Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê starta çalakiyên 8’ê Adarê dan
Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê starta çalakiyên 8’ê Adarê bi dirûşma “Bi ‘Jin Jiyan Azadî’ em Sûriya demokratîk ava bikin” da.

Navenda Nûçeyan – Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan ên Bakur û Rojhilatê, derbarê girîngî û çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de daxuyaniyek da. Di destpêka daxuyaniyê de hat gotin ku “Bi rihê berxwedana jinên têkoşer û bexwedêr ku hezkerên azadî û aştiyê ne, em 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ku destkeftî û serkeftinên li cîhanê bi dest xistine, bibîr tînin.”
‘Em şehîdên jin bibîr tînin’
Di daxuyaniyê de ha zanîn ku weke roja tekoşîna ji bo bidestxistina azadiya jinê û misogerkirina mafên wê yên bi sedsalan, dê bibe berhema têkoşîna wê ya bê navber di dîrokê de dinirxînin. Daxuyanî wiha berdewam kir: “Em şehîdên xwe yên di rêya azadiya jinê de ji Heyfa Erebo, Menîce Heyder, Karam Şehab, Cîhan Bîlgîn, Arjen Kobanê, Xezne Abdî, Zozan Hemo ta Heza Kobanê û hemû şehîdên azadiyê bi rêzdarî bi bîr tînin. Heta ku em bighêjin hêvî û daxwazên wan ên ji bo avakirina jiyana azad, edalet û aştiyê, em soza xwe ya berxwedan û têkoşînê bênavber nû dikin. Di van kêliyên dîrokî de, em bi wateyên herî wefadarî û dilsozî ji qadên şoreşa jinê heta sembola berxwedana aştiyê Rêber Abdullah Ocalan ku rêhevalê rêya azadiya jinê ye, her wiha em berxwedana jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku tevî hemû êş û azarên şer û dagirkeriyê bi ser ketine, silav dikin.”
‘Li dijî polîtîkayên paşverû têkoşîna me dê bilind bibe’
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bi îsrar û îradeyeke xurt xeta têkoşîn û berxwedanê bilind kirine heta ku îro bûne mînaka îlham û cesaretê ji bo hemû jinên Sûriyeyê. Daxuyanî wiha dom kir: “Her wiha nirxdayina sekna jinên pêşeng ên ku di hemû qadan de bi rengên azadî û têkoşînê cih girtine, bi ruh û wate da ku bibe nîşaneke nû di rêya tekoşîna me de û di diyarkirina nêrîna siyasî û civakî ya pêşeroja me de, em 8 Adarê pêşwazî dikin. Li dijî polîtîkayên paşverû yên faşîst û rêbazên desthilatdariya hişmendiya mêr ku dijminatiya hemû jinan û gelên azad dike, em dengê xwe bilind bikin.”
Banga ji bo jinên Sûriyeyê
Jinan di daxuyaniya xwe de balkişandin ser rewşa jinên Sûriyeyê û gotin: “Em îsal 8’ê Adarê pîroz dikin, lê belê êş û azarên jinan li seranserî Sûriyeyê hîn berdewam dikin. Bi astengiyên herî dijwar re, weke kêmkirin û dûrxistina rola wê û çewisandina azadiyê ji neheqî, zordestî, mêtingerî û êrîşên giran ên mîna kuştin, destavêtin, revandin, koçberkirin re rû bi rû dimîne. Her wiha pêkanîna tawanên qirkirinê bi taybetî li herêmên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên terorîst dagir kirine, li ser jinan zêde bûye. Tevî van hemûyan jî, jin di vejîna civakê de roleke sereke dilîze û li hemberî van hemû dijwarî û zehmetiyan fersenda xwe ya guhertin û veguhertina demokratîk nîşan dide.
‘Em polîtîkayên êrîşker û dagirkeriyê red dikin’
Em di platforma çalakiyên hevpar ên tevger û rêxistinên jinan ên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, polîtîkayên êrîşker û dagirkeriyê, îdeolojiya tundrew, bêdengiya dewleten navneteweyî û helwestên ne cidî yên mafên mirovan li hemberî hemû cureyên tundî, tawan û binpêkirinên hovane yên ku dewleta Tirk a dagirker û rêjîmên desthilatdar li dijî jinên Sûriyeyê pêk tîne, red dikin.
