Mukaddes Erdogdu: Divê hikûmet li hember modêla sedsala 21’an gav bavêje
Endama Înîsiyatîfa Jinan a Hewceyî Aştiyê me û Nivîskar Mukaddes Erdogdu Çelîk, diyar kir ku biryara Kongreya PKK’ê guherînên radîkal û modêla çareseriyê ya sedsala 21’an dihewîne û got ku niha jî divê hikûmet gavên berbiçav bavêje.

ARJÎN DÎLEK ONCEL
Amed – Piştî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir, PKK (Partiya Karkerên Kurdistanê) 12’emîn Kongreya xwe pêk anî. Di kongreya ku di navbera 5-7’ê Gulanê de pêk hat de, PKK’ê biryara ‘xwe fesihkirin û bidawîkirina xebatên xwe” girt û biryarê ji rayagiştî re ragihand.
Piştî banga Abdullah Ocalan û biryara PKK’ê ya çekdanînê niha bala herkesî li ser hikûmetê ye. Gel ji bo ku pêvajo bi aştiyê encam bide û ji bo demokratîkbûnê; bang li Meclîsê, desthilatiyê û hemû partiyên siyasî dikin ku berpirsyariyên xwe bicîh bînin.
Yek ji kesên ku ev bi salan e ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê têdikoşe jî, Mukaddes Erdogdu Çelîk e. Endama Înîsiyatîfa Jinan a Hewceyî Aştiyê me û Nivîskar Mukaddes Erdogdu Çelîk, pêvajoya çekberdana PKK’ê nirxand.
Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî, di 1’ê Cotmeha 2024’an de gotibû “Em dikevin serdemek nû. Li dinyayê herkes aştiyê dixwaze, divê em jî li welatê xwe aştiyê pêk bînin.” Piştre Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang kir. Mukaddes ev bang bibîr xistin û diyar kir ku bi saya têkoşîna rayagiştî ya demokratîk a li Tirkiyeyê û bi taybetî jî wek partiyek muxalif a siyasî DEM Partiyê, hatine vê pêvajoyê.
‘Pêvajoyê ji dawiyê ve dan destpêkirin’
Mukaddes anî ziman ku li hember polîtîkayên tunehesibandina gelê Kurd, PKK wek “serhildana dawî” derketiye holê û wiha pê de çû: “Têgiha serhildana dawî, aydê rêveberên pergalê ye. Kurdan bi vê serhildanê bersiv dan van zextan. Di encama serhildanê de jî hatin van rojan. Di çareserkirina pirsgirêkên beriya vêya de destpêkê gavên siyasî dihatin avêtin, çarçove dihat çêkirin, esasên makezagonî derdiketin holê, yek ji gavên di vê rê de, heta gavê dawî, çekberdan bû. Lê niha yê ku li Tirkiyeyê vê têkoşînê dimeşîne, bedena wê, kadroya berpirsyar a herî mezin, diwêrî ji dawiyê destpê bike. Divê ji vêya re rêzdarî bê nîşandan.”
Mukaddes anî ziman ku bi salan, hat îdiakirin ku li Tirkiyeyê astengiya herî mezin a li pêşiya xwişk û biratiya Tirk û Kurdan û demokratîkbûnê, têkoşîna çekdarî ya PKK’ê bûye. Mukaddes Erdogdu, wiha berdewam kir: “Niha PKK aşkera dike ku xwe fesih kiriye. Lê gotinên ku em ji hikûmetê dibhîzin ‘MÎT hevdîtinên pêwîst çêdike’ ne. Ji vê gotinê wêdetir naçin. Serokomar tenê got ku ‘dê qeyûman bînin asta herî kêm’. Mîna ku van tiştan xêra xwe dike axivî. Jixwe qeyûm bêhiqûqî ne. Di girtîgehan de bi deh hezaran girtiyên siyasî hene û ji sedî 90’ê wan jî, ji ber ku di nav tevgera Kurd a siyasî de têkoşîn meşandine girtî ne.”
