Heyeta DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya

Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê piştî hevdîtina 3 seatan a bi Rêber Abdullah Ocalan re vegeriya. Hat ragihandin ku dê sibê derbarê hevdîtinê de daxuyaniya nivîskî bê dayîn.

Navenda Nûçeyan –  Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê ku ji parlamenter Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û parêzer Faîk Ozgur Erol pêk tê piştî 3’ê seatan ji hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk anî ji Girava Îmraliyê vegeriya.

Dê sibe daxuyaniyek nivîskî bê dayîn

Heyeta Partiya wekhevî û demokrasiya Gelan ya DEM Partiyê ya Îmraliyê  îro ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk bîne çûbû Girava Îmraliyê. Heyetê piştî hevdîtina 3 seatan, ji Îmraliyê vegeriya. Li gorî daxuyaniya DEM Partiyê dê sibê derbarê hevdîtinê de daxuyaniyeke nivîskî were dayîn.