‘Hewldanên ji bo aştî û ewlehiyê berdewam in’
Li ser vî esasî û armancên xwe yên bingehîn, platforma çalakiyên hevpar ên tevger û rêxistinên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di roja cîhanî ya jinan de, hewl didin ku hêz û hewlên jinan bikin yek, da ku destkeftiyên ku di têkoşîna xwe de bi dest xistine biparêzin. Kongra Star da zanîn ku her wiha ji bo bidestxistina ewlekarî û aştiyê û misogerkirina mafên wan a di destûra Sûriyeyê ya pêşerojê de pêk bînin, ji bo vejînkirina ruhê berxwedanê yê jinên kedkar û berxwedêr ên ji bo pêkanîna daxwaz û armancên hevpar ên azadî, edalet û avakirina civakeke demokratîk a azad, hemû hewldan tên kirin.
‘Bi felsefeya jin, jiyan, azadî em Sûriya demokratîk ava dikin’
Ji bo ku stratejiyeke netewî ya jinan a ku bikaribe pêşengiya qadan bike bê danîn, em bang li hemû jinan û parêzvanên azadî, demokrasî û aştiyê dikin. Ji bo pêşxistina nêrînên xwe yên avaker, ji bo çareserkirina pirsgirêka jinê ya bi xurtkirina îrade, hêz, û hêza xwe ya xweser û helwestên me yên mirovahî, birêxistinkirina refên me û bi berdewamkirina felsefeya “Jin-Jiyan-Azadî” li tevahî cîhanê were rûniştandin. Li ser vê bingehê em bi boneya Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê destpêkirina kampanyaya sala 2025’an bi dirûşmeya ‘Bi felsefeya jin, jiyan, azadî em Sûriya demokratîk ava dikin’ radighînin.”
Kongra Star ragihand ku çalakiyên wê ji 25’ê Sibatê heta 8’ê Adarê berdewam bikin, wiha ne:
* Tevahî bajar bi rengên jinê bêne xemlandin û slogana kampanyayê li pêşiya her bajarek bê bilindikirn.
* Civînên girseyî ji gel re li ser mijara tekoşîna jinê bên lidarxistin.
* Semîner li tevahî gund û taxan û saziyan bên dayîn.
* Komxebat li ser rola jinê di asta her kantonekê de bê çêkirin.
* Hîlala Zêrîn bi boneya 8 Adarê wê stranekê li ser jinên Sûrî belav bike.
* Taximên jinan ên futbolê lîstîkên xwe pêşkêş bikin.
* Panêlen online bi rêxistinên jinan re dê bê lidarxistin.
* Serdana Gundê Jinwar bê kirin û dar bên çandin.
* Gul an jî dar li ser cihên asayîşê li hevalên jin bê diyarkirin.
* Pêşengeha wêneyên hevalên şehîd û danasînên kurt li ser jiyana wan, were organîzekirin.
* Ji aliyê Meclîsa Jinê ya PYD’ê ve semînerek diyalogê di asta Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê de bê lidarxistin.
* Komxebat li Kobanê, kantona Hesekê, Qamişlo û Reqayê wê bên lidarxistin.
* Broşûrên ji bo danasîna 8’ê Adarê bên belavkirin.
* Di roja 8’ê Adarê de wê li kantona Qamişlo, Hesekê, Kobanê, Heleb, Şam, Başûrê Libnanê û Ewropayê, bi meşên mezin berê xwe bidin qadên mitîngê.
* Kampanya hashtagê wê bê destpêkirin.
* Pêşengehek li Helebê wê bê vekirin.
* Pêşengeha ji bo hunerên destan li Reqa û Tebqayê dê bên vekirin.
* Pirtûkên jinan dê li jinan bên belavkirin.
* Vekirina terzîxaneya Înana li Hesekê
* Ji bo xwedî derketina li tevahî jinên her çar aliyên Kurdistanê, meşek girseyî li kantona Cizîrê bê lidarxistin. Di çalakiyên mezin de tevahî wêneyên hevalên şehîd ên jin bên rakirin û bi taybetî alên Kongra Star bên hildan.
* Di 8’ê Adarê de li hemû kantonan çalakî bên li darxistin.