Nameya Zeyneb Celaliyan: Li dijî darvekirin, girtin û hejariyê bibin yek
Girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan ku cezayê muebetê girtiye bo boneya salvegera girtina xwe nameyek nivîsand û bang li gel kir ku li dijî darvekirin, girtin û hejariyê bibin yek.

Navenda Nûçeyan – Girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan ku bi cezayê muebetê hatiye mehkumkirin bi boneya salvegera girtina xwe ji girtîgeha Yezdê nameyek nivîsand.
Di nameyê de bal kişand ser îşkenceya fîzîkî û derûnî ku di dema girtinê de lê hatiye kirin û ev yek diyar kir: “Girîng nebû min bersiv bida yan bêdeng bûma. Îşkenceyê berdewam dikir. Min jî aqilê wan ê nexweş fam nedikir, di cihek tarî de, deriyek ji bo ronahiyê tunebû, ji ber fikrê zilmê, weke beqê kur ji ronahiyê ditirsin.”
Nameya Zeyeneb Celaliyan wiha ye:
“Destê min bêhna gulan ji dihat, ez bi hilgirtina gulan hatim cezakirin lê belê kes nedifikirî ku min gul çandibe.
Zilmê di dilê min de birînek kûr hişt ku tu caran ji bîra min neçe. Ez gulek biçûk bûm, hilgira peyamek mezin a azadiyê bûm. Di 27’ê Adara 2007’an de geşta min ya ji bo bajarê bedew ê Kirmanşanê dest pê kir lê belê zaliman di rê de ez revandim û birim cihekî ne diyar.
Cilên reş li serbaz bûn û edetên wan ecêb bûn, di cihê bi tirs de, diviyabû kes kesê nebîne. Bi paçekê çavên min girêdan û pirs ji min kir: Navê te çi ye? Min got: navê min Zeyneb e, li min didan dîsa ji min dipirsîn navê te çi ye? Min her digot: Navê min Zeyeneb e, careke din li min dan û îşkence li min kirin û ji min dipirsîn: Navê te çi ye?
Dubare yan sêbare pirsek dubare dikirin. Ne girîng bû min bersiv daye yan bêdeng bûme, îşkenceyên wan berdewam dikirin, min ji aqilê wan ê nexweş fam nedikir. Li wê cihê tarî, deriyek ji bo ronahiyê tunebû, ji ber ku xwediyên fikrê zulmê, weke beqê ji ronahiyê ditirsin.
Piştî çend mehan ez şandim girtîgehê, gardiyanên girtîgehê jin bûn lê belê reftarên wan ji yên mêran xirabtir bûn ew jî ji bo min gelek bi êş bû.
Piştî çend mehên bendewarî û nezelaliyê bi êş û westan, rojekê bi dengekî tijî kîn û nefret, navê min di hoparlora girtîgehê de hat bangkirin. Dest û lingên min kelepçe kirin û ez birim dadgeha ku gazî min kirin. Min bi zimanê xwe yê zikmakî bi dadger re sê deqe sohbet kir, wî jî ez nas nedikirim, guh nedida tiştên ku min digotin. Îcar wan biryara xwe li ser çi esas girtine û cezayê darvekirinê dane min? Nizanim!
Gef û sirgûn
Paşê ez sirgûnî Tehranê kirim, li wir ez şeş mehan di hucreyên agahdarkirinê de, di bin zexteke zêde de bi îtîrafa bi zorê re rûbirû mam. Piştî salan dayîka min di bin gefê de anîn Tehranê. Nalînên dayîka min nedihatin vegotin. Ji bo wê gelek zehmet bû ku êşa windakirina zarokên xwe û cezayê darvekirinê ji hevjînê xwe re ragihîne. Êşa dayika min ji sebra wê zêdetir bû lê belê serî li ber zilm û zordaran netewand. Dayîka min diyardeya xemeke mezin bû. Bêguman gotinên min ji bo pênasekirina wê ne bes in.
Piştî şeş mehan ez vegerandim Kirmaşanê, çend caran min daxwaz kir ku min bibin parêzgeha min lê 7 salan di girtîgeha Kirmaşanê de mam. Piştî ez sirgûnî girtîgehek din hatim kirin û çar salan li wir di bin zextên derûnî û de mam .
Wê şevê qedexeya derketina derve hat ragihandin û girtîgeh ketibû nava bêdengiyeke kûr, ez bi zincîran girêdam û sirgûnî girtîgeha Qerçakê kirim û ez li wê girtîgehê bi vîrusa koronayê ketim. Min tu çavdêriyeke tenduristiyê negirt. Ziyanek zêde min dît. Min gelek caran daxwaza veguhestinê kir, lê belê min tu bersiv negirt. Neçar mam dest bi çalakiya greva birçîbûnê bikim.
