Jîna Muderis Gurgî : Zarokên dayîkên girtî jî cezayê girtîgehê dikişînin

Bêyî baxçeyên lîstikê, bê perwerde û di nava jîngeheke girtî de; Zarokên dayîkên wan girtîne ne tenê ji mafên xwe yên bingehîn, di heman demê de ji zarokatiya xwe jî bêpar dimînin.

Navend Nûçeyan - Çalakvana mafên jinan û girtiya siyasî ya berê Jîna Muderis Gurgî, di nivîseke li ser Instagramê de bal kişand ser bandorên girtina dayîkan a li ser jiyan û tenduristiya derûnî ya zarokan.

Nivîsa wê piştî veguhastina çalakvana sivîl û diya keçeke 4 salî Mona Debax bo Girtîgeha Jinan a Sineyê ji bo derbasxistina cezayê sê sal û şeş mehî hat. Mona berî girtinê nivîsandibû ku dûrketina ji keça xwe û derbaskirina rojên bê ken û lîstikên wê, dê ji bo wê pir dijwar bin.

Bandorên girtina dayîkan ên li ser derûniya zarokan

Muderis Gurgî diyar kir ku hem zarokên li cem malbatên xwe dimînin û hem jî yên ku bi dayîkên xwe re diçin girtîgehê, bi zehmetî û zirarên derûnî re dimînin. Dûrbûna dayîkê dibe sedema bêrî, fikar û pirsên bêbersiv, lê hebûna zarokê di girtîgehê de jî derfetên lîstin û fêrbûna wê kêm dike.

Mona Debax got ku di dema girtiya xwe de heft zarokên temenên cuda li Girtîgeha Jinan a Sineyê dîtibû. Li wir ne mamosteyê zarokan hebû, ne beşeke taybet ji bo dayîk û zarokan û baxçeyê zarokan jî pir caran girtî bû.

Zarokên di girtîgehê de dimînin rastî zehmetî û kêşeyan tên

Li gorî Jîna Muderis Gurgî, zarokên di girtîgehê de bi mezinên girtî re di hawîrdoreke teng de dijîn û pir caran dibin şahidê nakokî û gotûbêjên wan. Hin zarok di lîstikên xwe de bûyerên girtina dayîkên xwe dubare dikin û rola polîs, dadger an dayîkê dilîzin.

Her wiha, zarokên ku ji temenekî biçûk ve di girtîgehê de dimînin, dikarin ji tiştên asayî yên jiyanê, wek park, lawir û xwezayê, dûr bimînin. Jîna Muderis Gurgî destnîşan kir ku şertên girtîgehê zarokan ji perwerde, fêrbûn û pêşxistina jêhatîbûnên li gorî temenê wan bêpar dihêlin.

Jîna Muderis Gurgî tekez kir ku zarokên dayîkên girtî jî bi rengekî cezayê girtîgehê dikşînin, ji ber ku hem dûrbûna dayîkê û hem jî jiyana di hawîrdora girtîgehê de, bandorên girîng li ser wan dihêle.