Meclisa Jinan a PYD’ê li Çiyayê Kizwanan civînek li dar xist
Îro di çarçoveya "Bi vîna jina azad em ê siyasetên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibin" Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li Çiyayê Kizwanan civînek li dar xist.
Hesekê- Rêzeçalakiyên der barê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê ku Platforma Rêxistin û Tevgerên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di bin dirûşma "Bi vîna jina azad em ê siyasetên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibin", di 24’ê Sibatê de ragihandibû, didome. Bi vê hemahengiyê Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Dmekratîk li gundê Xera yê Çiyayê Kizwanan li Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi amadebûna bi dehan kesan civînek li dar xist.
'Berovajî rêxistinên famînîst em jin û mêrên azad ava bikin'
Civînê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, paşê endama Meclisa Giştî ya PYD’ê Ahîn Elî bi parvekirina sedema bûyîna 8’ê Adarê dest pê kir û wiha domand: "Li hemberî hişmendiya baviksalarî serî hildan û şoreş pêk hat. Çima em dibêjin em negihîştine wê azadiya ku em ji bo wê têdikoşin, ji ber ku jin azad bin mêr kole dimînin ji lewre armanca me ew e ku em civakeke azad bi jin û mêrên azad ava bikin. Bi berxwedana Avêsta û Barîn şoreşa jinan deng veda, ya ku hişt Kobanê bibe Kobanê sekn û fedayîtiya Arîn Mîrkan bû. Îro li hêla şoreşa jinan ve, şoreşa zihnî didome, bi vî awayî em ê bikaribin bigihîjin armancên têkoşîna bi dehan salan. Berovajî rêxistinên femînîst em banga wekhevî û azadiya jin û mêran dikin, sîstema hevserokatiyê jî roleke aktîf di vî warî de dilîze."
'Em 8’ê Adara îsal bi ruhê tolhildanê û bidestxistina nasnameya jinên azad pêşwazî bikin'
Ahîn Elî di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên li ser nasnameya jinan û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Dema ku em behsa parastina nasnameya jinan dikin, em banga guhertinê, ne şerê li hemberî cinsê mêr dikin. Di şerê cîhanê yê yekem û duyem de, gelek tevgeran şerê li dijî mêr esas girtin lê belê em dibêjin guhertina hişmendiya mêr û civakê û xwegihandina civaka ku azadiya jinan bingeh bigre esas e. Dewleta Tirk, Îran, Iraq û Hikûmeta Şamê yên hevkar û êrîşkar êdî fêm kirin ku şoreşa Bakur û Rojilatê Sûriyeyê bi saya jinan heta roja îro mezin dibe. Şehadeta jinên pêşeng Sorxwîn, Azadî, Rihan, Yusra û Zelal Zagros rastiya hovîtiya dagirkeran derdixe holê. Ji lewre pirgirêkên li Rojhilata Navîn encax bi pêşxistina pergala neteweya demorkatîk û çareserkirina pirsgirêka Kurd û Filistînê pêk were. Ji bo têkbirina şoreşê di sala borî de bi sedan jin qetilkirin divê ku heta dawî ji bo bidestxistina nasnameya jinên azad em têbikoşin. Her wiha pêwîst e em 8’ê Adara îsal bi ruhê tolhildanê ji bo jinên pêşeng pêşwazî bikin."
Civîn bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.