 deng, Muna Mehmûd Hinêş 101 deng  û Seadiya Ibrahîm Kûtê 65 deng kom kir. Yê ku dengê herî zêde kom kir Enûd Bedirxan Deqorî 496. Me wekî Kongra Star hilbijartinên xwe bi rengekî demokratîk da meşandin, me xwest jin bi îradeya xwe ya azad dengê xwe bide. Pêşhilbijartinên ku li Hesekê pêş hatin cara yekem bû û mînak e ji tevahî cihanê re ku jin li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bi îradeya xwe dengê xwe dide.”