Meclîsa Jinan a PYD’ê: Divê bi lezgînî sûcên şer werin lêpirsînkirin
Meclîsa Jinan a PYD’ê, diyar kir ku êrîş û dorpêça li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê perçeyek ji polîtîkaya îmhakirinê ye û bang li civaka giştî ya navneteweyî kir ku bi lezgînî lêpirsîn vekin û berpirsan bidarizînin.
Qamişlo- Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, ji 6’ê Çileyê ve hatine dorpêçkirin û li dijî sivîlan kiryarên dermirovî tên kirin. Vê êrîşa hovane, bi hêza leşkerî, dorpêçek mezin, bi şerê psîkolojîk û medyayê, nîşan dide ku ji bo şikandina îradeya gel, polîtîkayên şîdet û vederkirinê didomin.
Meclîsa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), bi daxuyaniyek, bal kişand ser komkujî êrîşên li ser taxên Şêş Meqsûd û Eşrefiyê. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku berpirsyariya sûcên hatine kirin li ser hemû aliyan e, bang li civaka navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan hat kirin ku ji b ovan kiryaran werin rawestandin, lêpirsînên serbixwe yên navneteweyî werin vekirin û kiryar hesab bidin bi lezgînî lêpirsîn bidin destpêkirin.
‘Gelê me bi kiryarên hovane re rûbirû ma’
Daxuyanî wiha domiya: “Ji bo ku îradeya gelê me yê li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bişkînin û serî bidin tewandin van êrîşan kirin. Gelê me bi êrîşên mezin û binpêkirinan re rûbirû ma. Taxan dorpêç kirin û xwestin wan di taxan de tune bikin, bombeyan li ser wan barandin, sivîlan û malên wan rasterast hedef girtin. Bi van kiryaran hemû nirxên mirovahiyê û peymanên navneteweyî hatin binpêkirin. Di wan êrîşan de jin û zarok di nav de bi sedan sivîl hatin kuştin û birîndar bûn. Mirov hatin revandin, mirov bi zorê ji malên xwe hatin derxistin. Vê tabloyê nîşan da ku polîtîkaya zextê ya dermirovî ne zarokan nas dike ne jî sivîlan.”
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bi hedefgirtina şervanên jin, hewl dane hêza jinan a ji bo têkoşînê bişkînin û îradeya wan a berxwdanê qels bikin.
‘Bêdengî hevkariya sûc e’
Meclîsa Jinan a PYD’ê da zanîn ku van kiryaran ji ber polîtîkaya îmhakirinê ya li dijî gelê Kurd qewimîne û wiha domiya: “Hikumeta demkî, bi sorkirina dewleta Tirk a eşkere û desteka wê ya leşkerî, van sûcan kir. Bêdengiya civaka naveneteweyî jî nîşan dide ku hevparên vî sûcê ne. Bi kampanyayên medyayê yên organîzekirî û provokasyonan, hewl dan navbera gel û hêzên parastinê, pêşengên gel xira bikin.”
Banga ji bo saziyên navneteweyî
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku bi êrîşên li ser Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, tu pirsgirêkeke siyasî nehatiye çareserkirin, “otorîteya dewletê” ya qaşo, çênekiriye û hat diyarkirin ku dijberî wê, îflasa siyasî û exlaqî ya vê feraseta ku li ser şîdetê ava bûye derketiye holê.
Meclîsa Jinan a PYD’ê, banga lezgîn li rêxistinên mafên mirovan û Neteweyên Yekbûyî kir ku têkildarî komkujî û binpêkirinan lêpirsînên navneteweyî yên serbixwe werin vekirin, berpirsyar werin cezakirin û hemû kesên hatine revandin bê şert demildest werin berdan.
Dê polîtîkayên êrîşkar têk biçin
Di dawiya daxuyaniyê de berxwedana gel a li dijî êrîşan hat silavkirin û wiha bi dawî bû: “Cesareta şervanên me yên jin û mêr, berxwedana efsanewî ya gelê me, careke din îsbat kir ku îradeya me naşikê. Polîtîkayên ku azadî û îradeya rûmetê hedef girtin, kuştin, surgunkirin û îmhakirinê esas girtin, hemû têk çûn û dê ji niha û pê ve jî têk biçin.”