‘Êdî ev pêvajoyek jê veneger e’
Mukaddes Erdogdu nirxandina di Kongreya 12’yemîn a PKK’ê de ku dibêje: “Partiya me PKK’ê çavkaniya xwe li dijî siyaseta înkar û îmhaya Kurdan a di Destûra Bingehîn a 1924’an û Peymana Lozanê digre, weke Tevgera Azadiya Gelê me derket ser dika dîrokê” nirxand û wiha got: “Behskirina Lozanê sedema sereke yê qiyametê ye. Lîncek Lozanê destpê kir. Lê ev wek muxatabên sereke bên dîtin, nabe. Gotinek ku ji bo van rewşên zor bêje heye; “Cin ji şûşeyê derket”. Ji 8’ê cotmehê ve derket û ew bi awayekî rêya xwe didomîne. Ên ku hewl didin vê rêyê asteng bikin, dixwazî dînamîk, dixwazî ji hikûmetê, dixwazî ji muxelefetê, dixwazin ji hêzên berê yên kontra bin, ji derdorên netewperestî û nijadperestî bin, êdî ev ne pêvajoyek ku bikaribin jê vegerin e.”
‘Divê desthilat destûr nede nîqaşên Lozanê, bibin amûrên lîncê’
Mukaddes Erdogdu bi taybetî di vê pêvajoyê de bêbaweriya civaka Kurd li dijî hikûmetê nirxand û wiha got: “Di çavkaniya vê bê baweriyê de, nijadperestiya Tirk, şoven û pompekirina çengên netewperestiyê heye. Mînak di encamnameya danezana kongreya PKK’ê de bersîv ji bo peymana Lozanê hebû. Wê bersîvê jî berovajî dikin. Banga PKK’ê Lozanê nîqaş nake, di Lozanê de jixwe li Tirkiyê mafên ku dibêje ‘dikare zimanên din bê axaftin, xebatên çandî were kirin’ hebû. Destûra bingehîn a 1921’an, weke du avakeran Kurd û Tirk wekhev dihat pênasekirin. Di encamnameyê de bersîvdayîna ne rasterast a destûra bingehîn a 1921’an gelek normal e. Divê desthilat destûr nede nîqaşên Lozanê weke amûrek lîncê lê were.”
‘Divê hemû beş xwedî li vê pêvajoyê derkevin’
Mukaddes Erdogdu di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Ji bo pêvajo bighê encamê, divê hikûmet gav bavêje. Divê destpêkê rewşa girtiyên nexweş bê nîqaşkirin. Tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin. Abdullah Ocalan tevî di rewşa rêberê aliyê hatine perçiqandin de rêveberê pêvajoyê ye, dibêje, ‘Ne girîng e ez li ku bim.’ Sekneke wiha girîng nîşan dide. Divê hemû kes vê yekê bibîne û bawer bike. Lê belê Wezîrek Edaletê yê sersar heye ku dibêje ‘Mafê Hêviyê di rojeva me de nîne.’ Ger ev desthilat bixwaze îradeyek çareseriyê deyne holê, divê destpêkê vê nakokiyê ji holê rake. Destpêkê muxalafeta navend, hemû beşên ku ji bo daxwaza heq, hiqûq û edaletê dimeşin, divê xwedî li vê pêvajoyê derkevin. CHP di vê mijarê de referansek erênî pêşkêş kir. Lê belê divê CHP ji bo girtiyên xwe, girtiyên li Îmraliyê, xwedî li daxwazên şênber derkeve. Desthilatek ku çareseriyê kiriye rojeva xwe, nikare wisa biaxive. CHP bi eşkere dikare vêya bêje; ji ber heman polîtîka niha li ser CHP’ê jî tê pêkanîn. Ji ber ku li her cihê ku AKP’ê lê winda kirî, di rewşa êrîşek bê hempa li dijî CHP’ê de ye. Di vê wateyê de şerê navxweyî yê siyasî di navbera AKP’ê û CHP’ê de didome. Herdu alî ji çi di destê wan de heye li bermaberî hev wek koz bikar tînin. CHP di vê mijarê de pêwîst e dest ji xeta xwe ya berê berde û xwedî li vê pêvajoyê derkeve.”
Mukaddes Erdogdu got: “Ez têkoşîna ku wek serhildana Kurd tê bi navkirin, wek şoreşa netewa Kurd dinirxînim.” Mukaddes da zanîn ku biryara PKK’ê ya fesîhê guherînên radîkal hildigire.
