Mustafa Turkay Sonel hate girtin
Di lêpirsîna Gülistan Doku de pêşketinek nû hate jiyîn. Mustafa Turkay Sonel, kurê Tuncay Sonel, walîyê berê yê Dêrsîmê, ku di çarçoveya lêpirsînê de hatibû binçavkirin, hate girtin.
Navenda Nûçeyan – Di lêpirsîna windabûna xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulistan Doku de, Mustafa Turkay Sonel, ku piştî îfadeya xwe ya li dozgeriyê sewqî Dadgeha Sulhê hatibû kirin, bi tohmeta "kuştina bi zanebûn" hate girtin.
Bi vê biryarê re, hejmara kesên ku di derbarê vê dozê de hatine girtin gihîşt 10 kesan.
Her wiha prosedurên binçavkirina Tuncay Sonel yê waliyê wê demê û Çagdaş Ozdemir yê ku bijîşkê sereke yê berê yê Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsîmê bû, berdewam dikin.