Meclisa Jin a PYD’ê li dijî tundiyê kampanya da destpêkirin

Meclisa Jinan a PYD’ê bi dirûşma “Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî em ê têkoşîna xwe ya ji bo bidawîkirina şidetê xurtir bikin” li dijî tundiyê kampanyaya ku dê sê mehan bidome ragihand.

Qamişlo – Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan, Meclisa Jinan a Partiya Yêkitiya Demokratîk (PYD) li Qamişlo ya Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî da.

Daxuyanî bi tevlîbûna  Endamên Meclîsa Jin  û endamên rêxistina Kongra Star li ber navenda PYD’ê ya bajêr hat dayîn. Daxuyaniya ku ji aliyê berdevka Meclisa Jin a PYD Horiye Şemdin ve hat xwendin wiha bû:

“Şideta li dijî jinan weke diyardeyek civakî ya ku jiyan û azadiya jinê li gelek deverên cîhanê dixe metirsiyê berdewam dike. Di demekê de ku şahidî ji zêdebûna tekoşîna tevgerên jinan yên bi mebesta bihêzkirin û azadîkirina jin re tê kirin, li gel qanûn û peymanên navneteweyî yên bi armanca parastina mafên wan, jin hîn jî rastî hemû şêweyên şidetê tên. Di bin siya şer û pevçûnên ku li cîhanê diqewimin, bi taybetî li Rojhilata Navîn ku jin dibin qurbanên binpêkirinan.

Dê kampanya sê mehan bidome

Bandora vê şîdetê tenê bi jin ve sînordar namîne. Bandorê li tevahiya civakê dike. Ji ber ku çanda şidetê xurt dike û bingehên edalet, wekhevî û azadiyê lawaz dike. Em îro li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi saya Şoreşa Jinan dibînin ku jin deskeftiyên mezin bi dest xistin û hebûna xwe di hemû qadan de nîşan didin. Jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûne biryardar û jiyana xwe ya parastina jinan ji tundiyê û parastina mafên xwe, bi hewldanên avakirina civaka kû edalet û wekhevî tê de serdest be nîşan didin.”

Em wek Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) girêdanê xwe wekî prensîb û armanc ji bo têkoşîna li dijî her cure şideta li ser jinê tekez dikin. Em bi dirûşmeya “Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî em ê têkoşîna xwe ya ji bo bidawîkirina şidetê xurtir bikin” pengava li dijî tundiyê didin destpêkirin. Armanca vê kampanyayê bilindkirina rola jinê û piştgirîkirina mafên wan ji bo gihaştina jiyanek azad û ewle ye. Kampanya me ji destpêka ragihandina wê ve dê sê mehan berdewam bike.”

Di daxuyaniyê de çalakiyên kampanyaya ku dê li 7 kantonên Herema Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bên meşandin wiha hat ragihandin:

“*Li darxistina panêlên diyalogê û atolyeyên hevbeş (ji  bo jin û mêr) derbarê tundiya li dijî jinan û rêbazên têkoşîna li dijî tundûtujiyê.

*Rêxistin kirina bernameyên hişyarî û perwerdeyê ku hemû beşên civakê li bajar û bajarokan digrenav xwe û giringî dayîna gundan.

* Hevdîtinek Li ser asta Kantona Cizîrê li ser mijarên parastinê bi hemû şêweyan û li Dêrazorê û Minbicê û Kobanê civînên berfireh ên di derbarê mijarên tundiyê de werin lidarxistin.

*Ji aliyê ragihandinê ve, bi nivîsandina gotaran û lidarxistina pilatformên televizyonê yên hevbeş, dê li ser mijarên tundiyê were seknandin.”

Li dijî tundiyê banga hevgirtinê

Di dawiya daxuyaniyê de li dijî tundiyê banga hevgirtinê hat kirin û wiha hat gotin: “Em banga hevgirtina li dijî tundiyê, li jinên cîhanê, rêxstinên jinan û tevahî beşên civakê dikin. Bi yekkirina têkoşîna jinê û xurtkirina xebatan ji bo bidesxistina guhertinên rasteqîn û avakirina pêşerojeke rêzgirtina li maf û rûmeta jinan û bê şidet, riya herî pêkan e.”

Daxuyanî bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.