‘Modela çareseriya sedsala 21’an’
Mukaddes Erdogdu destnîşan kir ku divê pêvajo ji aliyê hemû kesî ve erênî were pêşwazîkirin û sedema wê jî wiha anî ziman: “Divê hemû kes hê zêdetir ji vê pêvajoyê bawer bikin. Em bi taybetî ji çareseriyê, çepgirên kevin, MÎT, polîs û cendirme bikin qet bawer nakin, lê belê siyaset aniye vê derê. Modelên çareseriyê yên sedsala 19’an heye, sedsala 20’an heye, di sedsala 21’an de, tevgerek ku di sedsala 20’an de destpê kir, di sedsala 21’an de cihê wê yê di banda çareseriyê de ev e. Jixwe pêwîstî bi ewlehiyek zagonî heye. Çekan deynin û werin, wê çawa werin? Cardin ewê ji bo bikevin girtîgeha Amedê bên? Ewlehiya zagonî şert e. Mînak divê girtiyên ji doza Gezî û Kobanê werin berdan. Bila xwendekar bên berdan, ev baweriyekê ava dike. Di dawiya vê pêvajoyê de ger hinek hebin bêjin ‘bila ez di desthilatê de bim’, keremkin piratîk bikin, gel jî bêjin bila binirxînin. Desthilata AKP’ê ewqas piratîkên xirab û bê bawerî daye avakirin heye, lê belê li dijî vê bê baweriyê ne serî tewandin, ne jî li dijî vê bê baweriyê rabin li aliyekê bimînin, ne pasîf bûn, berovajî divê bi xwe bimeşin çavkaniya wê bê baweriyê û lazim e guherînê pêk bînin.”
‘Divê desthilatî di nav gel de baweriyê ava bike’
Mukaddes destnîşan kir ku pêwîst e desthilatî ji bo ku di nav gel de bawerî pêk bê, zend û bendan bade û wiha got: “Di vê civakê de pêdivî bi nermbûnek heye. Pêwîst e tavilê qeyûman paşve bikşînin. Divê Ekrem İmamoğlu serbest be. Bila AKP şerê xwe yê bi wî re, bihêle piştî hilbijartinên Serokomariyê. Ji ber ku ew şaredarek hatiye bijartin e, divê ew li Girtîgeha Sîlîvriyê nebe, li ser karê xwe yê li Şaredariya Stembolê be.”
Di pêvajoya aştiyê de jin
Mukaddes balkişand ser rola jinan a di pêvajoyên aştiyê de û wiha got: “Di pêvajoyên borî yên hewldanên aştiyê de jinan birêxistinbûnek taybet ava kirin û ji bo aştiyê têkoşiyan. Têkoşîna ji bo aştiyê li Tirkiyê, têkoşîna ji bo demokrasiyê, maf û hiqûqê ye. Li Tirkiyeya ku pergalek Patriyarkal serdest e jin, bûn beşa ku herî zêde tê perçiqandin. Ji ber ku beşa herî zêde tê perçiqandin ew in, di têkoşîna li hember wê de jî her tim li pêş bûn. Ev pêşengtî di nav têkoşîna Kurd bi xwe de ava bû. Em şoreşa ku di encama diruşma ‘Jin, jiyan, azadî’ de derket holê, bînin bîra xwe. Çawa ku demên şer ji bo jinan demên herî dijwar bin, mixabin di tevahiya dinyaya ku rejîma patriyakal serdest e de, barê aştiyê jî li ser pişta wan e. Pêwîst e jin, wek kirdeyên veşarî yên vê meseleyê di qada siyasetê de derkevin pêş.”
‘Mîsogeriya civaka demokratîk jin in’
Mukaddes da zanîn ku înîsiyatîfa wan di meha Sibatê de hatiye avakirin. Mukaddes diyar kir ku ev înîsiyatîf mînaka herî girîng e ku dikare di pêvajoya aştiyê de xebatê bimeşîne û wiha pê de çû: “Belê tiştên ku dê bên kirin, bi înîsatîfê nayên sînorkirin. Rêxistinbûnên jinan ên partiyên siyasî, muxtarên jin ên taxan, sendîka, hemû rêxistinên girseyî yên demokratîk, parlementerên jin ên di Meclîsê de, divê li her derê bêjin aştî û demokrasî. Ji ber ku pêdiviya me bi civaka demokratîk heye. Mîsogeriya vêya jî, jin in. Heta ku jin azad nebin, heta ku ew nefesek demokratîk negirin, civak jî azad nabe.”