Mesûme Qasimîpûr: Ez ê dest ji gotina ‘ji darvekirinê re na’ bernedim

Lîstikvana Îranî û girtiya siyasî ya berê Mesûme Qasimîpûr, bertek nîşanî gefên dadwerî yên li dijî dijberên cezayên darvekirinê da û got: "Hûn nikarin dengê ji bo parastina rûmeta mirovan bibirin.

Navenda Nûçeyan- Lîstikvana fîlm û televîzyonê ya Îranî û girtiya siyasî ya berê Mesûme Qasimîpûr, bertek nîşanî gefên dadweriya Îranê yên li dijî dijberên cezayê darvekirinê û çalakvanên civaka sivîl da. Mesûme Qasimîpûr, di parvekirina xwe ya li ser hesabê medyaya dîjîtal de, diyar kir ku ew ê dest ji gotina "Na ji cezayê darvekirinê re" bernede û parastina rûmeta mirovan bidomîne.

Mesûme Qasimîpûr, di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê Instagramê de wiha got: "Hûn dixwazin çi bi me bikin? Gelo hûn dixwazin qîrîna li ser vê axê ku ji bo parastina rûmeta mirovan û mirovbûnê bilind dibe bibirin?”

Serpêça mecbûrî red kir

Mesûme Qasimîpûr a beriya niha jî bi daxuyaniyên xwe yên li dijî tundiya dewletê û polîtîkayên tepeserkirinê bû rojev, di xwepêşandanên "Jin, jiyan, azadî" de ragihand ku ew serpêça mecbûrî red dike û êdî bi "serpêça ferzkirî û biçûkxistinê" dernekeve pêşberî kamerayan. Mesûme Qasimîpûr, diyar kir ku ev helwest ne qehremanî ye, pêdiviyeke ji bo sekna li ba rastiyê ye."

Mesûme Qasimîpûr, di 16’ê Îlona 2023’an de li Amûlê hat binçavkirin û piştre bi kefalet hat berdan. Hunermend, ji wê demê ve zext û tundiya dewletê ya li dijî xwepêşanderan rexne dike û ji bo gelê Îranê peyamên hevgirtinê parve dike.

Li aliyê din, Dadweriya Îranê di demên dawî de gefên xwe yên li dijî çalakvan û welatiyên ku cezayên darvekirinê rexne dikin zêde kir. Dozgeriya Giştî ya Tehranê kesên ku li dijî cezayê darvekirinê ne, wekî "alîgirên rasterast an nerasterast ên komplogeran" bi nav kir û ragihand ku wê li dijî kesên li hemberî biryarên darvekirinê daxuyaniyan didin, lêpirsînên qanûnî bide destpêkirin.