Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Aştiyeke mayînde girêdayî nêzîkatiyek siyasî ye

Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Partiya DEM) Halîde Turkoglu got ku “Bidestxistina aştiyeke mayînde bi nêzîkatiyeke siyasî ve girêdayî ye ku hemû beşên civakê, bi taybetî jinan, di nav xwe de bigire.”

Enqere – Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Partiya DEM) Halîde Turkoglu beriya civîna Meclîsa Jinan li Navenda Giştî ya Partiya DEM’ê ya li Balgatê civîneke çapemeniyê li dar xist û pêşketinên heyî nirxand.

Halîde Turkoglu di destpêka axaftina xwe de bi daxwaza başbûneke bilez ji Parlamentera Partiya DEM’ê Çîçek Otlu ya 11 rojan ji ber nexweşiyê li nexweşxaneyê ma û dermankirina xwe li malê domand, dest pê kir. Halîde piştre Dayîka Aştiyê Zekiye Îlmen a ku koça dawî kir, bi bîr anî û sersaxî ji malbat, xizm û hemû Dayîkên Aştiyê re xwest. Halîde ji bo Fîgen Yuksekdag ku nêzîkî 10 salan di girtîgehê de bû û vê dawiyê birayê xwe winda kir, sersaxî xwest û got: “Cihê Fîgen Yuksekdag, Ayşe Gokkan, Leyla Guven û bi sedan siyasetmedarên jin ên din ên ku em nikarin navên wan bêjin, ne girtîgeh e. Ev heval ew kes in ku bedêla aştî û demokrasiyê dane. Ew ew kes in ku dengê xwe li dijî kuştinên jinan, tundiya li ser jinan û komkujiyan bilind dikin. Ew jinên pêşeng in ku dê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ava bikin. Her hevalek me ji bo serkeftina vê pêvajoyê, hetta di bin şert û mercên girtîgehê de jî, hewl dide. Dîtina vê hewildanê û rakirina astengiyên li pêşiya serbestberdana girtiyên siyasî ji bo aştiyê pêwîstiyek e.”

Jiyana jinên Îranî di bin gefê de ye

Halîde Turkoglu diyar kir ku Îran di navenda şerê ku îro li Rojhilata Navîn tê meşandin de ye û bi bîr xist ku her çend şerê Amerîka-Îsraîl-Îranê mehek derbas kiriye jî, di navbera aliyan de li ser agirbestek du hefteyan li hev hatiye kirin. Halîde Turkoglu got ku di vê heyama 40 rojî de jin û zarok herî zêde wêran bûne. Halîde destnîşan kir ku êrîş ne tenê bi Îranê ve sînordar in, li Lubnan û Yemenê jî belav bûne û wiha pê de çû: “Li gorî daneyên ku ji hêla rêxistinên mafên mirovan ve hatine dayîn, li Îranê 701 sivîlan jiyana xwe ji dest dane. 261 ji vana, jin û 254 zarok in. Bi heman awayî, di van êrîşan de li Lubnanê 130 zarok mirine. Jinên Îranî hem ji hêla êrîşên derve û hem jî ji hêla zextên navxweyî ve têne hedefgirtin. Her çend di şerê 40 rojî de agirbest hatibe ragihandin jî, jiyana jinên Îranî ji hêla rejîma Mela ve di bin gefê de ye. Her çend rejîm bi hêzên derve re şer dike jî, ew her cûre sûcan dike da ku desthilatdariya xwe li hundur xurt bike û dijberên xwe, nemaze jinên muxalefetê, bitepisîne.”

