Mehdiye Esfendiyarî çima vegeriya Îranê

Mehdiye Esfendiyarî, di Adara 2025’an de li Fransa hate girtin û rastî cezayê girtîgehê hetibû. Piştî li hevkirina di nava Tahran û Parîsê de vegeriya Îranê.

Navenda Nûçeyan – Îro roja Çarşemê 15’ê Nîsanê medyaya xwecihî ya Îranê ragihand ku welatiya Îranê Mehdiye Esfendiyarî ku li Fransa dijî û ji ber sûcên ‘rewakirina terorîzmê û teşwîqkirinê’ hatî binçavkirin, vegeriyaye welatê xwe.

Mehdiye Esfendiyarî, di Adara 2025’an de li Fransa hate girtin û rastî cezayê girtîgehê hetibû. Ew di çarçoveya pevguhertina di nava du welatan de hatî kirin hatibû berdan.

Pevguhertina di nava Tahran û Parîsê de

Di mehên dawî de dosyaya wê, bi rewşa Cecile Kohre û Jacques Parîs ku welatiyên Fransa ne û di sala 2022’an de li Îranê hatin girtin ji nêzve dişibin hev. Ev her du welatiyên Fransa ku ji ber sûcên sîxorî û têkiliya bi îstixbaratê re mehkûmî cezayên demdirêj hatin kirin, hefteya borî vegeriyan welatên xwe û li Parîsê bi merasîmek fermî hatibûn pêşwazîkirin.

Her wiha li gorî hinek rapor û analîzan, dosyaya mijara xeberê wek parçeyek a mînaka ‘pevguhertina girtiyan’ di navbera Îran û Franse de tê nirxandin. Ev pêvajo wek ‘dîplomasiya rehîne’ hate binavkirin û rexnekirin. Rexnegir, diyar dikin ku bi binçavkirina welatiyên biyanî li Îranê, hewl tê dayîn ku hedefên xwe yên siyasî û dîplomatîk pêşde bibin. Rayedarên Îranê, li welatên Ewropa girtina welatiyên Îranê wek siyasî û bê edalet bi nav dikin.

Mehdiye Esfendiyarî li Fransa hate binçavkirin

Mehdiye Esfendiyarî li Fransa ji ber sûcên ‘bi onlîne teşwîqkirina terorê’, ‘heqareta xwe dispêre ol û kokên etnîkî’, ‘beşdariya rêxistinên sûc’ hatibû darizandin. Li aliyê din jî Cecile Kohler û Jacques Parîs, ji aliyê daraza Îranê ve sîxorî di nav de bi sûcên têkiliya bi serwîsên îstixbarata biyanî re hatibû mehkûmkirin.

Dualîtiya mafê mirovan

Rayedarên Îranê pevguhertina girtiyan wek parçeyek a ‘berjewendiyên neteweyî’ û pêvajoyên dîplomatîk nirxandin. Lê belê li gorî çavkaniyên cûda, hejmarek zêde ya xwepêşanderên Îranê ji ber sûcên sîxorî û çalakiyên li dijî ewlehiya neteweyî tên darvekirin an jî rastî cezayên girtîgehê yên demdirêj tên. Hinek analîst ferqa di navbera berteka welatên

Ewropa derbarê rewşa welatiyên wan li Îranê û pêvajoyên darazê yên Ewropa li dijî welatiyên Îranê wek ‘dualîtiya polîtîkayên mafê mirovan’ pênase kirin.

Her çend were ragihandin ku di navbera herdu welatan de pêvajoyên darazê temam bûye û pevguhertin pêkhatiye, ev dosya nîqaşên di aliyê siyasî û mafê mirovan de didome û hûrgiliyên peymana di navbera Tahran û Parîsê de hê bi raya giştî re nehatiye parvekirin.