Kongra Star li Til Temirê dest bi çalakiyên 8'ê Adarê kir

Îro bi xemilandina bajarê Til Temirê bi alên YPJ, Asayîş, HPC-JIN û Kongra Star û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, Kongra Star dest bi çalakiyên 8'ê Adarê kir.

Til Temir – Îro bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, Kongra Star li bajarên Kantona Cizîrê, dest bi çalakiyên xwe kir.

Li çerxeriyên sereke yên bajarê Til Temirê jî alên hêzên leşkerî û ewlekariya hundirîn (YPJ, Asayîş, HPC-JIN, Kongra Star) tevî wêneyê Rêber Abdullah Ocalan, hatin daliqandin û xemilandin.

Her wiha pankartên ku wêneyê Ziyad Heleb û şervanên pê re di berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyê de şehîd bûn li ser bûn, li kêleka wê keziyên jinên Kurd hebûn, hatin daliqandin.

Selma Berekat a ku bajar dixemiland Roja Jinan a Cîhanê li jinên Kurd û cîhanê pîroz kir û got ku bi hêviya ev roj bibe wesîleya berdana dîlgirtiyên Kurd ên ji aliyê HTŞ'ê ve hatine girtin û kêfxweşiya dayik û hevriyên wan.

Her wiha Merwa Îsa jî da zanîn ku ew bi hêvî ye bi rastî ev roj bibe Roja Jinan a Cîhanê, jin mafên xwe bi dest bixin û wiha domnd: "Jin li welatên Ereban di xirabtirîn rewşê de ne. Bi hêviya ku ev rewş biguhere bikaribin riyên pêşketinê ji xwe vebikin û bi rûmeta xwe bijîn. Çimkî rewşa jinên Ereb ji rewşa jinên ji pêkhateyên din, gelek cudatir e."

Merwa Îsa bi berdewamî daxwaz kir ku jin bi rûmeta xwe dûrî şerê nijadperestî û cudakariyê bijîn.

Merwa daxwaz kir ku mafên jinan li Sûriyeyê bikevin bin temînatê û divê ku êdî jiyana bi edalet were jiyîn, bêyî şer û kuştin. Ji ber ku jin ne ji bo bêrêziyê hatine dinyayê dive rûmeta xwe bijîn.

Wê pîrozbahiya roja 8'ê Adarê bi çalakiyên cuda bidome.