‘Di êvarek xemgîn û bi toz a bajarê Kirmanê de...’
Piştî çend rojên bendewariyê, nîvê şevê, dema ku girtî di xew de bûn û tenê dengê kuxika min bêdengî şikand, sîxur û zalim vegeriyan. Ez bi darê zorê kelepçe kirim, sirgûnî Kermanê kirim. Ji bo xwendina daxwazên min çav tunebûn, ne guh hebû guh bidin gotinên min. Dilek bû ji bo hevsoziyê. Piştî çend mehan ji tenêtî û tecrîdê, ez jî mafê telefon û hevdîtin û heta ji karta kirînê bêpar mam. Di êvarek xemgîn û bi toz a bajarê Kirmanê de, gardiyanên girtîgehê bi sondên derew û bi zorê ez sirgûnî Kirmaşanê kirim.
Tevî wê jî piştî vê sirgunî bi zorê, bi bedenek westiyayî û nexweş, min çavên xwe girtin da ku nefes bigrim. Lê belê dengê nobedarên paqijiyê nehişt ez bêhna xwe bidim. Dest û lingên min girêdan, çavên min girêdan û ez sirgûnî Yezdê kirim. Sal di vê tarîtiyê de derbas bûn, li gel hemû zorî, nerehetî, bê telefon û hevdîtinan, niha ev çar sal û çar meh e li girtîgeha Yezdê de dimînim.
Di vê tarîtiya girtîgehê de ez çavên xwe datînim ser hev. Wêneyek ne zelal a jiyana li derveyî girtîgehê di hişê min de dimîne. Ez bêriya hembêza germ a dayîka xwe dikim, awirê bavê xwe yê bi hezkirin, kenê xwişka xwe û heta kenîn rûyê birayê xwe dikim. Ez bêriya gelê dilgerm û mêvanperwer ê Kurdistanê û stranên Kurdî dikim. Ez bêriya bêhna xaka gula şîlanê û sivoriyên ser daran dikim. Ez bêriya kaniyên zelal, çemên diherikin, çiyayên bilind û şevên tije stêrk dikim.
Bi van hemû êş û hesretan 17 sal derbas bûn bû 18 sal!
Bang li gelên Îranê
Rayedarên vê rejîmê hewl didin welatê me wêran bikin. Ciwanên me dikujin, darve dikin yan jî dişînin girtîgehê. Çavkaniyên me yên xwezayî talan dikin. Aboriya welat hilweşandine. Xizanî û birçîbûn belav bûye. Heta kengê hûn ê li beramberî van wêrankerên hov bêdeng bimînin?! Heta kengê hûn ê tevî xîzanî û birçîbûnê bixebitin? Ma ev jiyana bê rûmet mafê me ye!
Gelê hezkiriyên vê xakê! Bila em bibin yek û bi yek dengî biqîrin: Na ji kuştinê re, ji îdamê re na, ji girtîgehê re na, ji xizaniyê re na, ji birçîbûnê re na. Ger tu ji ber dîtina her neheqiyê hêrs bibî, tu wê demê hevrê û hevalê/a min î.”
17 sal in girtî ye
Zeyneb Celaliyan di sala 1982’an de li gundê Dîm Qişlaq ê bajarê Makuyê ji dayîk bûye û girtiya siyasî ya herî bi temen a jin e ku li Îranê cezayê heta hetayî lê hatiye birîn. Di 27’ê Adara 2007’an ve di girtîgehê de ye û ji mafê derketin û di van salên dawî de jî ji mafê hevdîtina malbatê û xizmeta tenduristiyê bêpar hatiye hiştin. Tevî ku di dema girtinê de gelek caran nexweş bûye jî çend caran bi awayekî derzagonî û tundî wê her carê wê birine girtîgehek.
Zeyneb Celaliyan di sala 2008’an de bi sûcê ‘Hewldana li dijî asayîşa nîştimanî û şerê li dijî xweda’ cezayê darvekirinê lê hat birîn lê dadgeha temyîzê piştre cezayê wê veguherand cezayê muebetê. Di dema girtinê de rastî gelek îşkenceyên tund hat û piştî 17 salan jî hê di bin zexta hêzên ewlehiyê de ye û beramberî dixwaza wê ya xizmeta tendirustiyê, poşmanî lê tê ferzkirin. Parêzerê wê Emîr Salar Diwadî çend caran destnîşan kir ku girtina siyasî nê zagonî ye, cezayên komara Îslamê ne zagonî ne û divê were azadkirin.