Kombûna Jinan a Zenûbiya bihêzkirina jinan xebatên xwe didomîne
Kombûna Jinan a Zenûbiya ji bo xurtkirina civîn û perwerdeyên hişyariyê, bi armanca bihêzkirina jinan ji bo bidestxistina serxwebûna xwe dixebite.
ZEYNEB XELÎF
Dêrazor- Her gavek ji bo pêşxistina rola jinan ne serkeftineke ferdî tê hesibandin, ew serkeftineke ji bo avakirina civakek wekhev û hevseng e. Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Dêrazora herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ji bo pêşxistina rol û hebûna jinan di nava civakê de gelek hewldan û ked dide. Her wiha ji bo jin di mekanîzmayên biryargirtinê de cihê xwe bigrin, xebatên xwe xurtir dike.
Civînên ji bo pêşxistina jinan
Endama Kombûna Jinên Zenûbiya Aîde El Mihemed bal kişand ser girîngiya hebûna jinan ji hemû ol û baweriyan di cihên biryardayînê de û got: "Tevî kêşeyên ku jin bi wan re rûbirû dimînin jî însiyatîfên ku hatine avakirin hewl didin ji jinan re bibin destek û xeyalên wan pêk bînin. Em ji bo rola jinan di civakê de bi pêş bixin dixebitin. Xurtkirina civînên zanakirina jinan yek ji gavên herî girîng e di xebatên me de. Bi riya van civînan jin tên perwerdekirin û destek didin wan ku hebûna xwe xurt bikin. Em gelek hewl didin jinan beşdarî hemû qadên civakî bikin. Nêrîn û hebûna jinan di civakê de gelek girîng e. Ev yek dihêle ku encam û biryarên rast derkevin holê û piştgiriya jinan bê kirin."
'Beşdarbûna jinan a nava civakê pêşî li mercên jiyanî yên baş vedike'
Aîde El Mihemed diyar kir ku ji ber ew di civakek rojhilatî de dijîn gelek pirsgirêk û zehmetî hene û wiha axivî: "Ji ber ku em di civakek rojhilatî de dijîn û zihniyeta mêr serwer e, gelek astengî û zehmetî li pêşiya azadiya jinan derdikevin. Ji bo têkbirina van zehmetiyan, em civînên jinan û perwerdeyên wê xurtir dikin. Di heman demê de em hewl didin derfetan ji jinan re ava bikin da ku bikaribin xwe bi pêş bixin û rola xwe di civakê de îsbat bikin. Gelek jin beşdarî van civînan dibin û maf û azadiya xwe dixwazin. Ev jî gavek serkeftî ye. Beşdarbûna jinan ji qadên civakî re dihêle ku derfet ji bo piştgiriya jinan ava bibin. Em ê piştevaniya jinan bikin heya bigihîjin civakek wekhev û azad. Her gava ku em ji bo bihêzkirina jinan bavêjin, gavek e ber bi civakek dadperwertir û wekhevtir ve ye."
'Divê jin beşdarî cihên biryardayînê bibin'
Endama Mal Jin Îkram El Elî destnîşan kir ku rola rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên din di însiyatîfên ji bo bihêzkirina rol û tevgerên jinan de hene û got: “Ev tevger ne tenê ji bo pêşxistina jinan, dikarin bibin guherînên civakî û siyasî. Beşdarbûna jinan ji cihên biryardayînê re gelek girîng e. Ev jî dihêle ku sîstema kotayê pêk bê û tedbîrên ji bo gihandina jinan ji cihên rêveberiyê re hêsantir bibin. Girîng e ku ji jinan re perwerde bên dayîn, ji bo bikaribin cihê xwe di rêveberiyê de bigrin. Bi riya hevdîtinên ku Kombûna Jinan a Zenûbiya dike, girîngiya rola jinan di civakê de derdikeve holê. Armanc bi van hevdîtinan ew e ku beşdarbûna jinan ji cihê biryardayînê re zêde bibe. Tevlibûna jinan di warên cuda yên pêşengiyê de ne tenê ji bo bidestxistina wekheviyê pêngavek e, di heman demê de veberhênanek e ji bo pêşerojeke ronî ji bo hemûyan."