Li Hesekê li dijî dagirkerî û komkujiyan çalakî hat lidarxistin
Şêniyên bajarê Hesekê, li dijî êrîşên li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê meşek li dar xistin. Ji bo şehîdên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê jiyan deqeyek rawestiya.
Hesekê – Ji 6ê Kanûnê ve çeteyên dewleta Tirk a dagirker û Heyet Tehrîr El-Şam a cîhadîst êrîşî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê kirin. Piştî berxwedana deh rojan a niştecihên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn, her du tax hatin dagirkirin û gelek birîndar, şehîd û winda hene.
Şêniyên Hesekê nerazîbûna xwe li hemberî dagirkirina her du taxan û polîtîkayên îmha û înkarê nîşan dan.Fermandar Ziyad Heleb îro ji aliyê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve bi merasîmeke mezin hat oxirkirin û ji bo giyanê şehîdan deqeyek rêz hat girtin.
Hevserokê Meclîsa Bajarê Hesekê Farûq Touzo piştrast kir ku berxwedan riya jiyana bi azadî û rûmet e û got: "Şehîd Ziyad, ji bo parastina gelê xwe û vekirina riya jiyana bi rûmet û azad, bi hemû hêza xwe li ber xwe da heta gihîşt asta şehadetê. Em li pey şopa wî ne û em ê heta kêliya dawî ya jiyana xwe li ber xwe bidin."
Welatiya bi navê Samiya Ehmed a beşdarî çalakiyê bû jî nerazîbûna xwe ya li hemberî hovîtiya li ser niştecihên Şêx Meqsûd û bêrêziya li dijî cenazeyên şervanan anîn ziman û gotin ku îro DAIŞ bi fermî li Sûriyeyê belav dibe, gelek welat bi bêdengiya xwe piştgiriyê didin belavbûna terorîzmê
Samiya Ehmed destnîşan kir ku polîtîkayên li dijî hebûna Kurdan mehkûmî têkçûnê ne, ji ber ku kes nikare gelekî bi raman û felsefeya Rêber Ocalan re yek bûye ji holê rake û got: "Em baweriya xwe bi hêza xwe tînin û em ê heta kêliya dawî ya jiyana xwe piştgiriyê bidin.
Çalakî bi dirûşma " Şehîd namirin, Berxwedan jiyan e " bi dawî bû.