NADA: Divê şerê li Xeza û Sûdanê demildest were rawestandin
NADA’yê ji bo alîkariya mirovî bigihîje Xeza û Sûdanê û şer bi dawî bibe, daxuyaniyeke nivîskî da û bang kir ku şerê ji bo qirkirinê yê li herdu welatan demildest were rawestandin.

Navenda Nûçeyan- Koalîsyona Jinan a Demokratîk a Herêmî ya Efrîkaya Bakur û Rojhilata Navîn (NADA), têkildarî şerê li Xeza û Sûdanê daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku ji meha Cotmeha 2023’yan ve heta niha li Xezayê qirkirin heye û hat gotin ku qirkirin bi piştgiriya koalîsyona emperyalîst a navneteweyî û bêdengiya welatên Ereb tê kirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di êrîş û pevçûnên li ser Xezayê de bi deh hezaran jin û zarok jî din av de ji 54 hezarî zêdetir kesan jiyana xwe ji dest dane, ji 123 hezarî zêdetir kes birîndar bûne, bi deh hezaran jî winda ne û bal hat kişandin ku li herêma di bin dorpêçê de xela heye. Di daxuyaniyê de her wiha bal hat kişandin ku tevî bomberana li ser Xezayê û koçberkirina b idare zorê, destûr nayê dayîn alîkariya mirovî bikeve bajar, hat diyarkirin ku qedexekirina ketina alîkariyan, rêbazeke din a qirkirinê ye û li dijî hiqûqa navneteweyî ye.
Li Sûdanê ji 150 hezarî zêdetir mirov hatin kuştin
Di daxuyaniyê de têkildarî Sûdanê jî wiha hat gotin: “Sûdan, ji 15’ê Nîsana 2023’yan ve heta niha di nava şerekî berfireh de ye. Ji 150 hezarî zêdetir mirov hatin kuştin, 12 bin kes hatin koçberkirin. Tevî van hemûyan nexweşiya kolerayê her diçe zêdetir belav dibe.”
Di daxuyaniyê de der barê berpirsyarên rewşa li Sûdan û Filistînê de wiha hat gotin:
“*DYA û welatên din ên emperyalist, piştgiriyê didin êrîşan û kujeran diparêzin.
*Rejîmên Ereb jî ji bo berdewamkirina qirkirina li ser gelê Filistîn û Sûdanê piştgiriya siyasî û aborî didin.
*Aliyên ku li Sûdanê şer dikin welat kirin qada şer û bûn sedema hilweşînê.
*Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên navneteweyî, peywirên xwe yên exlaqî û hiqûqî bi ‘banga bêdengî û fikarê’ bi sînor kirin û bûn hevparên sûc.”
Di berdewamiya daxuyaniyê de ev bang hat kirin:
“*Divê şer û êrîşên ji bo qirkirinê li Xezayê demildest werin rawestandin, dorpêç were rakirin û alîkariya mirovî bê navbeynkarî bi awayekî adil û bêalî bi mekanîzmaya NY’ê bikeve herêmê.
*Divê deriyên sînor her dem vekirî bin, destûr were dayîn ku şewate, derman û ava paqij bikeve herêmê.
*Divê Sûdan weke herêma felaketê were îlankirin û korîdorên lezgîn ên tibî werin vekirin.
*Divê şerê li Sûdanê demildest were rawestandin, alîkarî nebin mijara bazar an jî amûra siyasî.
*Heta ku şewba kolerayê bi temamî biqede û mercên xizmetên bingehîn çêbibin divê penaber ji bo vegerê neyên teşwîqkirin.
*Divê dayîna çekan ji bo aliyên ku qirkirinê dikin bi dawî bibe, li ser dewlet û şirketên ku destekê didin şer pêkanîn werin kirin.”