Divê darvekirin bên rawestandin

Halîde Turkoglu, diyar kir ku derbarê jinên ku ji ber protestokirina rejîma Melayên Îranê hatine girtin de ti nûçeyek tuneye û wiha domand: “Îro, darvekirina çalakvanên jin ên opozîsyonê yên ku di girtîgehên Îranê de rehîn hatine girtin û bi cezayên darvekirinê re rû bi rû ne, dikare di her kêliyê de were kirin. Em piştgiriyê didin banga kampanyaya 'Na ji Darvekirinê re, Erê ji bo Jiyana Azad' û em careke din dibêjin: Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî û Konseya Mafên Mirovan divê li ser her platformê balê bikişînin ser têkiliya di navbera çalakiyên leşkerî yên Îranê û hejmara zêde ya darvekirinan di nav welêt de. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, Çavdêriya Mafên Mirovan, Rojnamevanên Bêsînor û hemû rêxistinên civaka sivîl divê di demên pevçûnên herêmî de çalakiyên xwe yên çavdêriyê zêde bikin. Dewletên ku beşdarî danûstandinên dîplomatîk dibin divê rawestandina tavilê ya darvekirinan wekî şertek bingehîn raber bikin. Divê cezayên ku ji Mahbube Şabanî, Werîşe Muradî, Pexşan Ezîzî, Nergiz Muhammedî, Şerîfe Muhammedî û Şehnaz Tabarî re hatine dayîn, werin rawestandin. Daxwazên kesên ku ji bo demokrasî, wekhevî û azadiyê derketine kolanan rewa ne û divê rejîm van daxwazan bicîh bîne. Ev daxwaz di heman demê de daxwazên me jinan in.”

Îradeya jinan israra xwe ya li ser aştiyê nîşan dide

Halîde Turkoglu diyar kir ku pêvajoya "Aştî û Civaka Demokratîk" ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de dest pê kir, bingeha pêkanîna daxwazên gel danî û wiha domand: "Ji bo çareseriyeke demokratîk a pirsgirêka Kurd, ji bo bidawîbûna niheqî, neqanûnî û bêedaletiyê, girîng e ku hemû beşên civakê bi awayekî xurttir û bi biryartir berpirsyariyê bigirin ser xwe. Bê guman, jin in ku ji roja yekem ve bi têkoşîna xwe ya ji bo wekhevî û azadiyê ev berpirsiyarî bi biryardariyeke mezin girtine ser xwe. Em ê nehêlin ku kes hêviya aştiyê ya ku bi banga Birêz Öcalan di nav gel û jinan de mezin bûye, bişkîne.

Bêtehamuliya li hember rengan pirsgirêkek ewlehiyê ye

Her çend ji aliyekî ve tê nîqaşkirin ku ji bo pêşvebirina pêvajoyê divê gavên berbiçav werin avêtin, ji aliyê din ve em berdewamiya binçavkirin, girtin û kêfî qebûl nakin. Her agirê ku tê pêxistin, her reqsa ku tê pêşkêşkirin, sembola aştiyê ye. Cilên neteweyî û rengên şalên ku jin û ciwanên ku çûne Newrozê li xwe kirine, cihêrengiya vî welatî temsîl dikin. Li wan deveran ne tenê jinên Kurd hebûn. Jinên sosyalîst, jinên femînîst, jinên ji bawerî, nasname û paşxaneyên siyasî yên cûda, jinên ciwan hebûn - hemû jî rengên vî welatî temsîl dikirin. Em dibêjin ku şalên ku em li dora stûyê xwe dipêçin, ne pirsgirêkek ewlehiyê ne. Bêtehamuliya li hember van rengan pirsgirêka ewlehiyê ye. Zîhniyeta ku dixwaze bi van pratîkan siya xwe li ser aştiyê biavêje pirsgirêka ewlehiyê ye.”

Tesbîtkirina binpêkirinên mafên mirovan ne sûc e

Halîde diyar kir ku nêzîkatiyek din a ku siya xwe diavêje ser aştiyê li Antalyayê çêbûye û wiha got: “Li dijî psîkologên ku lêgerîna tazî li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Antalyayê ragihandine lêpirsînek hatiye destpêkirin. Em bi tevahî van pêkanînan qebûl nakin. Tesbîtkirina binpêkirinek mafên mirovan ne sûc e. Sûcê rastîn hedefgirtina kesên ku van binpêkirinan tespît dikin e. Ew veşartina tundî û îşkenceyê ye. Divê ev nêzîkatiyên ku siya xwe diavêjin ser aştiyê tavilê bi dawî bibin, lêpirsînên ku li dijî psîkologan hatine vekirin werin vekişandin û divê sûcdarên rastîn werin eşkerekirin û darizandin. Em her wiha diyar dikin ku em ê vê mijarê heta dawiyê bişopînin.”

