Mehrang Baloch nivîsî: Divê em zarokên xwe ji tarîtiyê rizgar bikin

Mehrang Baloch bal kişand ser zarokên li eyaleta Belucistanê ji ber polîtîkaya rejîmê ji perwerdê bê par hatîn hiştin û got: “Divê em zarokên xwe ji tarîtiya kur a mêtîngeriyê rizgar bikin.”

Navenda Nûçeyan - Aktîvîstê Beluc Mehrang Baloch nameyek têkildarî polîtîkayên rejîmê yên li ser eyaleta Belucistanê bi taybetî jî li ser zarokan hatine pêşxistin, nivîsand. Mehrang Beloch diyar dike ku binpêkirinên mafan li ser erdnîgariya Belucistanê zêdebûye. Em beşek ji gotara Mehreng Beloch ji ber daneyên balkêş ên tê de parve dikin. Gotar balê dikişîne ser gelek mijarên, weke pêwîstiya 7 hezar û 500 dersxaneyan ji bo zarokên Beluc, 400 hezar zarokên di temenê perwerdehiyê de hîn nexwendewar in û perwerde tenê li ser “bişaftin” tê dayîn.

Gotara Mehrang Baloch nivîsandiye wiha ye;

“Yek ji pirsgirêkên mezin li Belucistana berfireh û dewlemend nebûna dibistan û mamosteyan ji bo xwendekarên Beluc e. Jiyana li welatekî ku bi hemû serwet û samanên xwe yên xwezayî yên bi qîmet pêdiviya wan bi dibistanekê heye ji bo zarokên xwe nebûna mafê Beluciyane. Ji ber hikûmeta Belucistanê di destê biyaniyan de ye ji ber wê jî qîmetê nadin gelê Beluc û giringiyê nade xwendina zarokên wan. Mixabin, em li Belucistanê bi qasî 7,500 kêmaniya dersxanan dijîn. Werin em ji xwe re bifikirin, gelo sedema van hemû cihêkarî û birçîbûnan çi ye?

Perwerdehiyê pir kêm e

Ji ber ku mamosteyên li Belucistanê hatine wezîfedarkirin guh nadin waneyên zarokên Beluc û kalîteya perwerdeyê jî gelek kêm e. Mixabin, li gorî îstatîstîkan Belucistan niha di nav dewletên xwedî IQ ya herî qels e. Ez nafikirim ku ne hewce ye ku mirov bi taybetî bibêje ku ew xwedî IQ-ya bilind e. Bi pandemiyê re jî tevahiya pergala perwerdê dest pê kir ku piranî li ser înternetê têne dayîn, lê em behsa dewletek dikin ku xwendekarên Baluc negihîjin înternetê û têlefonên wan ên desta jî bi derfetên kêm têne bidestxistin. Li Belucîstanê xizaniya zêde zirarê dide peyîwendiyên malbatan, di nav malbatan de jî zarokan diêşîne. Gelek xwendekar neçar dimînin di temenê biçuk de dev ji dibistanê berdin.

400 hezar zarokên Beluc nexwendewar in

400 hezar xwendekarên Belûç-zarokên di temenê xwendinê de hîn nexwendewar in. Pergala perwerdê ku karekî nemirovî ye mêtîngeran li Belucistanê pêk anîne, jê re dibêjin "bişaftin" û ev jî dibe sedem ku çanda Belucan bike hedef. Komara Îslamî ya Îranê tu carî li ser paşeroja zarokên Beluc nehiziriye û nahizire jî. Ji ber  wê jî divê em zarokên xwe ji tarîtiya kur a mêtîngeriyê rizgar re nehêlin.”