MSD: Divê pêvajoyek siyasî ya demokratîk were destpêkirin
MSD'ê di daxuyaniya bi boneya salvegera 15’emîn a şoreşa Sûriyeyê de diyar kir ku pêdivî bi destpêkirina pêvajoyeke siyasî ya demokratîk ku beşdariya hemû welatiyên Sûriyeyê di avakirina siberoja welet de misoger bike heye.
Navenda Nûçeyan – Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bi boneya salvegera 15’emîn a şoreşa Sûriyeyê daxuyaniyek nivîskî weşand.
MSD'ê diyar kir ku ev şoreş bûye gaveke dîrokî ku tê de Sûriyeyiyan, îradeya xwe ji bo guhertin û avakirina dewletek li ser bingeha azadî, rûmet û edaletê nîşan dane.
‘Gel mafê xwe yê bingehîn xwest’
MSD'ê bi bîr xist ku welatiyên Sûriyeyê li bajar û bajarokên cuda daketine kolanan, mafên xwe yên bingehîn xwestine û diyar kirin ku divê siberoja welat li ser îradeya gel, serweriya hiqûqê û rêzgirtina ji bo pirrengiyê were avakirin.
MSD’ê destnîşan kir ku hilweşîna rejîma Beşar Esed dawî li serdemeke dirêj a zordarî û dûrxistina siyasî anî û rûpeleke nû di dîroka Sûriyeyê de vekir û wiha doman: “Van veguherînan ji bo ji nû ve avakirina dewletê li ser bingehên saxlem, bidawîkirina tundiyê û vekirina rê li ber qonaxeke nû ya neteweyî, derfeteke dîrokî çêkirin.”
MSD’ê banga destpêkirina pêvajoyeke siyasî ya demokratîk a rastîn a li ser bingeha diyalogeke neteweyî ya berfireh kir ku beşdarbûna hemû welatiyên Sûriyeyê bêyî cudahî misoger bike û nivîsandina peymanek civakî ya nû ku dewletek sivîl a demokratîk û li ser bingeha hevkariyê ava bike.
Bal kişand ser avakirina saziyan
Her wiha bal kişand ser girîngiya ji nû ve avakirina saziyên dewletê li ser bingehên pîşeyî û neteweyî, xurtkirina serweriya qanûnê û pejirandina modelên rêveberiya demokratîk.
MSD`ê îfade kir ku bidestxistina aramiyê li Sûriyeyê hewce dike ku bandorên salên pevçûnê werin çareserkirin û diyar kir ku çareserî jî bi eşkerekirina çarenûsa girtiyan û windahiyên bi zorê û xebata ber bi lihevhatina civakî ve, pêk tê.
MSD`ê daxuyand ku edaleta veguhêz şertekî bingehîn ji bo avakirina aştiya domdar e.
Di dawiyê de, MSD’ê diyar kir ku ew amade ne bi hêzên neteweyî yên Sûriyeyê re bixebite da ku riyeke siyasî ya demokratîk ava bike yekîtî û serweriya Sûriyeyê biparêze û dewleteke sivîl a piralî û li ser bingeha hevkariyê ava dike.
MSD`ê her wiha ji bo berxwedanê hemû gelên Sûriyeyê silav kir.