Di sala 2025an de 294 jin hatin kuştin

Halîde Turkoglu daneyên dawî yên derbarê kuştinên jinan de jî parve kir û ev agahî dan: “Binhêrin, di sala 2025’an de, 294 jin hatin kuştin. 297 mirinên jinan wekî mirinên gumanbar hatin tomarkirin. Tenê di Adara 2026’an de, 29 jin ji aliyê mêran ve hatin kuştin. 22 mirinên jinan dîsa wekî mirinên gumanbar hatin tomarkirin. Tenê du roj berê, li vî welatî di rojekê de çar jin hatin kuştin. Ev kuştin ne bûyerên yekane ne. Li pişt piraniya van mirinên gumanbar tundiya dewleta mêr heye. Tundiya di  gel jinan ku bi salan wekî mirinên gumanbar an xwekuştin hatine tomar kirin de, bi têkoşîna jinan hatiye eşkerekirin.”

Çavkaniya hêza sûcdaran tê zanîn

Halîde Doza Rojîn Kabaîşa li Wanê hat qetilkirin jî bi bîr xist û wiha got: “Tevî ku rastî bi têkoşîna malbat, heval û jinên Rojînê derketiye holê jî, sûcdarên kuştina Rojînê îro jî di vê civakê de bi azadî dimeşin. Sedemên zêdebûna kuştinên jinan ku bûne sîstematîk, tên zanîn. Çavkaniyên hêza sûcdaran tên zanîn. Divê hem hikûmet û hem jî opozîsyon ji bo rawestandina kuştinên jinan û tundiya li dijî jinan hewldanek hevbeş a berfireh bikin. Divê rêziknameyên qanûnî werin bicîhanîn.”

Berdewamiya di wêrankirina Ekolojîk de

Halîde destnîşan kir ku sîstema îstismar û talankirinê herî zêde êrîşî qadên jiyanê û xwezaya wan dike û wiha pê de çû: “Belê, xelkê İkizköy, di demekê ku dozên wan berdewam dikin de, li hember hatina tîma anketê ji bo desteserkirina bilez li ber xwe dan û Esra Işık a ku yek ji sembolên vê berxwedanê ye, bi hinceta têkoşîna xwe hate girtin. Ev rewş nîşana herî zelal a israra dadweriyê ya li ser wêrankirina ekolojîk û dijminatiya wê ya li hember xweza û jinan e. Li hember vê yekê, em jin ji bo xweza û jiyanê mil bi mil radiwestin. Em ê bi berxwedana xwe sîstema we ya îstismar û talankirinê bihejînin. Têkoşîna Esra Işık têkoşîna me jinan e.”

Rewşa xwendekarên di wargehên KYK de dimînin

Halîde Turkoglu got ku “Karê we ew e ku hûn newekheviya derfetan di perwerdehiyê de ji holê rakin. Ew e ku hûn ewlehiya xwendekarên zanîngehê yên ciwan ên ku di wargehên KYK de dimînin mîsoger bikin. Ew e ku hûn pratîkên MESEM’ê yên ku zarokan îstismar dikin, wan wekî keda erzan bikar tînin û jiyana wan dixin xetereyê bi dawî bikin. Ew e ku hûn li hember tacîz û îstismarkirina ku îro li MESEM’ê diqewime bêdeng nemînin. Me bi salan li dijî vê zihniyetê şer kir ku civakê polarîze dike, sûcên nefretê gur dike, îstismarê kûr dike û zayendperestiyê gur dike û em ê berdewam bikin.”

‘Em ê di 1’ê Gulanê de li kolanan bin

Halîde Turkoglu di dawiya axaftina xwe de bang li jinan kir û wiha got: “Em bi berxwedana heyî û hevgirtina xwe ya navneteweyî pêşeroja xwe û jiyanek nû ava dikin. Ev e ya ku pergala kapîtalîst a serdestiya mêran aciz dike. Em jin, bi vê bawerî û biryardariyê, em ê wekî meclîsa jinan a ji bo Nan, Edalet, Wekhevî, Azadî û Aştiyê herin mîtîngên 1’ê Gulanê.”