Di roja cîhanî ya girtiyên siyasî de banga edaletê

Koma Çavdêriya Peymanên Osloyê û Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê bi boneya 30'yê Cotmehê banga lezgîn kir û daxwaza azadiya girtiyên siyasî, bidawîkirina îşkenceyê û rawestandina darvekirinan kir.

Navenda Nûçeyan – Di berbanga 30’yê Cotmehê, Roja Navneteweyî ya Girtiyên Siyasî de, Koma Çavdêriya Peymanên Osloyê û Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê bang li raya giştî, rêxistinên siyasî, sivîl û saziyên mafên mirovan kir ku hişyariyê li ser rewşa girtiyên siyasî û îdeolojîk li Îranê zêde bikin û ji bo serbestberdana wan û rawestandina darvekirinan tedbîran bigrin.

Di bangewaziya ku roja 28’ê Cotmehê hat weşandin de, îmzakeran daxwaza serbestberdana tavilê û bê şert û merc a hemû kesên ji ber îfadekirina nêrînên xwe, beşdarbûna di çalakiyên siyasî û sivîl de, pratîkkirina rojnamegeriyê, parastina mafên mirovan, beşdarbûna di çalakiyên sendîkayan de, grev an jî di xwepêşandanan de hatine girtin kirin. Her wiha daxwaza bidawîanîna îşkenceyê, windakirinên bi zorê û bikaranîna girtîgehan wekî amûrên tepeserkirinê kirin.

Ji bo girtiyên siyasî pêwîstî bi çalakiyên lezgîn heye

Îmzakeran li ser rewşa girtiyên siyasî û wijdanî li Îranê ku di navbera wan de Zeyneb Celaliyan, Seîd Mesûrî, Hemze Savarî û Kemal Şerîfî hene, axivîn û nîgeraniya xwe li ser girtina demdirêj a berdewam, nehiştina destûrê û gihîştina nebaş a lênêrîna tenduristiyê anîn ziman.

Di daxuyaniyê de behsa gefên darvekirinê li dijî girtiyên siyasî û kesên ku di xwepêşandanan de hatine girtin hat kirin. Di daxuyaniyê de her wiha behsa dozên du girtiyên siyasî yên Kurd, Pexşan Ezîzî û Werîşe Moradî yên cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn hat kirin.

Îmzakeran diyar kirin ku ew zêdebûna darvekirinan, bi taybetî ya girtiyên siyasî û xwepêşanderan, weke sedemek ji bo pêwîstiya lezgîn a çalakiyê dibînin û bang li kesên li hundir û derveyî Îranê, partî û rêxistinên siyasî, saziyên mafên mirovan û sivîl û çalakvanên civakî kirin ku bi weşandina wêne û navê girtiyên siyasî, dayîna agahiyan li ser dozên wan û organîzekirina bername û civînên aştiyane, bala raya giştî û navneteweyî bikşînin ser rewşa girtiyên siyasî.

Binpêkirinên mafê mirovan li Îranê cidî were girtin

Di beşeke din a bangewaziyê de bangek ji bo saziyên navnetewî hebû. Îmzakeran bang li hikûmetên pabendê mafên mirovan, Yekîtiya Ewropayê, Neteweyên Yekbûyî û saziyên din ên navneteweyî kirin ku pêşîniyê bidin berdana girtiyên siyasî û îdeolojîk û di têkiliyên xwe yên bi Komara Îslamî re li ser cezayê darvekirinê rawestin.

Di bangê de her wiha hat tekezkirin ku divê kesên ku li Îranê fermana binpêkirinên mafên mirovan didin, bi awayekî sûcdar werin lêpirsînkirin, darizandin û cezakirin. Her wiha bal hat kişandin ku bidawîanîna bêcezatiyê ji bo misogerkirina edaletê û pêşîgirtina li dubarebûna van binpêkirinan girîng e.

Kom ji nûnerên 13 partiyan û rêxistinên siyasî pêk tê

"Koma Çavdêriya Belgeyên Osloyê" bi destpêşxeriya Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ji bo pêşxistina hevkariya hevbeş di çarçoveya prensîbên mafên mirovan ên ku di Konferansa Osloyê de li hev kirine de hat damezrandin. Ev kom ji nûnerên 13 partî û rêxistinên siyasî pêk tê, yekem çalakiya hevbeş a ku di çarçoveya çavdêriya vê belgeyê de hatiye ragihandin, bangek ji bo berdana girtiyên siyasî û rawestandina darvekirinan e.

Roja Navneteweyî ya Girtiyên Siyasî her sal di 30’yê Cotmehê de tê pîrozkirin. Ev roj derfetek e ji bo balkişandina ser rewşa kesên ku ji ber baweriyên xwe, çalakiyên xwe yên siyasî û sivîl, an jî ji bo parastina mafên mirovan girtî ne.